MEHMED UZUN Û TU


MEHMED UZUN Û ROMANA WÎ YA YEKEM TU


Mehmed UZUN di sala 1953 an de li sêwregê tê dinê. Di sala 1977 an de ji ber mecbûriyetê ji welêt derdikeve û diçe Swêdê. Heta sala 2006 an li swêdê dijî û berhemên xwe li wê derê dinivîse. Uzun di klûba PEN a swêdê de bi awayeke aktîv cih digire. Heta niha heft romanên wî yên çapbûyî hene. Uzun di sala 2007 an de ji ber nexweşiya penceşêra mîdê diçe ser dilovaniya xwe.
Berhemên wî:
Tu- Roman(1985),
Mirina Kalekî Rind- Roman (1987)
Siya Evînê- Roman (1989)
Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê- Roman (1991)
Ronî Mîna Evîne – Tarî Mîna Mirinê- Roman  (1998)
Bîra Qederê- Roman (1995)
 Hawara Dîcleyê I (2002), Hawara Dîcleyê II - Roman (2003)
Ruhun Gökkuşağı-Roman, (2005)
Destpêka Edebiyata Kurdî- Lêkolîn, (1992)
Hêz û Bedewiya Pênûsê -Ceribandin, (1993)
Antolojiya Edebiyata Kurdî 2 cild(1995)
Nar Çiçekleri- Ceribandin, (1996)
Ziman û Roman -hevpeyvîn, (1997)
Bir Dil Yaratmak- Hevpeyvîn, (1997)
Dengbêjlerim- Pexşan, (1998)
Zincirlenmiş Zamanlar Zincirlenmiş Sözcükler- Pexşan, (2002)

Romana Wî Ya Tu
Tu di sala 1985 an de cara yekemîn tê çapkirin. Bi Tirkî û bi çend zimanên din hatiye wergerandin. Mijara romanê rewşa Kurdan e ku di heps û zindanan de dersab dibe û bandora zindanê ku li ser derûniya ciwanek( Navê lehengê nehatiye gotin) xwe nîşan dide. Roman behsa ciwanek dike ku şevek polês davêjin ser mala wan û bi lêxistin û tehndanê wî dibin zindanê. Di rastiyê de herçiqas sûcek lehengê romanê tune be jî, behane nivîsek e ku di nav pirtûkên wî de derdikeve. Lehengê me pêşî davêjin hucreyek ku di nav bêhna îdrar û qirêjîyê de ye. Di wê hucreyê de li ciwan îskenceyên cûr bi cûr tê kirin. Ciwan di wan îskenceyan de ji ber ku hişê xwe ji vê rewşa kirêt dûr bixe bîranînên xwe difikire. Di nav wî tenêtî û îskenceyê de ciwan kêzekek dibîne û ji kêzikê re, dest bi vegotina çîrokên ku di zaroktiya wî de pîrika wî jê re vegotiye dike. Piştî çend rojên bi îskence, ciwan davêjin qawîşek. Ciwan di qawîşê de  sê kesan nas dike; Apo, Pismam, Mamoste. Ji Apo meseleyên derheqê qewmê xwe de û jiyana amiyane ya Kurdan hîn dibe. Ji Mamoste jî rewşa Kurdan bi nêrîneke zanistî hîn dibe. Bi vî awayî qawîş ji bo ciwan dibe wek fêrgehek û ciwan xwe bi agahî û zanînên nû pêş ve dixe.
Dema ku em ji aliyê lehengan ve li romanê binhêrin, herçiqas lehengên cûr bi cûr ên alîkar hebin jî, lehengên sereke çar kes in; Ciwan, Apo, Mamoste û Pismam. Ciwanê ku dikeve girtîgehê lehengê me yê sereke ye. Bûyer li dor vî lehengî diqewimin. Leheng wek semboleke civaka Kurdan hatiye afirandin ku di jiyana xwe de her kurdek an girtîgehan dibîne an jî îxtîmalek mezin e ku bibîne. Bi alîkariya vî lehengî, Uzun derûniya kesên ku ketine girtîgehan û îskenceyan dîtine datîne ber xwînerên xwe.  Her wiha ji aliyek din ve jî bi saya vî lehengî hişyariyek tê dayîn ku ciwanên Kurdan divê dîroka xwe, zimanê xwe û hwd hîn bibe û ji bîr neke. Ev leheng dişibe Uzun ku Uzun jî di sala 1970 an de dikeve girtîgehê û du sal di girtîgehê de dimîne. Uzun bixwe jî di gotareke xwe ya li ser romana Tu yê de dibêje “Ez dikarim bêjim bibêjim ku di avakirina qehremanê romanê de perçeyek ji min û tecrubeyên min jî heye, lê ew ne ez im. Tê de ez jî heme lê qehreman em hemû ne”[1]
Apo kalekî Kurd e ku ji ber tevgerên xwe yên sîyasî bi ciwan re di heman girtîgehê de ye. Hertim ji lehengê ciwan re behsa çîrokên Kurdî dike. Mehmed Uzun dîsa di hemen gotara ku me li jorê behs kiribû de dibêje “ Apo merivekî rasteqîn e… Navê wî yê rastî Halîl Çîftçî bû… Tevî ku ew kal bû, jê re 16 sal ceza dabûn”. Em ji vê derê jî fam dikin ku lehengê bi navê apo kesekî rateqîn e ku Uzun wî di nav romanê de bikar aniye.
Mamoste jî girtiyek di heman girtîgehê de ye. Mamoste wek sembola rewşenbîr û zanayên Kurd di romanê de cih digire. Uzun dibêje “ Herçî Mamoste ye, Şexsê Îsmaîl Beşîkçî bixwe ye “[2]
Lehengê bi navê pismam dîsa di heman girtîgehê de ye û pismamê ciwan e. “Pismam Kurdê ronakbîr ê wê demê ye”[3]
Di romanê de piranî mekanên girtî hatine bikar anîn. Pêşî xaniyê Ciwan, pişt re hucre û qawîşa girtîgehê. Helbet di nav van mekanan de  ya herî girîng hucre û qawîş e. Hucre mekaneke neyînî ye ku li ser lehengê me bandorak zêde zêde dike. Lewra lehengê me di vê hucreyê de di nav qirêjî û bêhnên pîs de dimîne. Û car caran ji bo îskenceyê tê birin û anîn. Dîsa lehengê romanê di vê hucrê de dikare çîrokên xwe ji kêzikê re vebêje. Ev jî hucreyê dike mekanek girîng ji bo romanê. Qawîşa girtîgehê  mekaneke neyînî ye ku li ber azadiya lehengan asteng e û divê tê de li gor hin qaîdeyan tev bigerin. Lê her wiha mekaneke erênî ye jî. Lewra ciwan di vê mekanê de hînî çîrokên Kurdî û zimanê Kurdî dibe.
                Dema bûyerên romanê bi tevahî çend roj in û bi îxtimaleke mezin sala 1970 an e. Lewra em dizanin ku Uzun ji jiyana xwe û bîranînên xwe sûd girtiye û ew bixwe di sala 1970 an ketiye girtîgehê. Dema bûyeran herçiqas çend roj bin jî, nivîskar lehengê sereke carinan dibe jiyana wî ya berê (Flashback) û Ciwan behsa bîranînên xwe ji kêzikê re dike.
                Roman ji deh beşan pêk tê. Ji van beşan  pênc beş ji devê kesê duyemîn hatiye vegotin û pênc beşên din bi devê kesa yekem, yanî bi devê lehengê me yê ciwan ve tê vegotin. Vegotina bi devê kesê duyem rê daye ku xwîner bi xwe tevlî vegotinê bibe. Vebêjer “Tu” yê bikar tîne û dema ku dibêje tu, xwîner jî gotinan hildide ser xwe û dibe muxatabê vegotinê.  Ji aliyê din ve beşên ku bi devê kesê yekem, leheng (Ez)  ve tê vegotin jî ji bo xwîner derfeta fêmkirina rewşa lehengê û derûniya wî dide.
Zimanê romanê zimaneke vekirî û herikbar e. Hetta di beşên ku leheng behsa bîranînên xwe dike û bi kêzikê re diaxive de ziman zimaneke helbestî ye. Helbet beriya Uzun jî roman hatibûn nivîsîn, lê Uzun ji romana xwe re zimanek bikar aniye ku ev ziman bûye zimanê romana nû. Lê uzun vê zimanê bixwe ne afirandiye. Uzun dibêje “ Min ji ber xwe peyv, gotin û qise çênekirin. Ez bi dûrî vê yekê mam. Dewsa ku ez wan çêbikim, min ew ji der û dorên din wergirtin”[4]. Di zimanê vegotinê de teswîrên derûniya lehengê û teswîrên mekanan hatine kirin. Teswîra derûniya lehengê romanê û teswîra hucreye ku leheng lê ye bi awayeke herikbar hatiye kirin ku xwîner xwe nêzî lehengê hîs bike û her wiha di wan mekanên ku leheng tê de dimîne de bimîne.
Arafat UYGUR



[1] Uzun, Mehmet; Tu, İstanbul, İthaki,2005, S.229
[2] Uzun, Mehmet; Tu, İstanbul, İthaki,2005, S.231
[3] Uzun, Mehmet; Tu, İstanbul, İthaki,2005, S.231
[4] Uzun, Mehmet; Tu, İstanbul, İthaki,2005, S.233

Yorumlar

Popüler Yayınlar