GUNDIKÊ DONO
GUNDIKÊ DONO
Gundikê
Dono, Mahmûd Baksî, 2007, Lîs, Dîyarbekir
Nivîskar:
Mahmûd
Baksî di sala 1944 an de li gundê Siphîyê ya girêdayiyê Hezoya Batmanê hatiye
dinê. Berî ku xwendina xwe ya lîseyê biqedîne dev ji xwendinê berdide. Di sala
1967 an de cara pêşîn li Batmanaê di rojnameya Batman Gazetesî de dest bi
nivîsînê dike. Di sala 1968 an de dibe serokê partiya TÎP ê a Batmanê. Di sala
1969 and e romana wî ya yekem bi navê Mezra Botan li Stenbolê çap dibe. Dîsa di
sala 1970 an de pirtûka xwe ya bi navê Sadi Akkiliç Davasi çap dike. ji ber ku
Kurdîtîyê dike 15 sal ceza lê tê kirin. Baksî di sala 1970 an de ji ber
neçariyê derbasê Elmanyayê dibe. Di sala 1971 an de li Swêdê bi cih dibe. Baksî
19 ê meha Adarê ya sala 2000 an de li Stockholmê diçe ser dilovaniya xwe û gora
wî li Amedê ye.
Berhemên wî:
Mezra Botan (1969),
Sadi Akkiliç Davasi (1970), Hêlîn (1984), Gundikê Dono (1988), Serhildana Mala
Eliyê Ûnis (2001), Lawikê Xerzî (2018 ? ) hwd…
Navê
Romanê:
Roman navê xwe ji mekanê
xwe girtiye ku bûyerên romanê lê diqewimin. Gundikê dono gundek Batmanê ye û
rastiyê de jî ew gund heye. “ Gundikê dono li ber qeraxê Çemê Xerzan ava bibû”
(Baksî,2007, r 13)
Mijar:
Di romanê de mijarên sereke
zilm û zoriyên axa û şêxan yên li ser gundiyan û her wiha serhildana gundiyan
ya li dijî axayên zalim in.
Kurte:
Gundıkê Dono gundekî Xerzan
e. Bav û kalên Hecî Zorav vî gundî û çend gundên din bi dek û dolaban ji
gundiyan stendine û niha jî Hecî Zorav axayê van gundan e. Hecî Zorav li gundê
Gundikê Dono dijî. Ji ber ku dixwaze zêdetir çandiniyê bike teraktoran dikire û
bi vî awayî gundî bê kar dimînin. Her wiha ji ber zilma wî gundî neçar û
belengaz in peyder pey Zorav axa wan ji gund derdixe. Zibêrê Ehmê aqilmendê
Hecî Zorav e û ji wî hez nake. Zibêrê
Ehmê her tim di nêçîrê de ye ku karibe Hecî Zorav têk bibe. Lewra Hecî Zorav lê
jî zilmê dike û naxwaze ew êdî aqil bidê. Hecî Zorav ciwanek bi navê Filîto jî
ji gund derdixe û Filîto ji ber vê yekê hespên Hecî Zorav didize. Hecî Zorav
herçiqas lê bigere jî nikare Filîto bidest bixe. Zibêrê Ehmê vê meselê wek
firsendek dibîne û Filîto dikişîne aliyê xwe. Hecî Zorav bi sê jinan re
zewîciye lê dîsa jî ew bedewa gund keça Faroyê gundî dixwaze. Lê Aso û Bedo ji
hev hez dikin. Zibêrê Ehmê planek çêdike da ku Hecî Zorav di nav xelqê de biçûk
bixe û otorîteya wê hilweşîne. Piştî ku Hecî Zorav bi zorê Aso ji xwe re dixe
jin, Aso piştî demek bi alîkariya Zibêrê
Ehmê, Bedo û filîto ji gund direve . Hecî Zorav ji ber vê yekê Zibêrê Ehmê
sucdar dike û wî dide destê cendirman da ku bavêjine hepsê. Aso û Bedo jî nêzî
salek li çiyan û şikeftan de dijîn. Pişt re Zibêrê Ehmê bi keseke Muşî re ji
hepsê direvin û tên digihîje Aso û Bedo. Aso, Bedo, Filîto û Zibêrê Ehmê bi hev
re planan li Hecî Zoravê ku ji ber revîna jina xwe rezîl bûye dikin. Makîneyên
wî yên çinîna geniman dişewitînin û wî di tengasiyê de dihêlin. Hecî Zorav jî
cendirmeyan li gund dicivîne da ku wan bi dest bixe. Rojek Filîto her çiqas
Zibêrê Ehmê rê lê bigire jî berê xwe dide Gundikê Dono da ku Hecî Zorav bikuje.
Filîto Bi tivinga xwe Hecî Zorav dikuje lê nikare bireve û ew jî bi gulleya
cendirmeyek tê kuştin.
Lehengên Romanê:
Di romanê de pir leheng
hatine bikar anîn. Lê Çend lehengên sereke hene ku raste rast li ser bûyer û
honandina çîrokê bandora wan zêdetir e.
Hecî Zorav: Hecî Zorav axayê Gundikê
Dono ye. Bav û kalên wî gundên dora Gundikên Dono bi dek û dolaban ji destê
xelkê stendine û niha jî ew li ser van gundan hukim dike.”Hecî Zorav Neviyê Şêx
Evdilhekîm bû” (Baksî,2007, r 26) “ Piştî mirina şêx Mecît Zorav bibû mezinê
malê. Di eynî salî de Zorav çûbû Hecê û bibû Hecî Zorav” (Baksî,2007, r 30).
Hecî Zorav axayeke Zalim e ku gundî her tim di bin zext û zoriya wê de dinalin.
“ ji niha ve sê jinên wî hene, lê dîsa çavlider e. Nefseke pîs pê re heye. Hecî
Zorav weke gamêşan e. Bîneke pîs, bîneke nexweş jê tê. Dilê meriv jê lihev
dikeve, vereşana min jê te.” (Baksî,2007, r 12)Hecî Zorav pê dizanî ku dikare
bi mekîneyan zêdetir çandinê bike. ji ber vê yekê jî mekîneyan dikirî û bi
hatina her mekînekî jî çend gundiyan ji gund diavêt û bêkar dihişt. “ Hecî
Zorav vê havînê ne tenê traktor, mekîneyên genimê jî kirîbû…Volvo bibû
melkemota paleyên reben û pepûk. Paleyên birçî û belengaz piştî hatina vê
cinawirê, dasûkên xwe dabûn ser milên xwe û çûbûn welatên jor, ciyên bê
makîne.” (Baksî,2007, r 30) Bi vî awayî jî em dikarin bêjin ji ser Hecî Zorav
xirabiyên Kapîtalîzmê li ber xwîner hatiye nîşandan ku Kapîtalîzm wek makîneyek
cinawir kar û xebatên însên li ber xwe dibe. Hecî Zorav jî wek sembola Axayên
xirab û zilimkar ku li ser gundiyan zilim dikin hatiye afirandin.
Zibêrê Ehmê: Zibêr Ehmê lehengê ku li dijî zilma axayan disekine û şer dike
ye. Ew aqilmend û zana ye. “ Zibêrê Ehmê aqilmendê Hecî Zorav bû. Di nav axayên
Xerzan de aqilmendî edeteke kevn û dîrokî bu. Ji wan re digotin <Hes> “. Zibêrê
ehmê wek rêberekî her tim gundiyan li dor xwe dicivîne da ku li dijî axa karibe
serî hilde. Lê bi aqilmendî vê karê dike. Ne ku aşkere û eyan. Ji ber vê yekê
jî Zibêr wek Sembola rêberekî zana û aqilmend derdikeve pêş xwîner. “ Ez Zibêrê
Ehmê me. Ez Hesê eşîra Pencînariya me” (Baksî,2007, r 41)
Filîto: Filîto weke sembola ciwanên Kurd e ku li dijî axa û şêxan serî
hildidin. Her çiqas bê tirs û wêrek be jî, bi wê kelecana xwe ji bo tola xwe
dilezîne û bi vê lezê xeletiyan dike û dikeve dehfikan. Ji van kesan re
aqilmendek divê ku aqilmendê wî jî Zibêrê Ehmê ye. Lê Zibêrê Ehmê jî nikare wî
ji mirinê xelas bike. “ Filîto mêrekî pir navdar bû. Hê di xortaniya xwe de
çavên gelek kesan tirsandibû. Yekî kin tije û navmilfire bû. Ne tenê meriv,
hirç jî jê ditirsiyan.” (Baksî,2007, r 17) Filîto dibe belayek û dikeve derî
Zorav axa. “ Navê Filîto bibû wekî pizotek
agir û ketibû dilê Hecî Zorav. Hecî Zorav sala çûyî mala Flîto ji gund
derxistibû. ..Heta niha Filîto sê hespên Hecî Zorav dizîbûn û biribûn aliyê
Mûşê firotibûn. Dizîna hespan tirseke mezin xistibû dilê Hecî Zorav.”
(Baksî,2007, r 17) Di dawiya romanê de dema ku Filîto tê kuştin Zibêrê Ehmê ji
bo wê dibêje “ Tarîxa Xerzan nahêle ku hejmara Filîtoyan zêde bibe. Roja ku ev
tişt bê cî emê feleka xayîn bişkênin.” (Baksî,2007, r 76) Dîsa ev jî nîşan dide
ku Filîto hêviya gelê di bin zilmê de ye.
Aso: Aso wek sembola jinên Kurd e ku di bin piyên mêran de, taybetî
piyên axa û şêxan de tên pelixandin. “ Aso îsal ketibû sala Şanzdehan. Dilê wê
jî weke bihara xerzan bû. Ew jî yek ji wan kulîlkên biharê bû; bi bîn, bi reng
bi evîn. Warê Xerzan heta îro kulîlkeke wiha xweşik nedîtibû” (Baksî,2007, r 6
) Aso di şanzdeh saliya xwe de dibe jina Hecî Zorav. Bi vê yekê jî peyama rewşa
jinan digihîje xwîner. “ Keç ji bo çi tên dinyayê Aso? Ji bo mêr bikin û
zarokan bînin.” (Baksî,2007, r 35) Dîsa ev hevok jî nimûneyeke baş e ji bo
fêmkirina rewşa Aso û jinên wê çaxê.
Dem:
Dema romanê bi wayeke
kronolojîk diherike. Lê dema ku behsa lehengan û rabirdûya wan tê kirin dem
vedigere paş. Lê vegotin di nav kronolojiyek tê didome. Tenê du car paş de
veger heye. Yek jê dema ku behsa rabirdûya Hecî Zorav tê kirin e. “ Hecî Zorav
neviyê Şêx Evdilhekîm bû” (Baksî,2007, r 26) Bi vê hevokê dem vedigere paş.
Piştî ku rabirdûya Hecî Zorav tê vegotin dîsa dem vedigere dema vegotinê û
diherike. Ya duyem jî dema ku behsa Bedo tê kirin dem paş ve vedigere. “ Wê
çaxê Bedo hê şeş salî bû. Bi vê hevokê dem vedigere paş û behsa rabirdûya wê û
dema şerê Mala Eliyê Ûnis tê kirin. Şerê
mala Eliyê Ûnis jî di sala 1926 an de pêk hatiye.[1] Ji vê agahiyê jî em fêm
dikin ku bûyerên romana me piştî şerên mala Eliyê Ûnis pêk hatiye. Dîsa di nav romanê de her çiqas raste rast
behsa salek diyar nehtibe kirin jî diyardeyên demê hatine bikaranîn. “ Roja Înê
bû”. (Baksî,2007, r 9) “ Edî bihar bû” (Baksî,2007, r 5) “Payizê cihê xwe da
zivistanê. Barana biharê pişta zivistanê şikênand. Tîrêjên rojê wekî hûtekî,
kirasê biharê şewitand. Ji german mar har bûn, teyr û tûr kizirîn.
“(Baksî,2007, r 65)
Mekan:
Mekanên di romanê de piranî
vekirî ne. Tenê Çend caran mekanên girtî hatine bikarabîn. Di navbera lehengan
û mekanan de têkiliyek xurt tune û bandora mekanan li ser lehengan nayê dîtin.
Mekanên vekirî :
Di nav mekanên vekirî de
mekana herî berbiçav Gundikê dono ye. “
Gundikê dono li ber qeraxê Çemê Xerzan ava bibû” (Baksî,2007, r 13) Gund ji bo
hin kesan azadî û rehetî ye( Hecî Zorav) lê ji bo hin kesan jî wek zindanekê
ye(Aso) Her wiha çiya, newal, gol û deviyên dora gund jî wek mekanên vekirî
hatine bikaranîn.
Mekanên girtî:
Koşka zorav axa yek ji van
mekanan e ku sembola hêzê ye. Koşka Hecî Zorav xaniyekî bêhempa bû . Koşk ji
begên Xerzan mabû. Sê qat li ser hev û ji keviran hatibû danîn. Nêzîkî bîst
odeyên wê hebûn. Hawirdora qatê sisêyan ciyê qulên tifingan bû. “ Gundikê dono
li ber qeraxê Çemê Xerzan ava bibû” (Baksî,2007, r 14) Şikefta ku Bedo û Aso
xwe lê girtibûn jî dîsa mekaneke girtî ye.” Nava şikeftê wekî odeya bûk û zava
hatibû raxistin. Devê şikeftê heta ber qirikê tije av bû” “ Gundikê dono li ber
qeraxê Çemê Xerzan ava bibû” (Baksî,2007, r 53)
Vebêjer:
Vebêjerê romanê kesê sêyem
e ku ji derve bûyeran dibîne û vedibêje.
Lê vebêjer bi awayeke xwedayî venabêje. Li ser kesekî disekine û pişt re
derbesê kesek din dibe. Lê her tiştî nizane û ji me re venabêje. Dibe ku
vebêjer ji xwîner re jî hin tişt hiştibe. “ Ev serê du mehan bû ku Hecî Zorav li
nexweşxaneya sêrtê radiza. Hinekan digot Hecî Zorav miriye. Hinekan digot ku
Hecî Zorav gunoyî bûye û ji şerma xwe newêre were gund.” (Baksî,2007, r 52) Wek
ku di vê mînakê de jî dixuye vebêjer her tiştî aşkere nabêje. Ji nêrîneke
Xwedayî bêtir, wek şahidekî tevdigere.
Ziman û
Uslub:
Zimanê romanê meriv bi
lehengan dide bawer kirin. Lewra zimanekî ku bi peyvên gundîtîye hatiye bikaranîn.
Di navbera mekan û ziman de lihevhatinek hatiye pêkanîn. Çîrokên ku gundî ji hev re dibêjin, gotinên
derbarê çandinî û cotkariyê, gotinên ku mêr ji bo hev dibêjin jî vê gotina me
piştrast dikin. Roman romaneke gundî ye û ew ziman hatiye bikaranîn. “ Ez bi
Ayeta quranê bikim, ava quleteynê jî ji qehweyê xweştir e” (Baksî,2007, r
22) “ Gundîno! Bi serê bavê min, êdî îşê
şevê bi zibêr nabe, îcar dixwaze xwe bi hêkan bixapîne.” (Baksî,2007, r 15) Di vegotinê de çîrokên kinik hatine
bikaranîn. Di rûpela 20 and e çîrokek li
ser melayek û kûçikên dikevine baxê wê hatiye vegotin. Ziman zimaneke vekirî ye û ji peyv û gotinên
hunerî dûr e.
Armanca
Romanê:
Armanca romanê bi min
teşhîrkirina Axayên zilimkar e ku nivîskar bi vî awayî hem xelkê ji bi van dide
agahdar kirin û hem jî bi saya lehengên jîr û wêrek dixwaze xelk jî bizanibin
ku dikarin li dijî axa û şêxan serî hildin û xwe rizgar bikin.
Navmedyayî:
Di romanê de navmedyayî du
car hatiye bikaranîn. Dema ku keçên
gund li mala Perîxanê dicivin behsa plaqeke tê kirin. “ Perîxanê çay çêkir.
Plaqa Bavê Seyro danî ser gramafonê. Klama Bavê Seyro bibû sembola evînê li
gundikê dono.” (Baksî,2007, r 9) Dîsa di
heman mekanê de behsa Sînemayê tê kirin. “ Keçikno! Em ê vêga filîm çêbikin. Tê
bîra we, min ji we re behsa sînemayê kiribû. Ez û Aso artîstên vê fîlmê ne. Hun
jî temaşevan in.” (Baksî,2007, r 11)
ARAFAT
UYGUR


Yorumlar
Yorum Gönder