ANALÎZA ÇÎROKA MIHEMED ŞARMAN YA BI NAVÊ “DERIYÊ ÇAVŞÎNÊ, PORZERÎ YÊ ŞIKESTΔ

ANALÎZA ÇÎROKA MIHEMED ŞARMAN YA BI NAVÊ “DERIYÊ ÇAVŞÎNÊ, PORZERÎ YÊ ŞIKESTΔ


   Çîroka Mihemed ŞARMAN ya bi navê “Deriyê Çavşînê, Porzeri yê Şikestî “ çîrokek ji çîrokên ji pirtûka wî ya “Bermayiyên Demê” ye. Pirtûk di sala 2014 an de ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin.  Emê di vê nivîsê de heta ji destê me bê çîroka “Deriyê Çavşînê, Porzeri yê Şikestî “ ji hêlên gramer, ziman, naverok û aliyên din ve binirxînin.
   Mihemed ŞARMAN di çîroka xwe de behsa lehengek dike ku ev leheng ji tirsa tijebûna hafiza xwe tiştên nû hîn nabe, xwe di nav cîhanek nîvxeyalî de ji civakê îzole kiriye û di nav kuweta xwe de bi qedehan şîr veduxe. Di nav çîrokê de nirxên civakî, tirsa ji civakê bi alîkariya psîkolojiya lehengê hatiye vegotin. Emê niha xal bi xal li ser van rewşan bisekinin.
   Çîrok bi vegotina du kesan hatiye vegotin ku ev xal di vegotina çîrokan de xalek pir balkêş e. Lewra ev form pir nayê bikaranîn. Çîrok ji aliyê vegotinê ve herçiqas wek du beş hatibe vegotin jî,  xwendevan nikare çirokê ji hev cuda bike.  Lewra çîrok çîrokek buyerî nîn e, piranî behsa rewşek tê kirin.
Çîrok bi hevoka “ Ev du meh e ku ez ji kuweta xwe dernayêm” ve destpê dike. Ev hevok berê jî di çend çîrokan de derketibû pêş min.  Çiroka Firat cewerî ya bi navê “Kevoka Spî”  jî bi vê hevokê hatiye destpêkirin. Dibe ku destpêkirina bi vî hevokê formek vegotina çîrokan be. Di çîroka me de ev hevok li ber xwendevan rewşê dide der ku xwendevan ji serê çîrokê ve di nav vegotina çîrokê de bimîne û ji vegotinê dûr nekeve. Di vegotina duyemîn de dema ku hevalê lehengê behsa wî dike dibêje “ev heftiyek e ew ji kuweta xwe dernakevê”. Ev jî nîşanê me dide ku leheng demê tevlîhev kiriye û ji demê jî îzole bûye. Êdî nizane ka çend roj û çend şev e ku ji mal derneketiye
    “ Ez zehf ji behrê hez dikim. Ji ber vê yekê min xwest ez li cihekî nêzî behrê rûnêm…”  wek hevokê de jî dibêje lehengê me û hevalê wî di xaniyek nêzê behrê rûdinên. Lê di vebêjerê duyemîn de em dibînin ku behra herî nêzîkê xaniyê wan 1638 km dûr e. Leheng dema behs dike dibêje ez ji kuweta xwe li behrê dinêrim, lê di vegotina hevalê wî de em dibînin ku di serşokê de pencereyek tenê heye û ew pencere jî li ezmên dinêre. Ev herdu xal nişanê me dide ku lehengê me yê şîrhez xwe ji cîhana rasteqîn dûr xistiye û ji xwe re cîhanêk xeyalî ava kiriye. Di bajarek bê behr de ji xwe re behrek ava kiriye û xwe bi wê behrê aş dike.
   Meseleya vexwarina şîrê jî dîsa ji bo têgihîştina derûniya lehengê pir muhîm e. Vebêjerê duyemîn dema ku behsa lehengê dike gotinek lehengê neqil dike. “ Dibêje gava ez zarok bûm ji ber diya min bêwext miriye min têr şîr venexwariye divê ez vê valahiyê dagirim”.  Ev hevok sedema vexwarina şîrê ya lehengê ronî dike û datîne ber çavê xwendevan. Diya lehengê me di zaroktiya wî de miriye lewra leheng bê dê mezin bûye. Ev jî li ser  derûniya lehengê bandorek kiriye. Leheng bi hesreta dê dijî û vexwarina şîrê wek nêzîkbûna diya xwe dibîne. Çawa ku şîrê ji pêsîra diya xwe vexwe.
   Hevalê lehengê ji derve ji leheng re nûçeyan tîne lewra leheng hefteyek e ku ji kuweta xwe dernakevê derve. Xwe ji civakê dûr xistiye û ji civakê re biyanî bûye. Dema ku hevalê wî jê re nûçeyan dibêje, her tiştî bi kurtî qal dike. Lewra hem leheng hem jî hevalê wî ditirsin ku hafiza leheng tije bibe. Lewra leheng dibêje” serê min tije ye û eger ez pir tişt bixime hafiza xwe wê hafiza min bi giştî tije bibe.” ev jî nîşan dide ku leheng meseleyên xwe ji meseleyê civakê girîngtir dibîne û naxwaze serê xwe bi  bûyerên derveyî dinyaya xwe ve  tije bike.
Di vegotina duyemîn de em ji devê hevalê lehengê sereke dibihîzin ku jiyana lehengê ya beriya kuwetê cudatir bûye. Hevalê lehengê dibêje “ Em berê wiha nebûn, hêviya me ji jiyanê hebû, qenebe em jî carinan dikeniyan, tiştên ku me pê sebra xwe bianiya baş xirab hebûn. Temaşeya fîlman, xwendina pirtûkan, çalakiyên dijwar,lêdanxwarina ji polêsan…” em ji van hevokan dibînin ku lehengê me merivek normal bû ye. Bi îxtimalek mezin di nav tevgerên siyasî de bûye û ji ber van tevgerên xwe lêdan ji polêsan xwariye. Gelo çi bû ku lehengê me xwe ji civakê dûr xist û êdî ji mala xwe dernayê, di nav kuweta xwe de dijî ? Em bersiva vî pirsî jî dîsa ji vebêjerê duyemîn, hevalê lehengê hîn dibin.  Hevalê wî dibêje ew aşiqê keçeke ku bûkaniyan difiroşe bûye û keçik, bi gotina hevalê wî, “poz bê nedaye”. Piştî vê rewşê jî lehengê me ketiye vî halî. Ev motîfa bukaniyê di çîrokek din ya Mihemed ŞARMAN de jî derbas dibe. Dibe ku di jiyana nivîskar de bûyerek derheqê bukaniyê de qewimî be û bandorek li ser nivîskar kiribe.
Dîsa em di teswîrên lehengê de dibînin ku lehengê me yekî tiral e û ji rûniştinê hez dike. Di hevoka “Ez ji çongê xwe yê ku ditewin re mînekar, ji quna xwe ya ku erdê xweş dadigire re pir rêzdarim. Ew nebana ezê çawa rûniştibûma” de hezkirina wî ya rûniştinê xwe dide der. Her wiha dema ku hevalê wî behsa wî dike dibêje êdî em nikarin kirya xaniyê xwe bidin, divê em herin bajarên tirkan û di karê findiqan de bixebitin da em ji birçînan nemirin. Leheng li dijî hevalê xwe derdikeve û dibêje “di rastiyê de neteweyek bi navê tirkan nîn e, gava tirk tunebin bajarên wan jî tune ne. Nexwe emê bi ku de herin, ez nayêm.” Bi vî awayî ji xwe re bihaneyan  derdixe ku nexebite û di ciyê xwe de heta hetayî rûnê.
Em dizanin ku Mihemed ŞARMAN di çîrokên xwe yên din de jî mesele û problemên civakê bi awayekî sergirtî û zimanekî rexneyî vegotiye. Nivîskar di vê çîroka xwe de jî  rewşa civakê ji ser lehengê ve bi awayekî rexneyî diyar dike. Niha em çend hevokan daynin vira ku ev xal zelal bibe. “Zengila deriyê min bi strana Kî Ne Em distire, berê ne wisa bû wekî çûkekî distirî me ew çûk kuşt ji birçînan, baskê wê jêkir, goştê wê xwar”. Em dikarin bêjin nivîskar di vê hevokê de kuştina aramiyê şibandiye çûkekî. Bi kuştina çûkê aramî jî miriye. Dîsa starana  Kî Ne Em  di dewsa polîtîzebûna civakê de hatiye bikaranîn. Di hevoka  “Dinyayek nûçe, jixwe dinya tev de bûye nûçe. Bi barê hestiran. Hêstirên serjêkirî, perçe perçekirî ji xwediyê xwe şermî” dîsa meseleyek civaka kurdan hatiyê diyarkirin. Dibe ku nivîskar bi vê hevokê xwestibe temasê bûyera “Roboskî” bike ku 34 kes di vê bûyerê de bi bombebarana teyareyan hatibûn qetilkirin. Dîsa bi hevoka “  Tasa paçaya leşkerekî de dîtine zimanê Şehrazada windayî qetqetî” jî meseleyek civakê derdikeve pêş me. Wek em dizanin Şehrazad lehenga Pirtûka “Çîrokên Hezar û Yek Şevan” e ku çîrokan vedibêje. Dibe ku nivîskar bi bikaranina vê motîfe xwestibe bibêje ku êdî di nav civakê de kesên ku rastiyê dibêje, kesên ku qala bûyeran dike an jî fikrên xwe vedibêje, têne binçavkirin an jî têne kuştin. Lewra kesên ku bi gotina rêveberên serdest zimandirêj in, zimanên wan tên jêkirin ku pir derheqên wan de şîroveyên rexneyî nekin.
Dîsa nivîskar nêrîna civakê ya derheqê jinan û nêrîna mêr navendî  bi çend hevokan diyar dike. Dema ku vebêjer behsa bûyîna xwe dike dibêje “ carinan ku diya min ji bavê min lêdan dixwar ez di malzaroka diya xwe de dileqiyam” . Nivîskar bi vê hevokê rewşa jinan datîne ber çavên xwendevan ku jin ji mêran lêdanan dixwin û marûzê zilma mêran dimînin. Di hevoka “pişt re çend şîmaq li quna min da ez girîyam ew keniya bi serê biloyê min girt maç kir” de nivîskar nêrînek civakê datîne meydanê. Di nav civakê de dema ku zarokek kurîn bû, mêrên wê malbatê bi biloyê zarikê dilîzin û evî wek xururek dibînin, an wê zarokî ji ber kurbûna wî ji zarên qîzîn pirtir hez dikin. Nivîskar bi vê hevokê rexneya xwe li ser vê rewşê dike.
   Dîsa rexneyek civakî di hevokek din de jî xwe nîşan dide. Lehengê me dibêje “Darên me ji mirinê re şîn dibin”. Em dikarin vê hevokê ji du aliyan ve şîrove bikin. Dibe ku nivîskar raste rast behsa daran kiribe ku li kurdistanê di serhildanên kurdan de ji ber ku kurd di nav daristanan de xwe vedişartin, daristan dihatin şevitandin, nivîskar jî vê rewşa xirab bi vê hevokê rexne kiribe. Ji aliyek din ve, di dîroka Kurdan de hertim şerên giran qewimîne û hîna jî diqewimin. Di van şeran de bi hezaran ciwanên kurd wek fîdanên nû bi destê dewletên serdest ve hatine qetilkirin.  Dibe ku nivîskar van ciwanan şibandibe daran û gotibe “ darên me ji mirinê re şîn dibin.
   Ji ber van hemû xalan em dikarin bêjin Mihemed ŞARMAN çîroka xwe bi rexneyên civakî ve xemilandiye. Dîsa teswîrên wî yên derheqê lehengê wî de piranî li ser psîkolojiya lehengê ye. Her çiqas bi awayekî eşkere nebe jî, derûniya lehengê xwe xal bi xal, bi alîkariya teswîrên psîkolojîk û bûyerên têkildarê derûniyek takekesî vegotiye û danîtiye ber çavên xwendevan. Ev jî nîşan dide ku nivîskar nexwestiye raste rast her tiştî bide xwendevan. Lewra xwestiye ku hin tiştan xwendevan bixwe bifikire û bibîne. Nîşaneyek vê yekê ev e ku, nivîskar çîrokê neqedandiye ku  xwendevan jî beşdarê çîrokê bibe û bi xeyalên xwe dawiya çîrokê bifikire. Di çîrokên modern yên cîhanê de ev teknîk pir hatine bikaranîn. Helbet di çîrokên modern yên kurdî de jî vî teknîkî nivîskarên kurd wek Firat CEWERÎ, Sîdar JÎR, Hesenê Metê ceribandine. Bi min Mihemed ŞARMAN vî teknîkî pir xweş bikar aniye.  De bila her xwendevan jî çîrokê di parzûna xwe de parzûn bike û bixwe biryar bide. Lewra dibe ku çîrok bi awayên din jî bê xwendin û şîrove kirin.

Yorumlar

Popüler Yayınlar