Analîzek Li Ser Helbesta Dîlan Şewqî Ya Bi Navê “Îzmîrê Ev Çi Mazûbaniya Te Bû”
Analîzek Li Ser Helbesta Dîlan Şewqî Ya Bi Navê
“Îzmîrê Ev Çi Mazûbaniya Te Bû”
ARAFAT UYGUR
Dîlan Şewqî helbestvaneke
edebiyata modern ya Kurdî ye. Navê wê yê rastî Dîlan Reşad Şewqî ye. Di sala
1970 yî de li Dirbêsiyê hatiye dinê û pişt re jî mala wan çûye Serêkaniyê. Di
gelek kovar û rojnameyan de helbestên wê hatine çapkirin. Ramûsanên Sor, Hevdîtina pêxemberan, Ez Tev de Pencere Me navên
berhemên wê yên helbestê ne. Ez Tev de
Pencere Me di sala 2014 an de ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve hatiye
çapkirin. Helbesta ku niha ez ê li ser bisekinim jî di nav vê pirtûka wê de çap
bûye.
Helbestên Dîlan Şewqî xwedî
şêwazeke modern in. Lewra di helbestên xwe de Şewqî rê û rêbazên helbesta
modern bikar aniye. Helbestên wê ji aliyê şiklî ve azad in û ne li gor qeyd û
bendên helbesta klasîk hatine nivîsîn. Rêzên helbestê bi awayeke xweser hatine
nivîsîn û di helbestê de pîvana kîteyî an arûz nehatiye bikar anîn. Dema ku em
li helbesta Îzmîrê Ev Çi Mazûbaniya Te Bû
dinihêrin, bi awayeke eşkere em dibînin ku ev helbest jî li gor qaîdeyên ku
me li jor gotibû hatine nivîsîn. Zimanê helbestê wek helbestên din ên Şewqî,
zimaneke vekirî û xwerû ye. Herçiqas em kêm caran laqê peyv û sembolên razber
bên jî, helbest bi gelemperî li ber çav û eşkere ye. Metafor di helbestê de xwe
nîşan didin lê helbest dîsa jî fambar e. Dibe ku Şewqî xwestibe hemû kes
karibin ji helbestên wê fam bikin û têbigihên ka dixwaze çi bibêje.
Ji aliyê naverokê ve helbest li
ser bûyereke rastî disekine. Di helbestê de em fêm dikin ku li Îzmîrê bûyerek
qewimîye û helbestvan vê bûyerê ji xwe re wek mijar girtiye. Li gor lêkolînên
min, di sala 2012 an de, li Îzmîrê boteke penaberan diqulibe avê û 60 penaber
di nav behrê de difetisin. Ji van 60 kesan piranî penaberên Sûrî û helbet
piranî Kurdên Rojavayî nin[1].
Helbesta Dîlan Şewqî jî hem vî bûyerî datîne ber çavên me û me haydar dike û
hem jî bangek li Îzmîrê û herwiha dinayayê dike ku hay ji rewşa penaberan
hebin.
“Ew diçûn..
Ew diçûn.. bi carekê
Kar
hiştibûn
Bar hiştibûn
Xewnên xwe
Kulên xwe
Sûret û bîranînên xwe
Av û nan
Û şîrê zarokên xwe
Tev de bi xwe re biribûn”
Wek ku em ji van rêzan jî fêm
dikin, helbestvan bi çûyînekê dest bi helbesta xwe dike û rewşa penaberan
datîne ber çavan, ku her tiştên xwe li pişt xwe hiştine. Tenê Sûret û bîranînên
xwe, av û nanên xwe û şîrê zarokên xwe bi xwe re birine. Em dizanin ku penaberî
bûye qeder ji bo Kurdan û milletên din ên di siya şer û mirinê de dijîn. Welatên
ku lê şer diqewimin, şêniyên wan deran mal û milkên xwe, heyînên xwe li ber şer
dihêlin û ji mirinê, ji mirina malbat û zarokên xwe direvin da ku wan rizgar
bikin. Şewqî jî çîroka penaberên ku li Îzmîrê di nav behrê de fetisîne bi
helbesta xwe zelal dike.
“Ev çi mazûbanî bû… Îzmîra du rû
Ev çi mirin bû te da
Ma ne ew
berê nivkuştî bûn
Dilê xwe
li welêt hiştibûn.
Berî bên”
Şewqî di vir da bang li îzmîrê
dike û gazinên xwe jê re dibêje. Bi min ev bang ne tenê li Îzmîrê ye, dixwaze
hemû cîhanê bi vê bangê hişyar bike da ku ji bo penaberan haydar bibin, rewşa
wan û jiyana wan ji bîr nekin. Lewra piştî her şerî bi milyonan penaber li ser
rêyan, di behran de, tî û birçî dimirin. Helbet herî xirab ew e ku di nav
penaberan de zarok, pîrek û kal jî hene ku nikarin şer bikin û ji şer direvin
da ku xwe rizgar bikin.
Dîlan şewqî di helbestên xwe de
piranî bi hestên xwe yên şexsî dinivîse. Hestên wek eşq, hesret, êşa dûrbûna ji
yarê û hwd. Di vê helbesta wê de herçiqas dîsa hest û êşek şexsî hebe jî, mijar
mijarek civakî ye. Şewqî di çend helbestên xwe yên din de jî dîsa mijarên
civakî honandiye û danîtiye ber me. Lê gelo em dikarin bêjin Şewqî helbestaneke
civakparêz e? Li gorî min her çiqas aliyên wê yên civakparêz hebin jî, Şewqî
helbestvanê hestên şexsî ye. Lewra temayên helbestên wê piranî hestên şexsî ne.
Lê dîsa jî em sedî sed nikarin biryara vê mijarê bidin. Em dikarin bêjin Şewqî
helbestvaneke modern ya edebiyata Kurdî ye
ku bi hestên xwe yên şexsî dinivîse û hay ji civaka xwe û rewşa civaka
xwe jî heye.
https://www.sabah.com.tr/gundem/2012/09/06/multeci-teknesi-batti-cok-sayida-kisi-kayip
Yorumlar
Yorum Gönder