JİN Dİ GULÊN QASİDA FATMA SAVCİ DE


JİN Dİ GULÊN QASİDA FATMA SAVCİ DE

Di edebiyatê de teoriya Femînîst, di salên 1960 an de li Îngilîstan, Emrîka û Fransayê derdikeve holê. Armanca vê teoriyê eşkerekirina rola jinê û nerîna li ser jinan a di edebiyatê de ye. Li gor vê teoriyê rexnegir ji du aliyan ve lêkolîn û analîzên xwe dikin; Rexneya li ser xwînerên jin û rexneya li ser nivîskarên jin.[1] Em ê jî di vê nivîsê de li gor metoda duyem, helbestên Fatma Savci binirxînin.
Fatma Savci di 1974 an de li gundê Girêmîra ya Nisêbînê hatiye dinê.  Dı sala 1990 an de berê xwe daye çiya û beşdarê Serhildêrên Kurd bûye. Piştî du salan hatiye girtin û heşt sal di girtîgehê de ma ye. Piştî vê serencama xwe ya di navbera keçek 16 salî, şervanî û girtîgehê, dest bi helbest nivîsînê kiriye û sê pirtûkên wê hatine çapkirin.
Fatma Savci di helbestên xwe de  mirin, cihêtî û eşqê zêde bikar aniye. Bandora jiyana wê li ser helbestên wê bi awayeke razber xwe dide der. Zarokek, keçek 16 salî, di nav jiyana gundewarî ku ji jinan re rêya dawiyê zewac û qebûlkirina erka mêran e,  di bin siya şer û mirinan de. Savci di hevpeyvînek xwede  dibêje “ Ezê jî mezin bibim, wek xuşka xwe bizewicim, mêrek min û zarokên min çêbibe. Pişt re; tu tişt! Lewra rêyek din tune bû.”[2] Helbet ev rewş li ser bandorek afirand û  di nav helbestên wê de, di nav peyv û hevokên wê de cihê xwe girt. Niha em bi çend mînakan, li jinên di helbestên wê de binêrin.
“Rûdinin li ber dergûşên ji dara gwîzê,
li ser kabokên wan pêçekên vala
kirasên bûkaniyê,
û wêneyek masûm
rêdûriya şervanan
dinehwirînin. “[3]
Di van rêzan de Savci teswîra jinek dike. Dayikek  ku li ber dergûşek vala rûniştiye û rêdûriya şervanan dinehwirîne.  Helbet ev jî rewşa Kurdan ku di bin siya şer û mirinan de dijîn, tîne bîra meriv. Ciwanên Kurdan berê xwe dane çiyan û bi çûna her ciwanek dilê  dayikek dibe xaneya xem û tirsan. Lewra her roj bûyerên kuştina şervanan digihîje guhê dayikan û dayik bi her bûyerê re dikevin nav tirseke ku rojek ev bûyer bibe bûyera mirina law an keçên wan be. Savci dixwaze vê êş û tirsa jin/dayikên Kurd dayne ber me, an jî tenê binivîse.
“Niha keçikek panzdeh salî
Dîsa dikule di nava min de;
Kulîlkên behîva çilmisînê
Di çavên wê de…
Bila bêjin îcar,
Kî ne yên ku dizîn
Stêrên çavên wê?
Nava min de tije bûye
Ji cendekên keçên ciwan
Yê bi “ recmê” hatine kuştin.”[4]
Savci  di van rêzên xwe de rewşa jinên Kurd bi awayeke êşdar û sîtemkar tîne ziman. Dibe ku xwestibe zewacên ku di emrê zaroktiyê de tê kirin an jî didine kirin rexne bike. Heke em ji aliyek din ve bixwînin, Savci, dibe ku ji zaroktiya xwe qal kiribe. Lewra em dizanin ku Savci di 16 saliya xwe de ji ber zordarî û zilmê, beşdarê şervanan dibe. Helbet şer ji ber bêhêvîbûna dahatûyê û her wiha afirandina hêviyek nû ji bo pêşeroj, ji bo wî dibe rêyek. Dîsa bi peyva “recm”ê, nexweşiyek civakê datîne ber çavan. Recm herçiqas niha pir neyê dîtin jî, em dizanin ku bi sedan jin hatine recm kirin. Savci jî bi vî awayî recmê wek sembola zilm û neheqiya li ser jinan bikar tîne.
Di helbesta wê de, pêşerojek baş ya jinan, di şexsê wê de, girêdayiyê mûcîzeyan e. Ev jî tema û fikrek bêhêvî di nav hişên xwîner de diafirîne.  Her wiha ew bang li xwedawendek dike ku mûcîzeyek biafirîne da ku hêviyên wî yên şikestî ji nû ve vejîn. Daxwazên xwe bi van çend misreyan diyar dike;
“Ax xweska xwedawenda hêviyê
Hişyar bibûya
Çemek avê biherikanda
Di nav bajarê kedera min de…
Çivîk û keçikên mirî bifiranda
Ji nav baxê pêşeroja min
Hişyar kiriba hemî evîn…
Û mûcîzeyek mezin çêkira
Ku dîsa bibûya
Hîrehîra
Keçikên nava min”[5]
Di helbestên Fatma Savci de mirin, cihêtî û eşq zêde zêde derdikeve pêş. Lê teswîrên wê yên jinên Kurd jî xwe bi awayeke eşkere nîşanê me dide. Savci di helbestên xwe de rewşa jinan, êşên jinan, hêvî û bêhêvîtiyên jinan carinan bi awayeke eşkere, carinan jî bi zimaneke razber datîne ber çavan. Jiyan û serencama xwe di helbestên xwe de ji xwe re dike mijar. Meriv dikare helbestên wê wek nimûneyên rewşa jina Kurd bixwîne.


[1] Moran, Berna;Edebiyat Kuramlari ve Eleştiri, Iletişim yayinlari, Istanbul,1999, r.249-250
[2] http://m.t24.com.tr/haber/fatma-16-yasinda-neden-daga-cikti-nasil-sair-oldu,85180;
[3] Savci, Fatma; Gulên Qasid-dergûşa ji dara gwîzê, Avesta, Stenbol,2006
[4] Savci, Fatma; Gulên Qasid-kê dizîn stêr, Avesta, Stenbol,2006
[5] Savci, Fatma; Gulên Qasid-kê dizîn stêr, Avesta, Stenbol,2006

Yorumlar

Popüler Yayınlar