LI SER HELBESTEK OSMAN SEBRÎ Û HELBESTEK TÎRÊJ
LI SER HELBESTEK OSMAN SEBRÎ Û HELBESTEK TÎRÊJ
OSMAN SEBRÎ-Şûrê Elo
Helbesta Osman Sebrî ya bi navê
“Şûrê Elo” di dîwana wî de, ji aliyê weşanên Pêrî ve di sala 2004 an de hatiye
çapkirin. Helbest xwedî çîrokekî ye, ku di nav de hatiye qal kirin. Osman sebrî
çîroka Elo bi awayê helbestê danîtiye ber çavan. Elo ji xwe re şûrek peyda dike
û bi wê şûrê, di nav dawet û şahiyan de forsa xwe davêje. Lê rojek şûra xwe
dişkêne û êdî şerm dike bê şûr biçe dawetan. Bi vî awayî ji xwarin û ziyafetên
dawetan dûr dimîne. Bêçare dibe û şûra şikestî dixe nav qilfa wê û diçe
dawetan, lê nîşanî kesî nade ku bibînin şûr şikestî ye. Lê xelq pê dihesin û ew jî ji ber vê xwe
rezîl dike. Lê dîsa jî bi wê şûra şikestî diçe dawetan.
“Ji wê rojê bi şûnde, her ew diçûn dawetan
Ji bo doza zikê xwe, ketibû bin
minnetan”
Di vê beytê de jî em dibînin ku Elo êdî ji bo zikê xwe
dikeve bin minnetê û kesayetî û camêriya xwe dixe bin piyan. Helbestvan piştî vê rewşê li milletê xwe
şîretan dike û dibêje;
“Eger em baş binêrin, îro di qada welat
Gelek Elo tên dîtin, bûne nandozê xebat”
Û êdî
helbestvan şîretên xwe pirtir dike û bi vî awayî hem rewşa civakê datîne ber
çavan, hem jî dixwaze milletê xwe bi van şîretan ji vî halî bi dûr bixe. Helbet
Osman Sebrî, Elo wek sembolek nîşan dide û dibêje hûn jî wek Elo nekin. Ji bo
milletê xwe bixebitin û xurûra xwe ji bo nanek nekin bin pîyan. Helbet temaya
me wek ji gotinên me yên jorê jî diyar e, welat, serxwebûn, netewebûn e . Her
wiha temaya xayîntiyê jî xwe dide der. Ev temayên ha, di serdema modern a nû de
xwe nîşan dide. Lê em dikarin bêjin temayên hana êdî li ser sînora di navbera
modern û klasîkê ye. Her wiha em dikarin bêjin helbesta Osman Sebrî, helbesteke
dîdaktîk e ku şîretan dike û dixwaza hin tiştan bi xwendevanên xwe bide zanîn.
Dema ku em
ji aliyê şiklî ve li helbestê binihêrin, em dibînin ku Osman Sebrî helbesta xwe
bi terzek serbest ristiye. Komên rêzan tune ne tê de û hemû rêzên helbestê bi hev re komek in. Herçiqas me gotibû
helbest ji hin aliyan ve klasîk e, ev terz terzeke modern e. Her wiha helbest
bi pîvana kîteyî hatiye ristin û her rêz ji 14 kiteyan pêk tê. Dema ku em li
şiklê serwaya beytan binihêrin ev şablon derdikeve pêş me;
a_______ b__________ c____________
a_______ b__________ c____________
Her wiha helbestvan
di dawiya rêzan de dengan dûbare kiriye ji bo ku helbest bi aheng be.
“Eger em baş binêrin, îro di qada welat
Gelek Elo tên dîtin, bûne nandozê xebat
Ji wê rojê bi şûnde, her ew diçûn dawetan
Ji bo doza zikê xwe, ketibû bin
minnetan”
Zimanê helbestê jî zimanek vekirî û herikbar e. jixwe Osman
Sebrî di helbesta xwede şîretan dike û bangî xelkê dike. ji bo xelk jê fêhm
bikin, zimanê xelkê bikar tîne. Ev jî dîsa nimûneyek e ji bo taybetiyeke
civakparêz.
TÎRÊJ-Baqê Kezî
Helbesta “Baqê Kezî” di nav dîwana Tîrêj de, di sala 2014an
de, ji aliyê weşanên peywend ve hatiye çapkirin. Temaya helbestê, hişyarkirina
Kurdan û şîretên ji bo Kurdan e. Mijara sereke rewşa Kurdan û pêwîstiya ji xewrabûna wan e. Helbest wek banegekî li welêt û ciwanên welêt
e. Jixwe di beyta yekemîn de, Tîrêj
bangê Kurdan dike.
“Kurdo ser hilde ji xew
Şev çû îdî berbange ye “
Tîrej hem bang dike li Kurdan, hem jî di wê navberê de
dixwaze hêvîyên Kurdan zîndetir bike. Ji bo vê jî, ji bo rojên bê, peyvên wek “gulşen” û “ şûle” bikar tîne. Di nav helbestê de mijara hişyarkirinê bi
taybetî di çend ciyan de hatiye gotin. Wisa dixuye ku Tîrêj Kurdan di xewek de
dibîne ku bê haya xwe ji dijmin re kar
dikin û haya wan ji dijmintiyê jî tune ye.
“Dijmin şivan e tu pez î
Sed gur binêr li dora te ye”
Her wiha rewşa milletê Kurd ku yekser bêçar û bêgane ne bi
vê beytê diyar dike.
”Carek binêre tu l’ welat
Yekser dijî pêgane ye”
Dema ku em
ji aliyê şiklî ve li helbestê binihêrin, pêşî divê em bibêjin helbesta Tîrêj bi
beytan hatiye nivîsîn, ku beyt şiklek ji edebiyata klasîk e. Her wiha helbest
bi pîvana kîteyî hatiye ristin û her rêz ji 8 kîteyan pêk tê. Ev jî nîşaneyek edebiyata modern e. Ji aliyê din ve, di dawiya rêzan de hin cihan
de deng hatine dûbarekirin, lê ev dûbarekirin ne li gor qalibekê sîstematîk e .
Mînak:
“Kurdo ser hilde ji xew
________a
Şev çû îdî berbange
ye _________b
Dijmin şivan e tu pez î_________c
Sed gur binêr li dora te ye______b
Carek binêre tu l’ welat________d
Yekser dijî pêgane ye”__________a
ENCAM
Wek dawî em
dikarin bêjin herdu helbest jî ji aliyê naverok û temayên xwe ve wek helbestên
di navbera modern û klasîkê de ne. Her wiha ji aliyê şiklî ve herdu helbest jî,
hin taybetiyên klasîk(Beyt) û hin taybetiyên modern(pîvana kîteyî) di nav xwe
de dihewînin. Ev jî nîşan dide ku herdu
helbestvan jî ji aliyek ve rengê helbesta modern li ser helbestên xwe
neqişandine. Lê ji aliyê din ve jî, xwe ji bendên helbesta klasîk dûr nekirine.
Yorumlar
Yorum Gönder