ÎBRAHÎM EHMED Û JANA GEL
ANALÎZEK LI SER ROMANA JANA GEL
Îbrahîm Ehmed, di sala 1914' an an 1915'an,
li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Di sala 1937'an de li Bexdayê xwendina hiquqê
temam kiriye. Di sala 1942'an heta sala 1944'an hakimî kiriye. Di sala 1939'an
heta sala 1949'an bi hevkariya li gel mamoste Elaeddîn Seccadî kovara Gelawêj
li Bexdayê derxistiye. Her li ber vê jî naçar bûye di sala 1947'an de dev ji
memuriyeta dewletê berde. Di sala 1947'an şûn de wekî yek Ji wan serokên
Partiya Demokratê Kurdistanê navê wî belav bûye.[1] Di
sala 2000 an de li Londona Îngilîstanê jiyana xwe ji dest dide.
Berhemên
wî:
"Le Wolatê
Qaremanan" (1942), Çîrok
"Xazê"
(1943) Kurteçîrok
"Kwêrewerî" (1944) Kurteçîrok
"Kerelotiyê Menûçer" (1945)
Kurteçîrok
"Jana Gel " (1972) Roman
Jana
Gel
di sala 1956 an de hatiye nivîsîn lê dî sala 1972 an
de çap bûye. Mijara romanê wek navê xwe jana gelê Kurd e. Di romanê de êşên ku Kurd di bin zilm û
zordariya desthilatdaran de dikişînin û bandora van êşan li ser endamên civaka
Kurd, zêdetir pêş ve derdikeve.
Navê
romanê:
Navê
romanê bi mijara xwe ve eleqedar e. Lewra di romanê de behsa êş û janên Kurdan
ku di bindestiyê de dijîn tê kirin. Her wiha roman jî bi jana Kalê ya jina lehengê camêr destpê dike ku di ber
zayînê de ye. Dîsa di romanê de dema ku Camêr û hevalê wî Şaho bi hev re diaxivin di suhbeta wan de
wiha derbas dibe. “Di hinek qonaxên
dîroka civakî de,
şoreş dibe tiştekî pêwîst û fermaneke naçarî. Çunkî şoreş nebe, zulm, zorî û
eziyet ji holê ranabin.
Di
saya şoreş de nebe, qeyd û zincîrên dest, mil û hişê civakên xelkê nayên çirandin. Şoreş jana gel
e. Navê janê bi xwe li ser janê ye, çi ya jinan be, çi ya gel. Ji ber vê tiştek
ecêb nîn e ku jana gelek pir derd, eziyet, xwîdan, rûndik û xwîn be, ev wiha
ye. Lê gelo tu şik di wê de heye ku hatina dinê yê neteweyek aza yê serbilindê
bextiyar, janek ji wê hê eziyet û nexweştir bi xwe re tîne? “ (r 164)
Kurte:
Roman li ser serpêhatiyên kesek bi navê
camêr hatiye honandin. Camêr û diya xwe Ecê bi hev re dijîn. Xizmek wan ji bo
çend rojan ji gundê xwe tên mala wan û dibin mêvanên wan. Camêr herçiqas aşiqê
qîza mamê xwe Askol be jî demek şûn re bi Keça xizmên wan Kalê re dizewice.
Kalê û ew di xaniyek li bajarê Ç dijîn. Rojek Kalê dikeve ber êşa zayînê. Camêr
mecbûr dimîne ku wê bitenê bihêle û biçe mamanek(Hemşîre) bine da ku jina wî
bide zayîn. Lê pêrgî çalakiyek tê ku êrîşek dibin ser avahiya serayê. Di nav şer
de dimîne û birîndar dibe. Dema ku çavên xwe vedike xwe li ofîsa Cendirmeyan
dibîne. Cendirme wî wek serokê vê êrîşê dizanin û ji ber vê yekê dadgeh deh
salan ceza didê. Piştî deh salan Camêr ji hepsê derdikeve û bi hêviya dîtina
jina xwe û kurê xwe yê Hêwa ku di wê şeva reş de hatibû dinayê bibîne, diçe
mala Lawe. Lawe di hepsê de hertim alîkariya wî kiribû û jê re pere
şandibû. Her wiha Lawe di nameyên xwe de jê re gotibû ku ew ê li zarok û jina
wî jî xwedî derkeve. Camêr dema ku digihîje mala Lawe hîn dibe ku Kalê û Hêwa çûne
gundê Gulan mala xaltiya xwe. Bi çend rojan Camêr ji Lawe dixwaze ku biçin an
jî yekî bişînin bila Kalê û Hîwa bînin. Lê Lawe hertim meneyek derdixe ku
nikarin biçine gund, rê girtî û talûke ne û leşker nahêlin kes derbasê aliyê
gundan ve bibe. Di wî navberî de Camêr li bajêr digere û guherîna bajêr dibîne.
Her wiha hevalê xwe yî Aso Mendî dibîne û bi saya wî, kesek bi navê Hesenê Nerîman nas dike ku di
nav LAN de di refên şoreşê de ye. Camêr piştî çend rojan êdî hêviya xwe ji Lawe
dibire û bixwe dikeve rê da ku biçe gundê Gulan û malabat xwe bîne. Di rê de
pêrgî wêraniye gundan û belengaziya gundiyan tê. Li ser rê di qehwexaneyek
radiweste ku mêrê xwediyê qehwexanê ji aliyê pêşmergeyan ve hatiye birin.
Helbet ji jinik hîn dibe ku pêşmerge gotiye dikan û malên herkesî tên
bombekirin û wêrankirin lê ya te li ser piyan e. Lewra tu teqez ajanê dewletê
yî. Piştî hin axaftinan qehwexaneya ku lê ye tê bombebaran kirin. Jinika
xwediyê qehwexanê ber bi qehwexanê ve diçe da ku pereyên xwe hilde lê ew jî tê
kuştin. Camêr bi dixwaze ji wê derê dûr bikeve lê pêşmergeyên LAN yê rê lê
digirin û ji ber ku wî wek ajanek dibînin, wî digirin û dibin qerergaha xwe.
Camêr li wê derê bi saya Nerîman hesen îspat dike ku ajan an sixûr nîn e. Her
wiha ji Nerîman Hesen hîn dibe ku gundê Gulan hatiye bombebaran kirin û tu kes
xilas nebûye. Camêr bi hêviyên xwe yên şikestî vedigere bajêr û piştî demek
tevlî şervanên LAN yê dibe. Her wiha ji
Lawe re jî bi nameyek vê yekê dibêje. Lawe jî jê re nameyek dişîne û eşkere
dike ku jê re derew kiriye. Şeva ku ew hatiye birîndar kirin û ketiye hepsê,
jina wî Kalê ji ber jana zayîne miriye û tu car zarokek wî çênebûye. Lê
xwestiye ku hêviyek bide Camêr û zindana wî ya tarî bi çirûska vê hêvîye ronî
bike da ku Camêr ji bo vê hêvîyê bijî û bi saxî ji zindanê derkeve.
Leheng:
Di romanê de du beş leheng hene; ên baş
û ên xirab. Ên baş ji her aliyê xwe ve baş in û hatine îdealîze kirin. Yên
xirab jî ji binî xirab in. Ev jî bi min di romanê de nîşenaye qelsiya
afirandina lehengan e. Her wiha lehengên sereke wek berdevkê nivîskar in ku
fikrên nivîskar ji ser wan xwe dide der.
Camêr: Camêr lehengê sereke ye ku di navenda çîroka
romanê de ye. Camêr wek peyv jî di meneya mêrxas, ciwanmêr de ye. Her wiha di
romnê de jî wek navê xwe camêr e. Camêr hatiye îdealîzekirin ku bi her awayê xwe
xwedî taybetiyên şexsiyetek baş e. Hem ji bo civak û welatê xwe ked dide û hem
jî ji aliyek ve dixwaze xwedî li malbata xwe derkeve.
Kalê: Kalê jina Camêr e. Ji ber êşa zayînê dimire “Kalê keçeka
xwînşêrîn, şanzdeh-hefdeh salî ya delal. Pirçek reşa dirêj a hemû dem
şehnekirî, heta li ser kamaxên wê
hatî, du rêz bijangên şaş ên dirêj ku car û caran dema serî hildidan baweşîna
ronahî, xweşî, ciwanî û sipehiyê jê dihatin der. Pozek hinek pan bi ser dev û
lêvek girovel a
şerabî de û xwedî rûyek bi çav û bedena wê lêhatî.”(r 48-49)
Lawe: Lawe hem hevalê Camêr e û hem jî
kurmamê wî ye. Lawe wek alîkarê lehengê sereke hatiye nîşandan. Dema ku camêr
di zindanê de ye jê re peran dişîne. Dîsa ji bo ku camêr di zindanê de xwe
bernede û xwedî hêviyek be jê re derewan dike.
Hîwa:
Hîwa wek lehengek xeyalî ye ku hîç nehatiyê dinayê, lê Lawe ji bo ku
hêviyek bide Camêr ew afirandiye. Yanî lehengek di nav romanê de ku hatiye
afirandin, lehengek din ê xeyalî
dafirîne. Hîwa wek sembola hêviyê ye ku Camêr bi zûtî dixwaze bigihîje tê.
Lewra camêr bi hêviya ku rojek bigihîje tê, di zindanê de sebir dike. Dibe ku
Hîwa hêviya Kurdan be, her tim Kurd li pey diçin û dixwazin xwe bigihîjinê.
Aso Mendî: Hevalê Camêr e.
Piştî ku Camêr ji zindanê derdikeve, ji hevalên xwe cara pêşîn laqê wî tê. “Dema wî Aso cara dawiyê
dîtibû, ew
xortekî
xwîngerm
ê baş, xweşik, rûgeş û qît û zirav bû.” ( r 77). Dîsa piştî ku Camêr aso dibîne
û pê re diaxive dilê camêr xweş dibe. “Dema ku Camêr ji qehwexanê derket derve
ku ber bi malê here, çare û hêviyên wî ji berî ronîtir û zelaltir bûbû. Wekî bi
dîtina Aso yê hevalê wî yê zaroktîyê û wan tax û kolanan, ew gotinên nermên
nazik ên germîn ku ji nîvê dilê wî dirijan, ew xoşewîstî û bîrên başi yên ser
xelkê derûberên xwe
dibarand, di navek re wek ku jiyana wî anîbe bi bîrê.”(r 82)
Nerîman Hesen: Nerîman hesen
di nav refên Pêşmergeyan de ye. Camêr bi saya Aso wî nas dike. “Nerîman birayê Heme Çawşîn ê Xwedê jê razî be ku di
xwenîşandanek berî niha de hat şehîd kirin. Kurekî jîr û mêrxas e di nav rêzên "L.A.N" de û ji rêxistinên
bajêr re poste dibe û tîne. Niha tu dê bibînî, berî niha ew di dibistanê de bû û heta sinifa şeşan xwend, ji
ber feqîrtiyê dev ji xwendinê berda û di firinek de xebitî, demek hinek serserîtî
jî pê re hebû lê niha xebata ku dike wisan li wî kiriye, ji zêrê jî saxlemtir e. Kurekî têgihiştî
yê hîşyar, bêkîbîr û saxlem jê derketiye ku li gor dilê te.” Nerîman Hesen jî lehengek Îdealîzekirî
ye ku ji her aliyê xwe ve baş û dirust e. Her wiha wek sembola şervanên Kurdan
e.
Mekan/Cih:
Di romanê de mekanên girtî û vekirî
hene. Di hin cihan de mekan hatine teswîrkirin lê teswîr lewaz mane. Mekanên
vekirî wek gundê Gulan, bajarê C û hwd nin. Mekanên girtî di romanê de êdî ber
bi çav in. Mala ku Camêr û diya xwe tê de dijîn, mala Camêr û Kalê, zindana ku
Camêr 10 sal tê de maye mekanên girtî ên sereke nin. Teswîra mala Camêr û Kalê
wiha ye; “
Di xaniyek biçûk li
taxa
"S..." li
bajarê
"Ç..." di odek sade, pak û xweş ku du pencerên mezin ên bi ser
bahçeyek biçûk a hîn baş nehatibû rêkûpêk kirin û bi belgên zer ên payîzê ve
hatibû dagirtin,
hemû eşyayên odê ji masek û du kursiyên hesin li gel eynikek çarçove dar a ku di
koşek odê de hatibû
danîn
û nlvînek ê li
ser
erdê raxistîbû, pêkhatibû.”(r 14) Zindana ku Camêr tê de hatiye girtin di nav
qirêjî û tarîtiyê de ye. Hertim îskence li girtiyan tê kirin. Ev jî li ser
camêr bandorek pêk tîne ku piştî derketina xwe ya ji wê derê jî ev bandor
didome. “Va ye
nêzîkî deh salan bû ku di vê seetê di nav ciyan de nebûbû, niha dema hejmartinê bû, pênc pênc
wekî pez di
hewşê
de pêşiyafermandarê zîndanê de rêz
dikirin, niha jî wek ku havriyên
wî rêz kiribin û li ser piyan didan sekinandin. Hey çi kafirbav bûn. Carên wisa
hebû seetek zêde wî
xelkî
bi wî
awayî
dihîştin, bê ku yek biwêre rewşa xwe biguhere. Wey li halê wî yê xwe şaş bike, destê xwe deyne erdê yan
rûne. Gardiyan
bi
qamçî, şeqam diketin ser.” (r 37)
Dem:
Roman ji roja ku Camêr ji girtîgehê
derdikeve destpê dike û heta roja ku Camêr di nav refên LAN yê de nameya Lawe
dixwîne didome. Lê dema Romanê Kronolijîk nîn e. Dem carinan paş ve diçe (Flash
Back) û behsa beriya girtîgehê dike. Ev şikestin jî dîsa di du deman de pêk tê.
Beşa yekem de bi roja derketina zindanê destpê dike lê vedigere 10 sal berê û
ev di beşa duyem de jî didome. “Her çendîn nêzîkî deh sal berî qewimî bû, lê li
gel
vê jî gelek bi ronî û vekirî dihatin ber çav û nişê wî.” (r 14) Roja ku di xwenîşandanê de tê birîndar kirin
25 ê Teşrînê ye. Sal nehatibe diyarkirin jî em dizanin ku rojek Payizê ye. “Dem
dema êvarê bû, li asîmanê aloz û tarî ya payîzê, pele hewrên perş û belav
dagirtibûn, ew mijûlê gogên ji herî (çamur) çêkirinê bûn. Li ser erdê jî belgên
zer ên ji xwe bêzar ên payîzê ji dar û beran diweriyan, bi gufe gufeke gelek bi
tore, tuz û xubar dirapêçan û didan li ber xwe.” ( r 14) Dîsa di beşa pêncemîn de vedigere 12 sal berê
ku jina xwe Kalê nas dike. “Berî
destpêkirina vê çîrokê bi danzdeh salan, piştî nîvroyek havînê, Camêr bi dilek
xweş û berîkek tejî, vedigerîya mal.” (r 42) Bi gelemperî em dikarin bêjin
bûyerên romanê di nav 12 salan de pêk hatiye lê dema vegotina romanê ji roja
derketina hepsê heta gihîştina LAN yê ye. Ev jî ne diyar e ka çiqas dem didome.
Uslub
Vegotin û Ziman:
Em çîrokê ji devê kesek sêyem ê ji derve
ve dibihîsin. Lê ji ber ku roman romanek bûyerî ye dîyalog zêdetir derdikeve
pêş xwîner. Di diyalogan de hemû leheng heman zimanî bikar tînin. Çi gundî, çi
bajari û çi lehengên din hemû jî bi heman peyvan diaxivin. Yanî ji kesan
zêdetir civak, ji takekesî zêdetir civakî ye roman. Ev jî baweriya xwîner ya bi
lehengan dişkêne.
ARAFAT
UYGUR
[1]
Ehmed, Îbrahîm,(1992) : Pêşgotin.
Fuad, Kemal. Di nav Jana Gel de (r.
9-11) Stockholm: Wêşanxana
APEC
Yorumlar
Yorum Gönder