JI ALIYÊ TEMAYÊN SÛCDARÎ Û ÎNTIXARÊ VE LÊKOLÎNEK BERAWIRDÎ LI SER ÇÎROKA YUSUF ATILGAN YA BI NAVÊ “YAŞANMAZ” Û ÇÎROKA FIRAT CEWERÎ YA BI NAVÊ KEVOKA SIPÎ

ARAFAT UYGUR
DESTPÊK
“Edebiyata berawirdî, ku piştî salên 1830 an pêşketiye, di lêkolînên edebî de ji bo lêkolîneran asoyên nû vekiriye”.(Kefeli,2006: 332) Edebiyata berawirdî her çiqas li gor hin edebiyatnas û lêkolînerên edebiyatê wek berawirdkirina berhemên netewe û zimanên cuda bê pênasekirin jî, di sedsala 20. de berawirdkirina berhemên heman ziman û heman neteweyan jî tê kirin.”Çavkaniya eslî ya derketina Edebiyata Berawirdî hêzdarkirina Edebiyata netewî ye. Bi awayekî din: ji bo raskirin û pêşdexistina edebiyata xwe, nêrîna li edebiyatên din û femkirina gelo ew çi nivîsîne?”(Aytaç,2016: 21)Bi saya vê cûreya zanista edebiyatê lêkolîner berhemên edebî dikarin bidin berhev, bi hev re bixwînin û cudatî û hemantiyên wan tespît bikin. Bi vî awayî lêkolîner dikarin hem edebiyat û çandin din nas bikin hem jî xwe û edebiyata xwe digel edebiyatên din muqayese bikin.Loma Edebiyata Berawirdî ji bo hevnasîn û lêkolînên edebiyatên çand û neteweyên cuda bûye qadek girîng.
Ji ber ku “tu metnekî nîn e ku slavê neşîne ji metnên beriya xwe re”(Alan,2015: 90), ezê jî di vê nivîsê de heta ji destê min bê, di ronahiya şert û mercên Edebiyata Berawirdî û bi nêrîna navmetnî, çîroka Yusuf Atılgan (êdî wek Atılgan bê nivîsîn) ya bi navê “Yaşanmaz” û Çîroka Firat Cewerî (êdî wek Cewerî bê nivîsîn) ya bi navê Kevoka Sipî, ji hêla temayên hevpar sûcdarî û întixarê ve analîz û rexne bikim.
Dİ HERDU ÇÎROKAN DE SÛCDARÎ Û ÎNTİXAR
Temaya sûcdarî û întixarê di nav edebiyatê de ji aliyê nivîskarên cuda cuda ve hatiye bikaranîn. Hem di edebiyata Tirkî ya modern, hem jî di edebiyata Kurdî ya modern de temaya întixarê pirî caran hatine bikaranîn. Lewra Edebiyata modern û postmodern derûniya şexsan, tevgerên şexsî û fikrên şexsî ji cûreyên edebîyatê yên din zêdetir ji xwe re wek tema hilgirtine. Di edebiyata Kurdî de; Sîdar jîr Çîroka Ariyên Giyanên Stewr, Firat Cewerî Çîroka Kevoka Sipî mînakên berçav in ji bo temaya întixar. Di edebiyata Tirkî de jî Yusuf Atılgan romana Anayurt Oteli û çîroka Yaşanmaz, Oguza Atay romana Tutunamayanlar, Ahmed Hamdi Tanpınar romana Mumtaz çend mînakên berçav in.
Gelo çima întixar? Çima lehengên roman û çîrokan întixar dikin? Emê niha li ser herdu çîrokên xwe bi hûrbînî bikevin pey şopa bersiva van pirsan.
Çîroka Cewerî “Kevoka Sipî” cara yekem di sala 1999 an de di kovara Nûdem, hejmara 31 an de hatiye çapkirin. Pişt re sala 2005 an de di çapxana Avestayê de bi çend çîrokên din re wek pirtûk hatiye çapkirin. Çîrok behsa ciwanek dike ku xuşka wî bi mêrek re direve û ew jî ji ber vê yekê xuşka xwe dikuje û 15 salan di girtîgehê de dimîne. Di girtîgehê de fikr û ramanên wî diguherin, poşmaniyek mezin hîs dike û piştî derketina ji girtîgehê ji ber sucdari û poşmaniya kuştina xwuşka xwe, xwe întixar dike û dimire.
Çîroka Atılgan “Yaşanmaz” cara yekem di sala 1960 an de di kovara A yê de, piştre wek pirtûk di sala 1981 an de ji weşanên Karaca, piştre di sala 1992 an de di pirtûka bi navê Eylemci de hatiye çapkirin. Di sala 2000 an de YKY(Yapi Kredi Yayinlari) çîrokên wî giştî berhev kiriye û bi navê Bütün Öyküleri çap kiriye. Piştre di sala 2002 an de çapa sêyem derketiye. Pirtûka di destê me de çapa sêyem e. Çîrok behsa lehengek ciwan dike ku ji aliyê civatê ve hertim di bin zext û zordariyeke psîkolojîk de ma ye, herkes wî wek bêkêr dîtiye, hertim di jiyanê de di rêza dawî de maye. Leheng rojek di nav kolanek de li jinek dinihêre û mêrê jinikê ew dikute. Dema ku li erdê dimîne mêrek bi navê Alî ew ji erdê radike, dibe mala xwe û birînên wî paqij dike. Pişt re cara duyem lehengê me diçe mala mêrikê û di mala mêrikê de bi sîrkutê, mêrikê dikuje û dibêje êdî ez dikarim întixar bikim.
Çîroka Cewerî bi hevoka “Ew pênc roj berê ji girtîgehê hatibû berdan”(Cewerî: 2015) destpê dike. Ev hevok pir balkêş e ku di serê xwendekar de derheqê çîrokê de fikrek ava dike. Cewerî bi vê hevokê dibe ku xwestibe baldariya xwendevan ji serê çîrokê ve bikşîne ser bûyerên çîrokê û çîrokê bi xwendevan bide jiyîn. Sedemên întixara lehengê çîroka Kevoka Sipî cara yekem di vî hevoka yekem ya çîrokê de derdikeve holê. “Kesên ku ji ber sûcên xwe ketine girtîgehê , ji ber şert û mercên xirab yên girtîgehan û poşmaniya sucdariya xwe dikevin nav depresyoneke giran. Piştî demeke ev depresyon wan ber bi întixarê ve dibe.”(Ulutaş,2011: 470). Dibe ku lehengê me yê ku nû ji girtîgehê derketiye bi vî sedemî întixar kiribe. Her wiha lehengê Kevoka sipî beriya întixara xwe di pencerêyê de li derve dinihêre û kevokek sipî dibîne ku kevok diguhere sîmaya xuşka wî, ya kuştî û je re dibêje “ Keko ev çi bi te hatiye? Birayê mino kanî xortaniya te? Te çima xweha xwe kuşt?”(Cewerî: 2015) û gazinan ji kekê xwe dike. Lehengê me diyar e ku ji ber sucdariya xwe, xuşka xwe xeyal dike û di nav hişê xwe de lêpirsîna xuşka xwe bixwe bixwe bicih tîne. Ev rewşa derûnî jî ew ber bi întixarê ve dibe.
Di çîroka Atılgan de rewş û sedemên întixarê cudatir derdikeve holê. Çimkî di benda yekemîn de, dema ku leheng tê kutan, di hişê wî de fikra întixarê heye. Leheng jixwe di hişê xwe de derbas dike ku dema ew bigihîje malê ewê xwe bikuje. Sedema xwe kuştinê bereksê lehenga çîroka Kevoka Sipî, tenêtiya di nav civakê de û zext û zorên civakê yên li ser lehengê ne. Lewra em di nav çîrokê de dibînin ku bavê leheng ji leheng re dibêje “bêçîm”, mamosteyên wî pirsan jê dipirsin, jê re dibêjen ‘’ne wisa ye feylesof?’’ û ew rencîde dikin. Mutemetê kargeha wî dema ku meaşê wî dide tê jê re dibêje “ha ji te re; wek ku heqqê te be bixwe”.(Atılgan,2002: 57–60) Ev hemû rewş dibin sedem ku leheng xwe ji nav civakê dûr bixe, xwe wek bêkêrek bibîne, jiyana xwe û insanên derdora xwe bê wate bibîne. Ev rewşa derûnî jî lehengê me ber bi întixarê ve dibe.
Xalek din di derbarê întixarên lehengên herdu çîrokan ev e ku herdu leheng jî yekî dikujin. Lehengê çîroka Yaşanmaz beriya întixara xwe Alî, ku alîkariya wî kiribû û birînên wî derman kiribû, dikuje. Lewra leheng dibêje “Potên min paqij kiribû. Karê wî di nav vê qirêjiya dinyayê de tune”( 60). Leheng dinyayê wek cihek qirêj dibîne û naxwaze merivek wek Alî baş û paqij di nav vê qirêjiya dinyayê de bijî. Loma wî dikuje û ji dinyaya qirêj û kirêt xelas dike.
Lê di Çîroka Kevoka Sipî de kuştinek bi vî awayê tune ye. Leheng xuşka xwe ji bo ku bi yekî re reviyaye dikuje û dema ku dikuje, difikire ku ew bi kuştina xuşka xwe namûsa malbata xwe paqij kiriye. Kuştina xuşka wî, dibe destpêka pêvajoya ber bi întixarê ve.
Her wiha em di çîroka Kevoka sipî de întixarek din jî dibînin. Destgirtiya lehengê, dema ku leheng dikeve hepsê xwe davêje ber şemendeferek û dimire. Li gor Mûslûm Yûcel întixara destgirtiya lehengê di nav çîrokê de cihek girîng negirtiye. Cewerî întixara destgirtiya leheng ji bo xurtkirina trajediya çîrokê wek notek kurt bikar aniyê.(2010: 183)
Di çîroka Kevoka Sipî de lehengê me piştî derketina ji girtîgehê, dikeve nav muhasebeyek wîjdanî û ev muhasebe ew dibe întiharê. Lê di çîroka Yaşanmaz de lehengê me nakeve nav tevgerek wijdanî û xwe ji kuştina Alî berpirsiyar nagire. Lewra wek me gotibû, leheng cîhanê wek cihek qirêj û kirêt dibîne û naxwaze Alîyê paqij û ji xerabiyan dûr di nav vê cîhanê de qirêj bibe. Dema ku Alî dikuje, wek pêşuyek xwerehettir hîs dike ku hindik maye bifire.
Xalek din ya derbareyê bingeha întixara herdu lehengan mekan e. Mekanên ku leheng tê de dijîn ji bo nasîna derûniya kararkteran xalek girîng e. Cihê ku fikra întixarê di serê lehengê çîroka Kevoka sipî de derdikeve holê girtîgeh û xaniyê leheng e. Wek me berê jî gotibû, li gor Nurullah Ulutaş, şert û mercên girtîgehan tesîrek neyînî li ser dîlan dike(2011: 470). Lehengê me jî her çi qas ji ber meseleya wijdanê întixar kiribe jî, tesîra rewşa girtîgehê jî di întixara wî de bi bandor e. Lehenga çîroka Yaşanmaz ji ber ku di nav civatê de xwe tenê hîs dike û dixwaze ji civatê bireve, ji xwe re di xaniyê xwe de cîhanek nû diafirîne. Dema em di nav çîrokê de teswîra odeya lehengê dixwînin, em dibînin ku odeyek tarî û bêşewq e. Perdeyên odê hertim daxistî û derî kilîtkirî ye. Her wiha li ser dîwarek odeyê, “Yaşanmaz” hatiye nivîsîn. Ev jî diyar dike ku leheng di jiyanek tarî û bêsûd de dijî û ji bo întixarê kesayetek potansiyel e.
Em dikarin meseleya întixarê ji aliyê nivîskararn ve jî analîz bikin. Li gor teknîka Psîkanalîza Freud, carinan hin nivîskar armanc û daxwazên xwe yî ku di nav civakê de nikarin bi cih bînin, di nav berhemên xwe de wek tema an metafor saz dikin. Her çiqas ev xwendin ji sedî sed rast nebe jî wek ku Berna Moran jî gotiye ev teknîk ji bo fêmkirina tesîra binbîra nivîskar ya li ser berhemê wek amûrek hatiye bikaranîn(2003: 149). Li gor vê teknîkê, dibe ku herdu nivîskarên me întixara xwe ya di bin bîrên xwe de li ser lehengên xwe bicih anîbin. Dîsa wek ku me gotibû ev xwendin xwendinek sedî sed rast nîn e. Lewra tu kes nizane gelo bi rastî di binbîra nivîskar de întixarek heye an ev çîrokên întixarê bi giştî çêkirî ne.
Heke em di bihevre xwendina herdu çîrokan de xwendinek Kafkaesk bikar bînin, em dikarin bêjin ku rewşa herdu lehengan dişibe kêzika Kafka. Bi taybetî lehengê Atılgan ku ji ber xirabiya cîhanê û rewşa civakê xwe bêkêr û tepisandî dibîne, Gregor Samsaya Kafka tîne bîra me. Herwiha nediyarbûna navên lehengan jî dîsa teknîka Kafka tîne bîra meriv.
ENCAM
“Întıxar, bi sedsalan e wek dawî anîna jiyana xwe bixwe, hem di nav jiyana rojane de hem jî di nav çîrok û romanan de cihê xwe yê girîng diparêze”.(Ulutaş,2011: 535) Di edebiyata hemû cîhanê de em dikarin nimûneyên întixarê bibînin. Her wiha di edebiyata Kurdî û Tirkî de jî. Heta ji destê min hat min jî du nimûneyên edebiyata Kurdî û Tirkî (Yusuf Atılgan -Yaşanmaz, Firat Cewerî- Kevoka sipî) di ronahiya Navmetnî û şert û mercên Edebiyata Berawirdî de, bi hev re xwend û xalên hevpar û cuda ên di derbarê motîfa întiharê de analîz kirin.
Herdu çîrok herçiqas xwedî motîfên întixarê bin jî, me dît ku bingehên întixarê di herdu çîrokan de ji hev cuda dibin. Çîroka Cewerî de Întixar li ser sucdarî û muhasebeya wijdanê hatiye saz kirin. Lê di çîroka Atılgan de li ser tenêtiya lehengê û tesîren civakê yên li ser lehengê, hatiye saz kirin.
Herdu berhem di nav çandên cuda de be jî, nivîskar li ser heman erdînagiriyê jiyane, yeke yek heman nebe jî pirsgirêkên heman dîtine. Lewra Cewerî jî Atılgan jî li Tirkiyê hatine dinê û jiyana xwe li van deveran jiyane. Dibe ku psîkolojiyên wan ji hêla serdestbûn û bindestbûnê cuda be, lê ev pêşiya bikaranîna temayên hevpar û uslûbên hevpar negirtiye.
Em dibînin ku her çiqas du berhemên di nav ziman û edebiyatên cuda de derkitine holê bin jî, çîroka Cewerî û Atılgan, ji aliyên tema û sazkirina çîrokan ve xwedî hemantiyanin. Her wiha herdu nivîskar jî di çend berhemên xwe yên din de jî temaya întixarê bikar anîne. Cewerî di romana xwe ya Ezê Yekî Bikujim de, Atılgan jî di romana xwe ya Anayurt Oteli de dîsa temaya întixarê bikaranîne. Ev jî pirs û fikrên cuda di hişê me de derdixe holê. Gelo Cewerî tesîrek ji Atılgan girtiye an na? Îxtimalek mezin e ku Cewerî berhemên Atılgan xwendibe, lê ev nayê vî wateyî ku teqez tesîrek jî jê girtibe. Lê dîsa jî em dizanin ku li gor fikra Navmetnî metin li ser metnan hatine avakirin û tesîr ji hev girtine. Ji bo ronîkirina vê meselê dive lêkolînek li ser berhemên herdu nivîskaran bê kirin.
ÇAVKANÎ
Alan, Remezan. (2015). Destpêkek Ji Bo Zanista Edebiyata Modern. Stenbol: Weşanên Peywend.
Atılgan, Yusuf. (2002). Bütün Öyküleri (3. baski). Istanbul: Yapı Kredi Yayınları.
Aytaç, Gursel. (2016). Karşılaştırmalı Edebiyat Bilimi. Istanbul: DOĞU BATI YAYINLARI.
Cewerî, Firat. (2015). Kevoka spî. Istanbul: Avesta Yayınları.
Kefeli, Emel. (2006). Karşılaştırmalı Edebiyat: Tanım, Yöntem ve İncelemeler. Türkiye Araştırmaları Literatür Dergisi, (8), 331–350.
Moran, Berna. (2003). Edebiyat kuramları ve eleştiri (9. Baskı). İstanbul: İletişim Yayınları.
Ulutaş, Nurullah. (2011). İntihar ve roman: intihar olgusunun Türk romanına yansıması (1872-1960) (1. baskı). Ankara: Akçağ Yayınları

Yorumlar
Yorum Gönder