NÊRÎNEKE CİVAKPARÊZÎ Lİ SER HELBESTA ROJEN BARNAS YA Bİ NAVÊ “ÇÛM DÎYARBEKİR”
NÊRÎNEKE CİVAKPARÊZÎ Lİ SER HELBESTA
ROJEN BARNAS YA Bİ NAVÊ “ÇÛM DÎYARBEKİR”
Rojen barnas vê helbesta xwe,
wek ku di pêşgotina pirtûka xwe ya Kadizê de jî gotiye, beriya salên 1975 an de nivîsiye û jixwe
xencî vê helbestê, helbestên wî yên beriya 1975 an wenda bûne an jî hatine
şewitandin. Di vê nivîsê de em ê vê helbestê ji hêla helbestên civakparêz ve binirxînin.
Pêşî divê em behsa helbesta
civakparêz bikin. Helbesta civakparêz bi saya teoriya Rastiya Civakî derketiye holê.
Armanca vê helbestê ew e ku di nav helbestê de derdê civakê, êşa civakê,
pirsgirêkên civakê bi awayeke hunerî bi
lêv bike. Her wiha helbestvanên civakparêz xwestine helbestên xwe ji qeyd û bendên helbesta
klasîk rizgar bikin û bi vî awayî helbestê azad bikin.
Rojen BARNAS di helbesta xwe de, êşa civaka xwe,
pirsgirêkên civaka xwe bi awayeke eşkere datîne holê. Helbest qala bajarê Diyarbekir, şêniyên vê
bajarê dike. Helbestvan gazinên xwe û
pirsgirêkên civakê bi peyvan di nav helbesta xwe de reşandiye. Niha em li çend
mînakan binihêrin da ku ev mesele bê famkirin.
Mînak:
Bi kêf û bi işqek çûm Dîyarbekir
Ji dersim, ji botan, hezar diyarî
Bi izet, bi îkram selav min lê kir
Bi destek vala û bi şermezarî
Helbestvan di vê çarîneya xwe de, diyar dike ku mekan
Dîyarbekir e, û ji ber ku çûye Diyarbekir xemgîniyek jî hîs dike. Lewra peyvên
wek “dest vala”, “şermezarî” jî nîşan didin ku giliyên helbestvan hene. Ji xwe
piştî vê çarîneyê êdî gilî û gazin destpê dikin.
Çûm qehwan
gişt xortên bîst û yek salî
Bi berçavk,
qerewat nasin dileyzin
Karê wan
tewle bû ji fikrên xalî
Bê omîd bê
armanc, tevek bê feyz in.
Di vir de helbestvan, pirsgirêkek civakê datîne holê ku ev
pirsgirêk bêarmancbûn û beredayitiya ciwanên Kurdan e. Lewra ciwanên Kurd divêt di nav derd û telaşa
hebûna ziman û çanda xwe de bûna. Lê di nav dezgehên dewletê de, êdî ji civaka
xwe û demboriya xwe dûr ketine. di qahwe û kolanan de bê feyz û armanc rojên
xwe derbas dikin. Helbestvan jî vê rewşa xirab wek bijîşkek teşxîs dike û
datîne ber çavan.
Qilûba têciran
bi zewq û işret
Doktor û hakim
û zana tê hebûn
Ji pişta min û
te dikirin sefahet
Digotin “hey
garson bîze viski sun”
Helbestvan di vê çarîneyê de rewşa burokratên Kurd tîne
ziman, ku di qilûba taciran de ne û bi pereyên ku ji ser milê xelkê qezenc
kirine, kêf û seyran dikin. Ev çarîn
çîroka Ahmet Muhtar Caf tîne bîra meriv ku di wê çîrokê de jî nivîskar rexne li
burokrat û serokên kurdan dikir. Her wiha Barnas di vê çarîneyê de rewşa zimanê
Kurdî jî wek portreyek li ber xwendevanê xwe xêz dike. Dide zanîn ku burokratên
Kurd, hem bi qoltix û meqamên xwe li ser xelkê zordestiyê dikin û hem jî ji
ziman û çanda xwe dûr ketine.
Dema ku em ji aliyê şiklî ve li helbestê dinihêrin, helbest
bi pîvana kîteyî hatiye nivîsîn û her rêzik ji yanzdeh kîteyan pêk tê. Her wiha
helbest bi çarîneyan hatiye nivîsîn û di dawiya rêzan de serwa û paşserwa
hatine bikar anîn. Şiklê kafiyeyê jî bi qaliba
a,b,a,b yê hatiye avakirin. Em dizanin ku, helbestvanên civakparêz, di
helbestên xwe de qaliban ser û bin dikin û hildiweşînin. Lê di vê helbesta
Barnas de, Barnas qalib û pîvanan bikar aniye.
Wek gotina dawî em dikarin bêjin ev helbesta Barnas ji
aliyê temayê ve helbestek civakparêz e ku bi saya helbestê, rexne û gazinan li
civaka xwe dike û rewşa civaka xwe datîne ber çavan. Li gel armanc û temayek
civakparêzî, Barnas ji aliyê şiklî ve helbesta xwe dîsa bi bendên pîvan û
qaliban nivîsiye. Ev jî di hişê me de pirsek diafirîne; Gelo helbestek bi
temaya civakparêz û di nav qeyd û bendên rê û rêbazên Klasîk de, çi qas
civakparêz e?
Arafat UYUGUR
Yorumlar
Yorum Gönder