Ereb Şemo û Romana Wi Ya Şivanê Kurmanca
EREB ŞEMO
Ereb Şemo Nîvaskerekî Kurd e ku di sala 1987 an de li gundê
susiza Qersê hatiyê dinê. Dema ku di
karê çêkirina rêya trênê de dixebite bi bolşevîkan re têkiliyên wî çêdibe û bi
vî awayî di nav bolşevîkan de cih digire. Di şoreşa Bolşevîkan de ew jî bi Bolşevîkan
re dikeve refên artêşa sor a Ûrisan. Piştî şoreşê ji bo ku di nav Kurdan de
Sosyalîzmê belav bike tê erkdar kirin. Şemo ji ber ku li gundan paletî û
şivantî dike, ji xelqên wan gundan zimanên Rûsî, Êrmenkî,îngilîzî û tirkî hîn
dibe û ji Bolşevîkan re tercumanî dike. Her
çiqas di nav şer û jiyanek xizan de bijî jî, Şemo perwerdehiya xwe jî didomîne.
Di sala 1920 an de dest bi perwerdehiya xwe ya mastirê dike. Şemo piştî Şoreşê bi Îsak margulov re alfabeyek ji bo Kurdî ava
dikin. Her wiha rojnameyek bi navê Rêya Teze jî derdixe ku 73 sal ev rojname tê
çapkirin. Taybetiyek Şemo a herî girîng
jî ev e ku romana yekemîn a Kurdî
ku di sala 1935 an de hatiye çapkirin dinivîse. Her wiha çend romanên wî yên
çapbûyî jî ev in;
Dimdim,
Jiyana Bextewar,Hopo, Berbang
ŞİVANÊ KURMANCA
Şivanê Kurmanca yekemîn romana Kurdî ye ku di sala 1935 an
de ji aliyê Ereb Şemo ve hatiye nivîsîn. Cara yekem li Êrîvanê tê çapkirin. Min
romanê ji çapa wê ya ku ji Weşanên Lîsê di sala 2005 an de derketiye xwend.
Mijar:
Roman rewşa Kurdan a beriya Şoreşa Rûsî û piştî Şoreşê ji xwe re wek mijar girtiye. Feqîrî û
belengaziya Kurdên Qafqasê, jiyana wan a di bin zilma axa û began de û têkiliya
wan a bi şoreşa Rûsî û Sosyalîzmê re mijarên sereke ên romanê ne.
Kurte:
Roman behsa malbatek dike ku ji ber feqîrîyê diçin gundan,
şivantî û xulamtiya axa û began dikin û bi vî awayî debara xwe dikin. Ereb
jî ferdek ji vê malbatê ye ku çîroka vê
malbatê vedibêje. Malbat mallbatek qersî ye û li gundek qersê dijîn lê ji ber
ku êdî debara xwe li wê derê nikarin bikin çend gund digerin û di van gundan de
şivantiya axayan dikin. Di gundek de ereb dibe karkerê dibistanek û li wê derê
fêrî xwendin û nivîsînê dibe. Her wiha ji ber ku gundên diçinê gundên Êrmen,
Rûs û qazaxan in, Ereb ji wan fêrî zimanên wan dibe. Piştî şivantiyê Ereb
dikeve karek ku ji bo trênan rêyan çêdikin. Di vî karî de laqê Bolşevîkan tê û
di bin bandora wan de dimîne. Bi xwendina pirtûkên derheqê bolşevîzm û
Sosyalîzmê ew jî dikeve nav bolşevîkan. Rojek di mîtîngek bolşevîkan de ereb ji
ber axaftinek dikeve hepsê û pîştî derketina xwe ji ber ku zimanên êl û
neteweyên Qefqazê dizane ji Bolşevîkan re karê wergerê dike û dibe berdevkên
wan. Piştî demek tevlî artêşa sor a şoreşa Rûsî dibe. Ereb piştî şer dixwaze ku
hem vegere nav malbata xwe û hem jî di nav milletê xwe de Sosyalîzmê belav bike û wan ji vê nezanî û neheqiya li
ser wan xelas bike. Lê dema ku vedigere nikare karê xwe bibe serî. Ji ber ku neyê kuştin ji gundê xwe direve
diçe nav Ûris.
Lehengên romanê:
Lehenga romanê a sereke Ereb e û ev leheng nivîskar bixwe ye ku jiyana xwe vedibêje. Ji
ber vê yekê ye ku Şivanê Kurmanca wek romanek otobîyografîk tê hesibandin. Her
wiha du xuşkên Ereb ên bi navên Gogê û çîçek, du birayên wî ên bi navên dewrêş
û biro, diya wî û bavê wî jî lehengên li ber çav in. Em dikarin bêjin lehengên
alîkar zêde zêde hene. Lehengên xirab wek axa, beg,mela û şêxên ku li milletê
zilim dikin jî di nav çîrokê de cihek girîng digirin. Roman ji aliyê lehengan
ve pir dewlemend e lê xuya ye ku ev lehengên hana hem lehengên rastîn ên di
jiyana nivîskar de nin û hem jî lehengên sembolîk ên di civaka Kurdan de nin. Nivîskar ji bo ku çîroka xwe bi awayeke zelal
dayne ber xwîner zêde zêde leheng bikar aniye.
Mekan:
Di romanê de mekan a fireh ji qersa heta Qafasya û ber bi
Rûsyayê ve ye. Ji ber ku Şemo behsa jiyana Kurdên Qafqasyayê dike piranî mekanên vekirî wek gund, deşt, çiya û
zozanan hatiye bikaranîn. Lewra Kurdên qafqasyayê bi xwedîkirina heywanan û
xebata di deştê de debara xwe dikirin û
piranî li gundan dijiyan. Her wiha mekanên girtî yên wek goma dewaran, tendûra
ku malbata Ereb lê dijîn jî hatiye bikaranîn.
Dem:
Ji ber ku roman behsa Şoreşa bolşevîkan dike em fêm dikin
ku sal li dora 1917 an de ye. Pêşiya Şoreşa 1917 an a Rûsî û piştî Şoreşê.
Vebêjer:
Vebêjerê romanê Ereb e ku lehenga sereke ya romanê ye. Kesa
yekem (yanî ez, min) romanê vedibêje
Ziman Û Uslûb:
Zimanê romanê zimaneke vekirî û xwerû ye. Şemo zimanê
civaka xwe raste rast bikar aniye. Di hêla gramerê de zimanek qels heye. Sedema
vê jî ev e ku Şivanê Kurmanca di qada romana Kurdî de yekemîn roman e û bi
alfabeyek ku nû hatiyê avakirin hatiye nivîsîn. Hevokên kurt zêde zêde ne. Ev
jî nîşan dide ku ji hêla edebî ve zimanek bi rêk û pêk nehatiye bikaranîn. Şemo
çawa ku behsa xwe ji yekî hemberê xwe re bike nivîsiye. Ev jî nîşan dide ku
armanc ji edebîbûna romanê zêdetir
peyama romanê ye. Jixwe roman di bin bandora fikra Sosyalîzmê de û ji bo ku ev
fikir di nav Kurdan de belav bibe hatiye nivîsîn.
ARAFAT
UYGUR
Yorumlar
Yorum Gönder