LI SER ROMANA VEGUHERÎN(DÎE VERWANDLUNG) YA FRANZ KAFKA
LI SER
ROMANA VEGUHERÎN(DÎE VERWANDLUNG) YA FRANZ KAFKA
‘’Gregor Samsa, gava ku sibehekê ji xewnên
xwe yên bêhizûr hişyar bû, bi xwe hesiya ku ew
din av nivînên xwe de veguheriye kêzikeke terrikî’’
Romana Franz KAFKA ya bi navê ‘’
Veguherîn’’ (Dîe Verwandlung) bi vê hevokê destpê dike. Ev hevok pir balkêş e
ku kurteya romanê dide dest xwendekarê xwe.
Roman li ser veguherîna
Gregor Samsa û nêrîna malbat û kesên
derdora wî ya derheqê wî hatiye honandin . Dema ku mîn romanê xwend
romanên Hasan Alî TOPTAŞ hatin bîra min. Çimkî di romana KAFKA de erkîtiya
bavan ku Toptaş jî di romanên xwe de bi awayeke eşkere bi cih kiriye, ciheke
girîng digire. Dema ku malbata Samsa bi veguherîna wî dihese, dê bav û xuşka wî
êdî bi tevahî nerînên xwe yên erînî yên derheqê wî wenda dikin. Êdî samsa ji bo
wan ûcûbeyek e. Bavê samsa carinan bî daran, carinan bi hebên sêvan êrîşî Samsa
dike, ew ditirsîne û nîşanê wî dîde ku hertim xwediyê mal û hukumranê xanî ew
e. Her wiha dibe ku KAFKA bi vî awayî xwestibe, erka mezîn ya dewletê bîne ber
çavên xwendevan.
Di romanê de rewşa cîhanê k udi
bin tesîra kapîtalîzmê de ye tê dîtin.
Li gor kapîtalîzmê însan; heke karibe hilberî bike, pere qezenc bike û
bide qezenckirin, jiyana xwe di navbera xanî û kargehan de derbas bike, ji bo erk
û zengînan bixebite însan e. Gregor samsa jî beriya guherîna xwe dixebitî
,deynên malbata xwe dida û din av çerxên
pergalê de dîranek bû. Dema ku vediguhere û êdî nnikare bixebite tu qedr û
qiymeta wî lî cem malbat û patronê wî namîne. Merîvek ku êdî bûye kêzikek, tu
feyda wî ji pergalê re tune û ji bo pergalê tu wate îfade nake. Loma Samsa ji
bo pergalê tiştek wisaye ku bi zûtî jê bê xilasbûn û wisa jî dibe. Dema ku
Samsa di odeya xwe ya qirêj û tije tiştên kevîn de dimire, malbata Samsa xwe
êdî rehettir hîs dikin û piştî mirina wî xwe davêjin ger û kêfxweşiyên bajar.
Ji bo têgihîştina romana
Veguherînê dîvê nameya ku Kafka ji bavê xwe re nivîsiye bê xwendin. Lewra dibe
ku Kafka di jiyana xwe de di bin erka bavê xwe de mabe û ji ber vê yekê jî di
berhemên xwe de kesayetiya bav danîbe ciheke girîng.
Her wiha din av çîroka romanê de
têkiliyên malbatan jî hatiye neqşkirin. Cîhana kapîtalîst ne tenê li ser
dewletan, şîrketan bi tesîr e; li ser însanan, malbatan û bi tevahî li ser
civakê bi bandor e. Malbata samsa jî ji vê tesîrê bêpar nemaye. Dema ku bi veguherîna Samsa dihesin dê, bav û
xuşka Samsa pir aciz dibin çimkî êdî kesek ku debara mal bike tune, Samsa êdî
nikare bixebite pere bîne mal, deynên malbatê bide. Her wiha malbat pêşî bi
hêvî bin jî wexta hêviyên wan yên başbûna samsa têkdiçe, tevgerên wan yên li
samsa vediguhere û wek tiştek bi xetere(dijmin) li samsa dinihêrin.
Di dawî de dikarim bêjim ku Kafka
di romana xwe ya veguherin (dîe verwandlung) ê de têkiliyên malbatan, hebûna
însanan, derûniya însanên xebatkar yên din av çerxên pergalê de, pergala cîhana
kapîtalîst û tesîrên wê yên li ser civakê bi zimaneke herikbar û bi çîrokeke
balkêş danîtiye ber xwîneran. Ji bo fêrbûna çîroka Gregor Samsa û pirsgirêkên
wî yên bi pergala kapîtalîst re, vê romanê bixwînin û jê bêpar nemînin.
ARAFAT
UYGUR
Yorumlar
Yorum Gönder