Analîzek li ser Rehîmê Qazî û Romana wî ya Pêşmerge
REHÎMÊ QAZÎ Û ROMANA WÎ YA PÊŞMERGE
Rehîmê Qazî
di sala 1925 an de li gundê Gwêgeceliya Mikrayaniyê hatiye dinê. Piştî damezirandina Komara Mehabadê, bi
şêst-heftê kesan re ji bo perwerdehiyê çûne Bakûyê. Li Bakûyê di zanîngeha
Kîrov de beşa Dîrokê qedand. Teza xwe li ser serokkomarê Mahabadê Qazî
Muhemmed nivîsî. Rehîmê Qazî yekem romana Soranî di sala 1958
an de dinivîse lê roman di sala 1959 an de li Êrîvanê Çap dibe. Qazî di sala 1991 an de li Bakûyê jiyana xwe
ji dest dide û gora wî li Bakûyê ye.
Pêşmerge
romana yekem ya bi Soranî ye ku di sala 1959 an de ji aliyê Rehîmê Qazî ve li
Êrîvanê hatiye Çapkirin. Mijara romanê
zilm û zordariya axa û dewleta Îranê ya li ser Kurdên Rojhilatê ye. Her wiha di
romanê de behsa Komara Mahabadê û Qazî Mûhemmed jî tê kirin. Wek kurte em dikarin bêjin roman
behsa ciwanek bi navê Pîrût û serpêhatiyên wî dike. Pîrût, bavê wî Manend, bi
xwişka wî ya Xezal û diya wî re, li
gundê Kanîsewzê ya nêzî seqiza Kurdisatana Rojhilat dijîn. Pîrût di xortaniya
xwe de kar û barên malê yên li deştê û mal de dike. Li gundê wan axayek bi navê
Qerenî axa heye û hertim li gundiyan zilmê dike. Gundî di erdê Qerenî axa de ji
bo Qerenî xa dixebitin û ji xebata xwe
sê paran tenê parek dikarin bistînin. Pîrût aşiqê keçek bi navê Mîrût dibe ku li
gundê Kanîkîselê dijî. Ji bo karibe pê re
bizewice, xwişka xwe ya Xezal bi berdêlî dide birayê Mîrût, Şêrko. Li gundê Kanîkîselê jî axayek bi navê Mîne
axa heye û ew jî wek Qerenî xa zilmê li gundiyan dike. Mîne axa bi sê jinan re
zeviciye lê dîsa jî çav berdide Mîrût û dixwaze wê bi dest bixe. Bi dek û
dolabên xwe xirabiyê bi Mîrût dike û Mîrût li ber vê şermê îdare nake, xwe
darde dike. Pîrût û birayê Mîrût Şêrko
soz didin hev da ku heyfa xwe ji Mîne axa bistînin. Pîrût û çend ciwanên
gundiyên wî davêjin beriya leşkerên Îranî ku ji seqizê ber bi tehranê ve
direvin û yek ji wan dikujin. Pîrût ew roj du çek ji wan distîne û diçe gundê
Kanîkîselê da ku heyfa xwe ji Mîne axa bistîne. Ew û Şêrko bi hev re Mîne axa
dikujin û direvin tevlî Komeleyê dibin.
Komele li dijî zilma axa û dewleta Îranê şer dike û helbet axayên wek Mîne axa
û Qerenî axa jî ji bo ku îmtîyaza xwe ji dest nedin li dijî Komeleyê bi
Îraniyan re têkilî datînin da ku hêza xwe zêdetir bikin. Pîrût û Şêrko di
komeleyê de bêyî ku bizanibin Qazî ye, ji kesek bi navê Bînayî derheqê dîrok,
şer û mijarên din de perwerde dibînin. Pîrût di nav Komeleyê de serkeftî dibe û
berpirsiyariya pêncî pêşmergan didinê. Di wî navberî de alîkariya bavê xwe
Mamend dike û jê re car caran erzaq dişîne. Lê demek dirêj ji ber ku dûrê wan
deran dikeve nikare alîkarî bigihîne malbata xwe. Her wiha Qerenî axa jî ji ber
ku Pîrût tevlî Komeleyê bûye zilmê li Mamend dike û nan û ava malabata wî
dibire. Komele wezîfe dide Pîrût da ku biçe û gundê Kanîsewzê ji axayan û erkên
Îraniyan rizgar bike. Pîrût û Şêrko bi pêşmergeyan ve diçine gundê Kanîsewzê û
gund distînin lê Qerenî axa û
serleşkerekî Îranî ew roj çûne nêçîrê. Ew roj Mamend jî ji ber ku li mala wan
êdî nan nemaye bixwin, berê xwe daye çiyê da ku dar kom bike û bîne li seqizê
bifiroşe û bi pereyên wî jî hinek erzaq bistîne. Li çiyê berf û bager destpê
dike. Mamend dikeve şikeftekê û şeva xwe
li şikeftê di nav sermayê de derbas dike. Qerenî axa û serleşkerê Îranî li ber derê wê şikeftê kerguhek dibîbin, lê
heta ku bikujin Mamend ji şikeftê derdikeve û kerguh direve. Qerenî axa ji ber
vê yekê bi pehînan dikeve ser canê Mamend û dikuje. Di heman demî de xulamek
axa tê û nûçeya Pîrût û pêşmergeyan digihîne Qerenî axa. Qerenî axa û serleşker
bi cilên jinan direvin diçine Tehranê. Pîrût jî cendekê bavê xwe yê kuştî li
ber devê şikeftê dibîne.
Di romanê
de leheng piranî lehengên klasîk ên di romanên pêşîn ên Kurdî de ne. Teswîrên
lehengan bi awayeke îdealîzekirî û tenê ji hêla fîzîkî ve hatiye kirin. Derûniya
lehengan nehatiye vegotin. Lehengê
sereke Pîrût e. Şêrko, Mamend, Mîrût,
kak Bînayî (Qazî), Qerenî axa û Mîne axa jî lehengên girîng in. Pîrût û Şêrko
qehremanên ku li dijî zilmê derdikevin û ji bo milletê xwe dixebitin sembolîze
dikin. Mamendê bavê Pîrût jî dîsa di nav koma lehengên baş de ye û civaka Kurdên ku di bin zilma axayan de
hatine pelçiqandin sembolîze dike. Em dikarin bêjin Mîrût û Xezal jî wek
sembola jinên Kurd in ku di bin piyên zilma serdestan de hatine pelçiqandin.
Qerenî axa û Mîne axa qehremanên xirab û zalim in di romanê de. Teswîra wan jî
bi awayeke nebaş hatiye kirin ku zalim,xayînê milletê xwe, ziktirş û doxînsist in. Lehengê Bînayî (Qazî
Muhemmed) lehengek ji jiyana rast e ku serokkomarê Komara Mehabadê ye. Qazî bi
awayeke îdealîzekirî hatiye teswîrkirin. Miroveke zana, nefsbiçûk,
sîyasetmedarek baş û şervanek jêhatî ye.
Mekanên di
romanê de piranî mekanên vekirî ne. Mekan gundên Kanîkîsele û Kanîsewzê ku li
nêzîkî Seqizê ne, deşt û çiyayên wan gundan û bajarê Seblaxê ku Komele li wê
derê hatiye damezirandin in. Teswîrên van mekanan pir kêm û qels hatine kirin.
Her wiha di navbera mekan û lehengan de têkiliyek ku bandor li ser lehengan
bike tune ye.
Di romanê
de şikestina demê heye. Roman ji roja
dawiyê destpê dike pişt re vedigere beriya xwe ku Pîrût hîn di mala xwe de ye û
bûyer diqewimin. Pişt re dîsa digihîje roja dawiyê û diqede. Diyardeyên demê di
romanê de bi awayeke eşkere tên dîtin. Demsalên wek payîz, zivistan û biharê
hatine diyarkirin û teswîrkirin. Dîsa ji ber ku behsa bûyerên rastîn ên wek
têkçûna şahê Îranê Riza Pehlewî û destpêka Komara Mahabadê tê kirin, xwîner
dikare bizane ku di navbera 1941 û 1945 an de ye. Di rûpela 56 an de dîsa dem wek sala 1941 an
û ber bi dawiya romanê jî 1945 an hatiye vegotin.
Roman ji
devê kesê sêyem ku li derveyê romanê ye û hertiştî dibîne hatiye vegotin.
Helbet ev jî nehiştiye ku em dengê lehengan raste rast bibihîzin. Ji hêla ûslûb
û zimanê ve em dikarin bêjin zimaneke vekirî û herikbar hatiye bikaranîn. Ji
ber ku me ji wergera wê ya Kurmancî xwend helbet dibe ku di navbera soraniya wê
de cudatî hebin. Lê wergerek baş hatiye kirin û werger xwe bi xwîner nade
hesandin. Di romanê de herî zêde teswîrên serdeman û lehengan hatine kirin.
Zimanê teswîrên serdeman wêneyê wê serdemê di hişê xwîner de şîn dike. Dîsa
teswîrên lehengan, bi taybetî teswîra Qazî Muhemmed, di hişê xwîner de wî
lehengî bi rih dike.
ARAFAT UYGUR
Yorumlar
Yorum Gönder