SERENCAMEKE SÎH SALÎ
SERENCAMEKE SÎH SALÎ
Ez Erefat, xwendekarê pênc zanîngehan. Heskiriyê pirtûk û
agahiyên nû. Di dibistanek biçûk a gundê me de destpê kir hevaltiya min a bi
xwendin û pirtûkan re. Helbet destpêkê de xencî çend peyvan Tirkî nizanibûm û
ji ber vê yekê jî dest û guhên min pir dihate sorkirin. Belê we xelet fêm
nekir. Ji bo her peyveke Kurdî Şîmaqek li ser rûyê min an jî şivek li nav lepên
min diket. Rojek piştî van şîmaq û şivan min ji xwe re got; Erefat tu dînî
Tirkî hîn bibe û êdî bes ji van mamosteyan azar bibîne. Bi vê gotinê 8 salên
min bûn malê zimanê Tirkî. Ne ku ji Tirkî hez nakim, lê Tirkî zimanê min ê
zaroktiya min bi min da bîrkirin. Di dibistana seretayî de min dest bi xwendina
tirkî kir û pirtûkên Tirkî bûn xana xeyalên min. Bi her pirtûkê re cîhanek ava
bû û bi her qedandina pirtûkek re sînorê cîhana min a xeyalan berfirehtir bû.
Mamosteyên me yên dibistana seretayî, heftê carek pêşbirk li dar dixistin û di
her pêşbirkê de kesê ku di nav deqqeyek de herî zêde dixwend jî ez bûm. Hetta
carinan zarokên di polên ser me de, ji min re digotin” em ê zimanê te jêkin”,
lewra nikaribûn ji min zêdetir bixwendina.
Dema ku hatime pola çaremîn, bavê min, min şande medreseyek. Di
medreseyê de piştî dersên Quranê, seydayê min pirtûkek anî danî ber min,
Mewlûd. Helbet min dizanibû ev pirtûka ha di her şîn û şahiyên me de, şevên
Leyletul Qedran de û di rojên xêr de dihate xwendin. Lê her çiqas min lê guhdar
jî kiribû min nizanibû ku Mewlûd kitêbeke Kurdî ye. Di dersa yekemîn de bi
xwendina beyta “ Hemdê bê hed bo Xwedayê alemîn, Ew Xwedayê daye me dînê mubîn”
kelecenek ketibû laşê min. Ew roj min hîn bibû ku Kurd jî pirtûk nivîsîne.
Ev bibû destpeka serencama min ya bi
Kurdî re. Piştî Mewluda Melayê Bateyî çend kitêbên din jî ji ber çavên min
derbas bûn, li ser zimanê min peyv bi peyv geriyan û di nav hişê min de cihên
xwe girtin. Nubihara Biçûkan a Ehmedê Xanî bandorek mezin li ser min kiribû.
Xanî ji min re gotibû “Ne ji bo sahib rewacan, belkî ji bo biçûkêd Kurmancan” û
min gotina wî hildabû ser xwe. Sal derbas dibûn, pirtûkên din ên Kurmancî yek
bi yek dihatin û diçûn. Lê hemû bi tîpên Erebî û mijarên dînî.
Sala 2003 an de min lîseya Anadolê qezenc kir ku zimanê
lîseyê nîv Îngîlîzî bû. Piştî xwendina zimanê Kurmancî û Tirkî, niha jî zimanek
din dixwest cîhanek din di hişê min de biafirîne. Helbet afirand jî. Lê
guherîna min a herî mezin di wan salan de pêk hat. Min dizanibû ez Kurd im lê
tenê evqas. Lîseya me de piranî
xwendekarên ji navçeyan hebûn û her roj di polê de bi hev re niqaşên derheqê
mijarên ku min hîç nebihîstibû dikirin.
Partî, şervan, azadî, welat, ziman, Karl Marx, Lenîn, serokên Kurdan û
hwd… Erê min fêm kir ku zimanê me qedexe ye, şervanên ku ji bo azadiyê şer
dikin hene, partî û dezgehên me jî hene,
welatê me hatiye dagirkirin. Lê çi eleqeya me û Karl Marx û Lenîn bi hev
re hebû min fêm nedikir. Pişt re çend pirtûk dane min. Di wan pirtûkan de Qala
yekîtî, wekhevî, sosyalîzm û komunîzmê dihate kirin. Helbet tiştên ku hîn dibûm
ne tenê ev bûn. Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîd Nursî jî cara yekem di lîseyê de
tevlî cîhana min bibûn. Hema bêje min di lîseyê de baş bixwe hesiya ku ez Kurd
im û zimanê min jî Kurdî ye û em Kurd xwedî dîrokeke qedîm in.
Piştî lîseyê pêşî di zanîngeha Alparslanê ya Mûşê de beşa
îşletmê û piştî wê jî rêya Bûrsayê min dabû ber xwe. Min dixwest ez di bajarek
din de zanîngeh bixwînim û va ye di zanîngeha Uludagê de min dest bi beşa
teknîkerî ya doxalgazê kir. Li Bûrsayê jî hînbûnên min berdewam bû. Min dixwend
û dixwest ez her tiştî hîn bibim. Lê xwendinên min ên Bûrsayê nîşanê min da ku
ez nikarim her tiştî bixwînim. Di her niqaşê de me behsa zimanê Kurdî û
azadbûna Kurdan dikir lê yek ji me jî nizanibû ka Kurdî çawa tê xwendin û
nivîsîn. Di dawiya sala duyem de min ji xwe re ferhengek Kurdî-Tirkî stend û
min dest bi nivîsîna peyvên di ferhengê de kir. Carek min berê xwe dabû Kurdî û
êdî min nikaribû dev jê berdaya. Dijwar bû, kesî zana tune bû û hêviyên min têk
diçûn. Zanîngeh qediya û berê min dîsa ber bi Mûşa xopan de ket. Rojek di
pirtûkfiroşek de çavên min bi pirtûkek ket, “Tarî mîna mirinê, Ronî mîna
evînê”. Hey min dît ku ez li ser kursiyeke biçûk a parqa seriya bajêr im û bi
Mehmet Uzun re diaxivim. Peyv bi peyv û di her peyvê de çavek li ferhangê.
Rûpelek di saatekê de diqediya lê ew saet dibû salek di bihuştê de. Pirtûk di
şeş mehan de qediya. Rojê du sê saet ez û pirtûka xwe û alîkarê min ê mezin
ferhenga Zana Farqînî, me xwe davête kunceke malê an bexceyek tenha. Piştî du
salên mezin çar pirtûkên Mehmed Uzun bibûn mêvanên min ên her rojê. Helbet tenê
meşxûliyeta min xwendina van pirtûkan nebûn. Ji derve min beşa Têkiliyên Navnetewî
û disa di zanîngeha Alparslanê de jî Beşa îlahiyatê dixwend. Ji ber hin sedeman
Îlahîyat nîvco ma lê beşa din qediya.
Di sala 2015 an de min bihîst ku di Zanîngeha Alparslanê de
jî wek Artûklûyê beşa Kurdolojî vebûye. Ev bu sedema kelecaneke mezin. Bi zûtî
min hin pirtûk û mijarên azmûna ketina zanîngehan xwend û qedand. Helbet azmûn
jî bi coş û kelecaneke mezin derbas bû. roja ku encam dihatine aşkerekirin dilê
min dikir ji cî derkeve. Di cafeyekî înternetê de li ber kompûtirek sekinîbûm û
xwediyê cafeyê ji min re digot “Kurt Dîlî ve Edebîyati qazanmişsin abê”. Bi wê
hevokê cîhana min guherî, rengê cîhana min qulipî ser rengeke Kurdî û ev çar
sal e ku ev rewş berdewam e. Niha li zanîngeha Alparslanê ya Mûşê di pola çaremîn a beşa Ziman û Edebiyata Kurdî
de dixwînim. Bi Kurdî dijîm, bi Kurdî dixwînim û bi Kurdî dinivîsim. Her roj
dibim hevrêyê mezinek ji êl û milletê xwe. Dilê xwe bi zimanê xwe şad dikim û
cîhana xwe bi dengên zimanê xwe dixemilînim. Piştî sîh sal emrê xwe û çar
zanîngehan, cara yekemîn e ku xwe aîdê war û welatê xwe hîs dikim…
ARAFAT
UYGUR
Yorumlar
Yorum Gönder