Gerîneka Guernîcayê


GERÎNEKA GUERNÎCAYÊ

Yıldız Çakar, Gerîneka Guernîcayê,2016,Weşanên Lîs, Diyarbakir


Jiyana Nivîskar:
Di sala 1978 an de li Amedê hatiye dinê. Heta niha berhemên wê yên bi navê Goristana Stêrkan, Ala, Derî, Amedû Leylanok Derçûne. Endama avakar a komeleya nivîskarên Kurd û her wiha endama Pena Kurd e jî. Di rojnameyên Ulkede Gundem, Azadiya Welat û Ajansa Dîcleyê de wek rojnamevan û edîtor xebitiye. Her wiha di sala 2019 an de romana wê ya Ev Rê Naçe Bihuştê ji weşanxaneya Lîsê Çap bûye.  Heta niha sê xelat wergirtine; Xelata çîrokên senaryoyêya beşê sînmayê yê NÇMya Stenbolê(2000), xelata Tîrêjên Zînê (2000) û xelata Musa Anter (2002). Niha jiyana xwe li Ewropayê didomîne.
Kurteya Romanê:
Roman behsa keçek bi navê Lîsa dike ku bavê wê di hepsê de ye. Ew û diya xwe,  sê bira û xwişkek xwe ve li Amedê dijîn. Ji ber liv û tevgerên Lîsa yên sîyasî, kesên ku ji aluyê dewletê ve hatine erkdarkirin şevek davêjine ser mala wan da ku wan bikujin. Herwiha navê Lîsyaê di lîsteya kesên ku bêne kuştin de ye. Piştî ku Lîsa ji vê êrîşê birîndar xilas dibe, bi malbata xwe re direve û berê xwe didin  Edenê da ku xwe ji van kujeran ceşêrin. Li Edenê ligel feqîrî û hejariya koçberiyê, kesên ku li pey wan in, wan li Edenê jî diqefêlin.  Ji ber vê yekê malbata Lîsa û lîsa îcar jî diçine Mêrsînê. Lê li wê derê jî nikarin xwe ji zilma dewlet û memûrên dewletê rizgar bikin. Ji ber vê yekê diya Lîsa, wê dişîne Stenbol da ku ji wê derê bireve Ewropayê. Lîsa li Stenbol li benda alîkariya hevalê xwe dimîne lê hevalê wê yî li Ewropayê, Ardî, alîkariya wê nake û Lîsa li Stenbolê dimîne. Lîsa li Stenbol bi saya hevalekî xwe yê Amedî, bi Aprahamê wênexêz re hev dinase. Abraham alîkariya wê dike, jê re xaniyek dibîne û ji bo her kar û barê wê pê re diçe û tê. Lîsa aşiqê Abraham dibe. Lê Abraham wê dixapîne. Lîsa nikare li ber vê êşê bisekine û herçiqas zanibe heke biçe Amedê ê bê girtin jî, berê xwe dide Amedê, mala diya xwe. Li Amedê teqînek çêdibe û lîsa jî di wê teqînê de birîndar dibe. Lê nehatiye diyarkirin ka dimire an na. Lîsa di heftê êvarê de ji xew şiyar dibe û em jî fêm dikin ku hemû bûyer xewneke Lîsa ye.
Mijara Romanê:
Roman bi alîkariya lehenga xwe ya sereke, Lîsa, behsa trajediya Kurdan a navbera  salên 1980 û 1990 an dike.
Navê Romanê:
 Roman navê xwe ji tabloya Pîcasso distîne. Navê tabloya Pîcasso Guernîca ye û Guernîca her wiha navê bajareke Îspanyayê ye. Guernîca bi fermana Franco di sala 1937 an de tê bombebaran kirin û wek tê zanîn 1654 kes di vê êrîşê de dimirin. Pîcasso li ser vê rewşê vê tabloya xwe çêdike ku tablo raste rast behsa wê bombebaranê dike û rexne dike. Çakar jî di navbera Guernîcayê û bajarê xwe de hevpariyek dibîne ku bajar û welatê wê jî wek Guernîcayê tê talankirin û tê rûxandin. Her wiha gerînek jî bi min sembola bêdawîbûna Guernîcayan e. Her tim gerînekek heye û her tim şer didome û hertim însan û bajar û welat tên talankirin, tên rûxandin. Her wiha di romanê de jî her tim gerînekek heye ku li dora xwe dizîvire. Çiqas ji şer û mirinê birevin jî, mirin her tim li pey Lîsa û malbata wê ye.

Honandina Romanê:
 Roman ji du peşan pêk tê. Beşa Yekem û Beşa Duyem. Di beşa yekem de dîsa heşt serenav hene ku  wek “ Amed 1986 Payîz”(Çakar, 2016, r 11)  “Mêrsîn 1986 nasname” (Çakar, 2016, r 105) hatine bi nav kirin. Beşa duyem de tenê serenava “1996, Stenbol, Jiyaneke nuh û evîn!” (Çakar, 2016, r 121) hatiye veqetandin.  
Lehengên Romanê:
Lîsa: Lîsa serlehenga romanê ye û di nav gerînekekê de ye. Di navneda bûyeran de Lîsa bixwe heye. Roman ji çavên wê tê vegotin ku vebêjer jî ew bixwe ye. Lîsa wek sembolekê ye ku travmaya Kurdên salên 1990 î temsîl dike. Hertim di nav revekê de ye û ji ber zilma dewletê direve da ku karibe bijî. Gotinên wê û jiyana wê di nav xewnê û rastiyê de diçe û tê. Xwîner carinan dikeve şikê ka behsa rastiyê dike an xeyalek dibîne.
Dayê Şaxê: Dayê şaxê diya Lîsa ye ku hertim ji Lîsa re çîrokan vedibêje. Jinek ku bi salan mêrê wê di hepsê de maye, bi serê xwe li zarokên xwe nihêriye û wan mezin kiriye. Parêzgerê zarokên xwe ye ku Lîsayê ji amedê direvîne û dibe Edenê, Mêrsînê. Helbet li ser vê rewşa wê surguniya wê bixwe jî bandorkar e. “ Dema Serhildana Şêx Seîd dayika wê ji warê xwe hatibû surgunkirin, ev sirgunî bibû çîrokeke bi êş ji dayika min a Şaxê re” (Çakar, 2016, r 17) Dîsa Lîsa bi gotina wê berê xwe dide Stenbol da ku xwe rizgar bike. Dayê Şaxê ji hêla vegotina çîrokan wek lehenegeke folklorîk e.  Ji xwe ew “ Dema êvar biketa erdê dengê radyoya Êrîvanê bi kilamên dilşewat” guhdar dike. (Çakar, 2016, r 16)Lîsa di navbera çîrokên ku ew dibêje û jiyana xwe de têkiliyek diafirîne. Ev jî nîşan dide ku Dayê Şaxê li ser lehenga sereke xwedî bandorekê ye.
Abraham:  Abraham Wênesaz e. Lîsa bi saya hevalekî xwe yê Amedê, Abraham li Stenbolê nas dike. Di romanê de Abraham xwedî bandorekê ye ku Lîsa aşiqê wî dibe û ev jî dibe qonaxek nû di jiyana Lîsa de. Dîsa di jiyana Lîsa de hêviyek diafirîne ku Lîsa xwe ji wê atmosfera şer û xwînê hinek dûr dixe. Lê ew jî ji bo Lîsa dibe hêviyeke şikestî. Lewra Lîsayê di wî halî de dihêle û diçe bi kesek din re dizewice. Lîsa bi çûyîna Abraham, tê digihîje ku êdî tiştek wê yê winda bike nemaye. “ Çavên Abraham di vê nezaniyê de dibin hêviyek û xwe li birînên min dipêçin; Wêneyên ku çêdike, cilên wî yên bi boyax porê wî yê xelek xelekî û çavên wî yên ku bi qasî bîra xezal xatûnê kûr…”(Çakar, 2016, r 131)
DEM:
                Vegotına romanê ji rojek pêk tê ku ji heftê sibê destpê dike heta heftê êvarê Lîsa ji xew şiyar dibe. Lê di nav vê demê de vebêjer behsa demên borî dike û xwîner dibe rabirdûya Lîsa. Roman ji payîza sala 1986 an destpê dike û di sala 1998 and e diqede. A rast bûyerên di xewna Lîsa de di nav van salan de derbas dibe. Di romanê de, serenavên beşan ji xwe demê diyar dike ku sal kîjan sal e û serdem kîjan serdem e. “ Amed 1986,payîz” (Çakar, 2016, r 11), “ Mêrsîn,1996, nasname” (Çakar, 2016, r 105) û hwd…
Mekan:
                Di romanê de mekanên vekirî û girtî bi hev re hatine bikaranîn. Helbet mekanên romanê li ser lehengê jî bandorek kirine. Mekanên wek Edene, Mêrsîn û Stenbol mekanên surguna lehengê ye û leheng li van deran di nav derûniyek surgunî de ye.
Mekanên girtî: Odeya televîzyonê mekaneke girtî ye ku Lîsa li wê derê bi dengê spîkera nûçeyan dibihîze. Hertim televîzyon vekirî ye û Lîsa lê guhdar dike û bi nûçeyan dikeve nav fikr û ramanan.
Mekanên vekirî: Mekanên vekirî Amed, Stenbol, Edene û Mêrsîn in ku ev bajarên hana bajarên surguniya Lîsa nin. Wek piraniya Kurdan salên 90 î dibe salên surguniyê ku dewlet wan ber bi metropolan dişîne. Stenbol di jiyana Lîsa de xwedî bandorek mezin e ku li wê derê aşiqê Abraham dibe û bi vî awayê hêviyên wî dîsa şîn dibin. Lê bajarên din ji bo Lîsa wek bajarên têkçûnê ne ku ji wan bajaran direve.
Vebêjer û ziman:
Vebêjerê romanê lehenga sereke Lîsa ye. Bûyer li dor Lîsa diqewimin û Lîsa bûyeran ji me re vedibêje.  Zimanê romanê zimaneke herikbar û helbestî ye. Cihên ku Dayê Şaxê behsa çîrokan dike, çîrokên folklorîk û dîrokî wek çîroka Mûsa û Xezal jî dikevin nav vegotinê. Ji dîyalogan zêdetir monolog hatine bikaranîn.
Navmetnanî:
Çîrokên wek Xezal Xatûn û Mûsa em dikarin wek navmetnanî bilêv bikin. Dayê Şaxê van çîrokan ji Lîsa re vedibêje. Herçiqas çîrok neqedin jî di nav romanê de parçe parçe hatine vegotin.  Di rûpela 25 an de behsa çîroka Mûsa tê kirin. “ Mûsa li Mîdyanê li ber bîrê rûniştiye” (Çakar, 2016, r 25) bi vî hawêy çîrok didome. Çîroka Mûsa ji bo ku peyamek bide hatiye bikaranîn. Ev peyam jî bi hevoka “ lê zalim hin hay ji gopêl nîn in…” (Çakar, 2016, r 26) hatiye gotin.
ARAFAT UYGUR

Yorumlar

Popüler Yayınlar