ANALÎZEK LI SER HELBESTA DÎLBER HÊMA-ÇÎROKA DAYIKÊ


ANALÎZEK LI SER HELBESTA DÎLBER HÊMA-ÇÎROKA DAYIKÊ
Dîlber hêma şairek modern ya edebiyata Kurdî ye. Di sala 1981 an de li Qosera Mêrdînê hatiye dinê. Wek hin helbestvanên başûrê Kurdistanê ew jî bi Tirkî dest bi helbestê kiriye lê ji sala 1998 an pê ve berê xwe daye zimanê Kurdî û bi Kurdî nivîsîye.  Helbesta wê ya Çîroka Dayıkê di nav pirtûka wê ya Medûsa de di sala 2008 an de ji weşanxaneya Avestayê çap bûye.
Helbest ji aliyê şiklî ve xwedî şêweyeke azad e. Lewra qalib nehatine bikaranîn û pîvaneke kîteyî an arûzî di helbestê de tune ye. Dîlber Hêma di hevpeyvîneke xwe de dibêje “ Helbesta modern di serî de xwediyê honandineke azadiyane ye. Ji ber ku sînorên di klasîkbûnê de hatine danîn, bi zanebûn tên hilweşandin.”[1]  Hêma gotina xwe di helbesta xwe de jî tetbîq dike. Rêzên helbesta xwe bi awayeke azad rêz dike û qalibên helbesta klasîk hildiweşîne. Tenê em dikarin bêjin di vê helbestê de komên rêzan heye. Her komek ji sê rêzan pêk hatiye û di nav xwe de xwedî wateyek e. Lê dîsa jî em nikarin bêjin ev teknîk helbestê xistiya nav pîvan an qalibek. Lewra rêz bi serê xwe di nav qalibek de nîn in û azad in. Zimanê Hêma wek peyv zimaneke vekirî ye lê di wateyê de hêmayên ku hatine bikaranîn zimanê dike zimaneke razber. Ji be vê yekê jî bi xwendineke sathî helbest nayê fêmkirin.  Di dawiya rêzan de bi bikaranîna pêyvên “veşartîbû, nedibû, mabû, girtîbû” ahengek hatiye afirandin. Disa di serê her komê de bi bikaranîna peyva “çend” ê, di nav helbestê de jî  ahengek hatiye avakirin. Di helbestê de tîpên mezin û nuqteşanî hîç nehatine bikaranîn. Dibe ku ji bo azadkirina helbestê û hilweşandina qaliban, Hêma van qaîdeyên rêzimanî bikar neanîbe.
“çend pirs veşartibû
di hebûna min de
dayika ku lêvên wê nedibişirîn

çend çîrokên xemgîn veşartibû
bi dû rêwîtiya min de
dayika ku kilên wê sipî nedibû”
Di helbestê de çîroka jiyana leheng an jî vebêjer di pênc qonaxên bingehîn de hatiye nivîsîn. Qonaxa yekemîn hebûn e, ku bi îxtimaleke mezin bi hebûnê qesta ji dayikbûnê hatiye kirin û dayîk di nav pirsiyarî de hiştiye.  Ji peyva “bişirîne” em fêm dikin ku dayik xemgîn e.
“çend pirs veşartibû
di hebûna min de
dayika ku lêvên wê nedibişirîn”
Qonaxa duyemîn rêwîtî ye. Di vê qonaxê de dayik wek jinek ku kilên wê sipî nabin hatiye teswîrkirin. Ev jî dibe ku meneya bêdawîbûna dayikê bide xwendevan. Her wiha dayik bi çûnê naguhere û her tim di bîra vebêjer de wek roja çûyînê diminê an jî vebêjer dixwaze wisa bimîne.
“çend çîrokên xemgîn veşartibû
bi dû rêwîtiya min de
dayika ku kilên wê sipî nedibû”
Qonaxa sêyemîn veger e. Vebêjer dîsa tesîra çûyîn û vegera xwe ya li ser dayikê teswîr dike ku piştî rêwîtiya vebêjer xewnên dayik şikestiye. Ev jî dîsa nîşaneya hizn û êşa dayik derdixe ber çavên xwîner.
“çend rojên xwe veşartibû
di vegera min de
dayika ku xewnên wê şikestibû”
Qonaxa çarem evîn e. Di vê qonaxê de vebêjer evîndar e û dibe ku ji ber evîneke bê îmkan be dayik bi lîlandinan hatiye teswîrkirin. Bi nêrînek din em dikarên vê qonaxê wek zewacê jî bibînin ku piştî zewacê dayik dîsa ji lawê/keça xwe vediqete ev jî dibe sedema lîlandina dayikê.
“çend lîlandinên xwe veşartibû
ji evîna min re
dayika ku dilê wê bêhêvî mabû”
Qonaxa çarem qonaxa dawîyê ye ku helbet ev jî mirin e. Dayîk di vir de wek jinek çavên bi rondik û giriyan hatiye teswîrkirin. Tesîra mirina law/keç  dayik xistiye nav êşek û dayik ji ber vê derdê digirî.
“çend rondik veşartibû
bi dû mirina min de
dayika ku çavên wê kevz girtibû”
Di helbestê de dayîk hertim tiştek vedişêre, naaxive, bêdeng e, bêhêvî ye û xewnên wê şikestî ye. Ev hemû taybetiyên dayika lehengê/a vê helbestê, taybetiyên gelemperî ne ku em dikarin di nav civakê de van taybetiyan di pirî dayikan de bibînin. Dayik bi kêfxweşî an jî derd û kulên zarokên xwe kêfxweş an jî bi elem dibin. Bi awayeke din ji bo zarokên xwe dijîn. Ev jî nîşan dide ku dayika di helbesta Hêma de sembola dayikên civakê ye.
Wek dawî em dikarin bêjin Dîlber Hêma di vê helbesta xwe de çîroka jiyanê di pênc qonaxan de nivîsiye. Di her pênc qonaxan de rewşa dayikê û tesîra ku van qonaxan li ser dayikê dikin bi zimaneke razber û bi hêmayên cûr bi cûr hatiye teswîrkirin. Her pênc qonax sembola jiyana mirovatiyê ye ku bi zayînê destpê dike û bi mirinê bi dawî dibe. Hêma jî van qonaxan di helbesta xwe de datîne ber çavên xwîner.
ARAFAT UYGUR



[1] Hevpeyvînek li gel Salih Kevirbirî (http://www.avestakitap.com/yazar.php?id=200)

Yorumlar

Popüler Yayınlar