DÎSTOPYAYEK RASTEQÎN “ WEHŞÊ Dİ HUNDİRÊ MİN DE”
(Kovara KUND Hejmar:4 rû:37 2019)
Helîm Yûsiv di sala 1967 an de li
Amûdê hatiye dinê û ji sala 2000 î ve li Elmanyayê dijî. Romannûs û çîroknûseke
edebiyata Kurdî ye ku 5 roman, 4 pirtûkên çîrokê û kitêbeke lêkolînî ya li ser
romana Kurdî , yên wî hatine weşandin. Wehşê Di Hundirê Min De[1]
yek ji wan romanên wî ye ku îsal hatiye çapkirin. Roman li ser çîroka qehremanê
herî ber bi çav Salar disekine ku di nav welateke di bin zilma wehşan de tê
dinê û li welatê xwe, ji ber nivîsîna pirtûkeke bi navê “ Bav û Kur” ku serokê
welêt rexne dike bi salan di zindanên sar û warên îskenceyan de dimîne.
Dîstopya peyvek Yewnanî ye ku ji qertafa
“dîs” ku wateya neyiniyê dide û peyva “topos” ku tê wateya cihê xirab/ warê
xirab, pêk hatiye. Ev peyv bi wateya “ li dijî utopyayê, li dijî têgeha
utopyayê, utopyaya hember” tê bi kar anîn.( (Bezel, 1984: 5) Cara yekem John Stuart Mil di sala
1868 an de vê peyvê bi kar aniye. Di nav
romanên dîstopîk de çend romanên navdar Cîhana
Nû ya Wêrek ya Aldous Huxley, 1984 a
George Orwel, Fahrenheit 451 a Ray Bradburry
nin. Ezê jî niha bi nêrîna romanên dîstopîk romana
Helîm Yûsiv ya Wehşê Di Hundirê
Min De binirxînim.
Welatek bifikirin ku hemwelatiyên
vî welatî dema ku di ber peykerên serokê vî welatî de derbaz dibin, tirs û
xofek dikeve nav dil û hinavên wan. Welatek ku hemû biryar, hemû hêz û rêvebirî
di destê serokê ku binavê “Serokê Nemir”
tê binavkirin de ye. Helîm Yûsiv
di vê romana xwe de behsa welatek wiha dike ku dişibe romaneke dîstopîk, wekî romana
Geroge Orwelî ya bi navê 1984[2]. Jixwe dîstopya ew roman e ku behsa dewletên otorîter dike ku
hêz û biryar di destê kesek an komekê de ye û bi sed çavan dikeve nav jiyana
hemwelatiyan da ku bizanibe kî derheqê vê hêzê de muxelefetê bike, hetta devê
xwe jî veke, bi awayekê hovdar wan bixe heps û zindanan. Di Wehşê Hundirê Min De jî kesên derdorê salar dema ku muxelefetek biçûk
jî li dijî Serokê Nemir an jî dewletê dikin, dikevin hepsê. Çawa ku mamosteyê
Salar, mamoste Alan ji ber karên xwe yên sîyasî dikeve hepsê û malbata wî
nikare zindana ku lê dimîne jî hîn bibin. Helbet em nikarin bêjin ku Wehşê Di Hundirê Min De sedî sed
romeneke dîstopîk e. Lê ji ber çend taybetiyên xwe romana dîstopîk tîne bîra
xwîner. Lewra di romanê de sixûrên dewletê li her kesî guhdar dikin, dişopînin
û haydar dibin ku kî/kê li ku derê çi diaxive, çi dike û bi kî/kê re dide û
distîne. Hetta dema ku mehkümek di zindanê de li ber lêpirsînê ye, pirskerek jê
re dibêje “ Ti tiştek li ser rûyê erdê tuneye ku ji xwedê û ji muxeberatan
veşartî dimîne.” Her wiha serokên ku di nav hemwelatiyan de wek nemir û herî
hêzdar tê dîtin jî taybetiyek romana dîstopîk e ku di vê romanê de jî serok wek
nemir tê dîtin û bi navê “Serokê Nemir” tê binavkirin. Welat bi peyker û
wêneyên wî hatiye neqşkirin.
Welatên ku di romanên dîstopîk de
tê behskirin, welatên xeyalî ne an jî yên dibe ku di pêşerojê de bê avakirin
in. Ev xal cudatiya di navbera romana Helîm Yûsiv û romanên dîstopîk de xala
herî girîng e. Lewra taybetiyên welatê ku Yûsiv di romana xwe de behs dike, herçiqas
bi nav neke jî dewleta Sûriyê tîne bîra meriv. Lewra di romana Yûsiv de piştî
“Serokê Nemir” kurê wî derbasê serê dewletê dibe ku serokê nû “ hem doktor e û
hem xort e û hem jî li ewropayê xwendiye”. Ev agahî Beşar Esadê kurê Hafiz Esad
tîne bîra meriv ku piştî bavê xwe bû serokê dewleta Sûriyê. Her wiha di romanê
de sixûr û îstîxbaratên dewletê, bi “Muxaberat”ê tê bi nav kirin ku navê saziya
îstîxbarata dewleta Sûriyê jî “El Muxaberat” e. Ev xalên hana ku me behs kir, rê
li ber me vedike ku em karibin bêjin romana Helîm Yûsiv, dîstopyayekê ku li ser
rûyê dinyayê hatiye avakirin datîne ber çavên xwînerên xwe.
Wek encam em dikarin bêjin di
navbera romanên dîstopîk û romana Helîm Yûsiv a bi navê Wehşê Di Hundirê Min De hevparî û cudahiyên cûr bi cûr hene. Dema
ku Meriv romana Yûsiv dixwîne, romanê dîstopîk di hişê meriv de xwe nîşan dide.
Lewra roman bingeha xwe ji dîrokek ku li nêzî me qewimîye, ji dewletek ku hîn
jî dijî distîne. Min jî xwest ku ji vê
hêlê ve romana Wehşê Di Hundirê Min De binirxînim û hin taybetiyên vê romanê
analîz bikim.
ÇAVKANÎ
1.
BEZEL, Nail, (1984), Yeryüzü Cennetleri, Say Yayınları, İstanbul.
2.
Orwel, George. (2000). 1984.
İstanbul: Can Yayinlari.
3.
Yüsıv, Helim (2018). Wehşê Di Hundirê Min De. İstanbul: Weşanên Peywend
[1]
Yûsiv, Helîm (2018). Wehşê Di Hundirê Min
De. İstanbul: Weşanên Peywend
[2]
Orwel, George. (2000). 1984. İstanbul: Can Yayinlari.
Yorumlar
Yorum Gönder