Lİ SER HELBESTEK CEGERXWÎN Û HELBESTEK SÎYAHPÛŞ
Lİ SER HELBESTEK CEGERXWÎN Û HELBESTEK SÎYAHPÛŞ
CEGERXWÎN- Jin Û Mêr Bi Hev Re Di Nav Kar De
Helbesta Cegerxwîn ya bi navê “Jin Û Mêr Bi Hev Re Di Nav
Kar De” di nav berhemên wî yên giştî, cilda 5. de, ji aliyê weşanên avesta ve
hatiye çapkirin. Helbest ji aliyê naverokê ve mijarên cûr bi cûr dihewîne.
Cegerxwîn di helbesta xwe de rewşa Kurdan, pêwîstiya modernîzasyona civakê û
modernîzasyona Kurdan ya di qada
cotyariyê de tîne ziman. Helbest helbesteke dîdaktîk e, ku şîretan li civaka
xwe dike.
Heke em ji destpêka helbestê destpê bikin, divê em pêşî li
serenavê helbestê binhêrin; “Jin Û Mêr Bi Hev Re Di Nav Kar De”. Serenav nîşan
dide ku cegerxwîn haydarê civaka xwe ye û dizane ku pêşketina civakê ne tenê li
ser milê mêran an jinan e. Loma dibêje hem jin hem jî mêr divê ji bo welatê xwe
bi hev re bixebitin.
Xalek din ya girîng ev e ku Cegerxwîn pirsgirêkên civaka xwe
di nav helbestê de bilêv dike û her wiha çareseriya pirsgirêkan jî nîşan dide.
Bi nîşandana çaresereriyê, pêwîstiya xebata ji bo dewlemendbûna civakê jî bilêv
dike.
“ Terektor li qadê tu xweş kar bikî
Bi cotê ker û conega dê çikî”
Wek ku em ji van du rêzan jî dibînin, Cegerxwîn ji
nebûna amûrên modern ji bo cotyariyê gazinan dike û dibêje êdî ev kar bi cotê
ker û conegayan nabe. Divê em zeviyên xwe bi teraktoran cot bikin. Her wiha bi
van gotinan pêwîstiya modernîzasyona cotyariyê jî tîne ziman.
Cegerxwîn behsa zilm û zordariya dewlet, axa û şêxan dike
ku milletê Kurd di bin zilma wan de pelçiqîne û nikarin gavek bi pêş de
bavêjin.
“Beg û şêx û axa nehişt herne pêş
Tevan em dimêtin wekî kêç û mêş
Ji axa û şêxan re bes kar bike
Bixwîne ji xew zû xwe hişyar
bike”
Di van rêzan de jî em dibînin ku Cegerxwîn li dijî zilma
axa û şêxan ji xelkê xwe re şîretan dike. Wek me gotibû, hem pirsgirêkê (zilma
axa û şêxan) hem jî çareseriya pirsgirêkê(Xwendin û hişyarbûna ji xew) nîşan
dide. Temayên wek cotkarî, modernîzasyon, li dij bûna axa û şêxan, xwendin,
hişyarbûn( serîrakirin) nîşaneyên helbestên modern in. Lê her wiha şîretên têne
kirin jî nîşan didin cegerxwîn her çiqas temayên modern bikar bîne jî, aliyek
wî hê bi helbesta klasîk ve girêdayî ye. Her wiha behsa modernîzasyon û li
dijbûna kevnekarîyê jî nîşaneyên helbesta modern e.
Heke em ji aliyê şiklî ve li helbestê binhêrin em ê
bibînin ku helbest ji beytan pêk tê, lê ne bi pîvana arûzê, bi pîvana kîteyan(
11 kîte) hatiye ristin. Beyt piranî di helbesta Klasîk de hatiye bikaranîn.Lê pîvana
kîteyan nîşaneyek helbesta modern e. Helbesta cegerxwîn ji hin aliyan xwe yên şiklî ve(beyt) dişibe
helbesta klasîk. Lê ji hin aliyan din (pîvana kîteyî) ve jî dişibe helbesta
modern. Ev jî nîşan dide ku Cegerxwîn di navbera modern û klasîkê de ye.
SÎYAHPÛŞ-Xezel (Ey Hebîbê Qelb û Rûhê)
Helbesta Sîyahpûş ji aliyê
naverokê ve behsa eşqa Xweda, dûrbûna ji yarê(Xweda) û her wiha êşa dil ku ji
ber vê eşqê dikişîne dike.Sîyahpûş wek ku em dizanîn helbestvanek klasîk e û di
qada helbestên klasîk ên Kurdî de navê wî tê bihîstin. Di vê helbestê de jî em
dibînin ku temaya sereke ku temaya sereke ya helbesta klasîk e jî, eşq e.
Sîyahpûş
Di helbestê klasîk de hin pey û kome peyv hene ku pir têne
bikar anîn. Sîyahpûş jî van peyvan di vê helbesta xwe de pir bi kar aniye.
Mînak peyvên wek qelb, ruh, mey, işq û kome peyvên wek yûsif û kenan,xulam û
siltan,Tûrî Sîna û Mûsa, belqis û suleyman. Sîyahpûş bi bikaranîna van peyv û
komepeyvan hunera Telmîhê bi cih tîne. Mînak bi Tûrî Sîna û Mûsa yê, hişê
xwendevan dibe ser çîrokek ku di çîrokê de xweda xwe nîşanê Mûsa pêxember dide
û ji ber nûra xweda çîyayê Tûrî Sîna dihele. Helbestvan bi vê awayê nîşan dide
ku dilê wî jî ji ber eşq û mihbeta yarê wek Tûrî Sîna dişewite û dihele. Ev jî
helbestê qewîntir û bihêztir dike.
Her wiha di nav helbestê de em dibînin ku peyv û gotinên bi
zimanê tirkî jî heye. Helbestên ku bi du an zêdetir zimanan bê nivîsîn re
Mulemma tê gotin. Lê di vê helbestê de ji ber ku tenê rêzek di dawiya helbestê
de Tirkî ye û xencî vî rêzê hemû bi Kurdî hatine nivîsîn, em nikarin bêjin ev
Mulemma ye. Ev rêza bi tirkî nîşan dide ku Sîyahpûş tirkî dizane û biyaniyê
civak û Edebiyata Tirkî nîn e. Jixwe em dizanin Siyahpûş(1790-?) demek li
Farqînê ku di bin hakimiyeta Osmaniyan de bû, jiyaye û li wê derê di medreseyan
de ders girtiye.
Her wiha xalek din ku bala min kişand, tesîra Melayê Bateyî
ye ku di vê helbesta Sîyahpûş de, bi awayeke eşkere xwe dide der. Lewra
Sîyahpûş di nav helbestê de dû rêzên ku di helbesteke Melayê Bateyî de derbas
dibe, bê guhertin bikar aniye.
Çav di rê de kore bûn ye’qûbê ez beytil hezan
Qet nebe
carek xuya bit Yûsifê Ken’anê me
Ez esîrê qeyd û bend û zûlf û zincîrê
te me
Rehmê kun tu ba esîran ey mehê
tabanê ma
Em dizanin ku Melayê bateyî di navbera salên 1417 û 1491 an
de jiyaye. Sîyahpûş jî di sala 1790 an jî
1820 an de hatiye dinê(?). Ev jî nîşan dide ku Sîyahpûş ji Melayê bateyî
Tesîrek girtiye. Belkî Sîyahpûş dema ku li Farqînê di medreseyan de dersan
digirt, helbestên Bateyî xwendibe. Lewra em dizanin ku Mevlûd û helbestên
Bateyî di medreseyên Kurdan de, wek dersek perwerdehiyê dihate xwendin.
Dema ku em ji aliyê şiklê ve li vê helbestê dinihêrin, em dibînin ku
helbest ji 10 beytan pêk hatiye û şiklê serwaya beytan jî wek ku me li jêrê
nîşan kiriye ye.
a_______ b__________ c____________
a_______ b__________ c____________
a_______ a__________ a____________
Ji ber van xalan û ji ber ku temaya
sereke jî eşq e, em dikarin bibêjin ev xezel e.
Her wiha
helbest bi pîvana arûzê hatiye nivîsîn. Tefîleya wî jî wiha ye;
Suhtim ez na/ rê fera qê/ mujdeya wes/ lê nehat
-+-- / -+--/
-+--/ -+-
Failatûn / Failatûn/ Failatûn/
Failûn
ENCAM
Di
dawî de em dikarin bêjin helbesta Cegerxwîn ji ber ku bi beytan hatiye nivîsîn
û şîretan li gelê xwe dike xwedî taybetiyek helbesta Klasîk e. Lê her wiha ji
aliyê tema û naveroka xwe ve ku behsa cotkarî, modernîzebûn, serhildan û
îsyanek dike jî, xwedî taybetiyên Helbesta Modern e. Ev jî nîşan dide ku
Cegerxwîn di navbera Modern û Klasîkê de ye ku, hem ji Klasîkê destê xwe
nekişandiye û hem jî ber bi helbesteke modern ve diçe. Lê helbesta Sîyahpûş ji
her aliyê xwe ve helbesteke Klasîk e. Lewra bi beytan hatiye nivîsîn, bi pîvana
Arûzê hatiye ristin, temayên wê ji eşq û mihbetê pêk tê, peyv û komepeyvên ku
di edebiyata Klasîk de têne bikaranîn tê de cih girtine. Ev hemû xalên hana jî
nîşan didin ku helbesta Sîyahpûş helbesteke Klasîk e.
Yorumlar
Yorum Gönder