ZANÎN Û ÎQTÎDAR
ZANÎN Û ÎQTÎDAR
Îqtîdar û zanîn her çiqas du peyv û têgehên cuda bin jî, ev
herdu têgeh, pirî caran bi hev re derdikevin pêş meriv. Lewra têkiliyek hêzdar
di navbera van herduyan de heye. Yek bê yeka din bêqîmet û pûç dimîne. Tu yekî
ji holê rakî ya din bêhêz û zexel dimîne.
Îqtîdar di her cih û deverê dinyayê de, di her dem û
dewranên cîhanê de, bi awayekî derketiye holê û xwe nîşan daye. Lewra li her
derî û di her dewrî de kesek, komek an milletek; ji kesên din, komên din an milletên din bi
hêztir bûye û li wan hukum kiriye. Lê hukm bê zanînê neketiye destê kesî. Di
dewrên kevin de, kesên ku bi gewde û hêza milê xwe ve, ji kesên din bi hêztir
bûne, bûne serok an îqtîdar. Her wiha bere bere ev îqtîdar guheriye. Carinan
ketiyê destê milletên ku xwedî nifûsa zêde ne, carinan ketiyê destê axayan an
began, carinan ketiye destê olperestên olekî, carinan ketiyê destê dewletên ku
li bazirganiyê hukum dikin. Lê em dizanin ku di her demê de guherîn bi zanînê
pêk hatiye. Kî pirtir xwedî zanînê be, ew îqtidarê di destê xwe de girtiye.
Berê kî baştir karibûye nêçîrê bike, ew îqtîdarê di destê xwe de digirt. Mesela
Misirî ji ber ku ji stêrknasiye fam dikirin, di dewra xwe de ew hukum dikirin û
ji hemû milletên dinayê zêdetir xwedî dewlemendiyê bûn. An jî, ji ber ku Yewnanî bi felsefeyê û dîrokê dizanibûn, di dewrek de
îqtîdar di destê wan de bû.
Divê em pirsek bipirsin; Gelo îqtîdar zanînê bi dest dixe,
an zanîn îqtîdarê derdixe holê? Li gor
Michel FOUCAULT, zanîn û îqtîdar di hembêza hev de mezin dibin. Kî xwedî zanînê
be, ew îqtîdarê jî bi dest dixe. Her wiha kî xwedî îqtîdarê be, divê zanînê
bidest bixe. Lewra bê zanîn îqtîdar pûç û lewaz e, mecbûrê hilweşînê ye. Bi
rastî dîrok, FOUCAULT mafdar derdixe. Lewra em dizanin ku îqtîdarên ku li ser
rûyê dinyayê hatine damezirandin, yan xwedîyê zanînê bûne yan jî zanînê bi dest
xistine. Wek mînak dewra ku Xaçperest li dinyayê hukum dikirin, pirtûkxane bi giştî di keşîşxaneyan de bûn û
tu kes bêyî destûra keşîşxaneyan nikaribû xwe bigihanda pirtûk û zanînê. Ew bi
vî awayî zanînê di bin destên xwe de dihiştin û xelkê di nav cehaletê de didan
gevizandin. Ji ber ku haya xelkê ji zanînê û dinyayê nedima, çi bixwestina bi
xelkê dikaribûn bidana kirin. An jî ew çi bigotana, xelk ji wan bawer dikir.
Jixwe ji ber vê yekê, ji sedsala 3. heta sedsala 13. re, di dîrokê de dibêjin
serdema navîn a tarî.
Her wiha di destpêka Îslamê de dîsa îqtîdara zanînê xwe
nîşan dide. Wek ku civaknasek Îranî Dr. Alî ŞERÎATÎ jî dibêje; civakek
bifikirin ku ji hêştir û beyabana xwe pêştir tu tiştekê wan tune, bi Îslamê re
bûn xwedî zanîn û qedrek mezin. ŞERÎATÎ jî dizane ku Îslam xwedî Felsefe û
zanînek bû û ev zanîn pêl bi pêl di nav bawermendan de belav dibû. Bi her pêlê
re civaka Îslamê zanatir û aqilmendtir dibûn.
Dîsa dema ku em li dîroka cîhanê a nêz dinihêrin, dîroka
Elmaniyan ji bo famkirina têkiliya zanîn û îqtîdarê nimûneyek balkêş e. Elmanya piştî herba cîhanê a duyemîn bibû
kavil. Bi milyonan însanên wan di herbê de miribûn û bajarên wan hatibûn
hilweşandin. Lê di nav çend salan de, dîsa bûn îqtîdar û xwedî gotin di nav
cîhanê de. Lewra xwedî zanînek bûn; Pîşesazî û Endustrî. Makîneyên ku Elmanî
çêdikirin, makîneyên herî baş yên cîhanî bûn. Îro jî mesela marqeyên otomobîlên
wan di nav marqeyên herî baş yên cîhanê de ne.
Wek dawî em dikarin bêjin cîhana me tu wext bê îqtîdar
nemaye. Navên îqtîdaran guherîne, warên îqtîdaran guherîne, naverokên îqtîdaran
guherîne, lê tu wext îqtîdar ji ser rûyê dinyayê ji holê ranebûye. Carinan
îqtîdara karkeran, carinan îqtîdara oldaran, carinan îqtîdara şoreşgeran an jî
şervanan li dinyayê hukum kirine. Lê îqtîdar û zanîn di her wext û halî de
xwedî têkiliyek xurt bûne. Ya her îqtîdar bûye xwedî zanînê, yanjî her zanîn ji
xwe re îqtîdarek afirandiye. Loma em dikarin bêjin îqtîdar û zanîn li ser milên
hev û di hemêza hev de hebûna xwe domandine.
ARAFAT UYGUR
Yorumlar
Yorum Gönder