KASSANDRA


KASSANDRA


Kassandra, Silêman Demir,2010, Avesta, Stenbol.
Silêman Demir:
Silêman Demir di sala 19560 an de li Nisêbînê hatiye dinê. Xwendiya xwe ya heta lîseyê li vir qedandiye. Pişt re jî li Mêrdînê di Egitim Enstitusu de xwendiye. Di sala 1985 an de çûye Swêdê û ji wî çaxî ve li wir dijî. Çar romanên wî hatine çapkirin; Sorê Gulê (1997),  Koç(1998), Piştî Bîst Salan(2007), Kassandra(2010)
Navê Romanê:
Roman navê xwe ji serlehengek romanê, Kassandra girtiye. Kassandra di mîtolojiya Yewnanan de jî lehengek rastiyê ye ku keça qralê dawî ê Truvayê ye. Di romanê de jî Kassandra lehenga sereka ya navenda romanê ye.
Mijara Romanê:
Mijara romanê têkçûna bajarê Troya û qirbûna Troyîyan a ji aliyê Akhayîyayn ve ye. Her wiha Mîtolojiya Yewnana Antîk jî mijara romanê ye.
Kurteya Romanê:
Xwedayê rojê Apollon aşiqê Kassandra ya keça qralê Troya Prîamos dibe û ji ber vê eşqa xwe xelata dîtina dahatû û şîrovekirina xewnan dide wê. Lê Kassandra eşqa Apollon qebûl nake. Rojek diya Kassandra Hakabe xewnek dibîne ku bi sedama kurê wê Parîs, bajarê Troya tê şewitandin. Hakabe vê xewna xwe ji mêrê xwe qral Prîamos re dibêje û Prîamos ji Kassandra dixwaze da ku xewnê şîrove bike. Kassandra jî ji bacê xwe re piştrast dike ku heke Parîs ji bajar surgun nekin, neşînin ê Troya bi rastî jî bê şewitandin. Li ser vê yekê Prîamos kurê xwe Parîsê ku hê zarokek biçûkbû surgunê çiyayê Îda kir. Di wî navberî da Apollon hîn jî dev ji evîna xwe ya li Kassandra bernedabû û dixwest wê îkna bike. Lê Kassandra qebûl nedikir. ew dixwest ku bi yeke dinyayî re bizewice. Li ser vê yekê Apollon wê azad kir û wê diyariya pêşbîniyê jî jê stend. Piştî demeke şivanên çîyayê Îda xeber şandin bajarê Troya ku ew ciwnek merd li çiyayê Îda dîtine. Prîamos ji bo ku piştrast bike ka ew Parîs e gelo, diçe çiyayê Îda û piştrast dibe ku Parîsê kurê wê ye. Prîamos Parîs dike serokên şivanan û li şivanan tembîh dike da ku lê xwedî derkevin. Rojek di şahiyek de xweda ji bo xwedaya herî spehî û delal hilbijêrin Parîs wek hekem tayîn dikin. Parîs di wê hekemiya xwe de Afrodît wek xwedaya herî delal û spehî hildibijêre û soz dide tê ku ew ê Helena wek diyarî bide tê. Piştî ku ev bûyer li Troya tê bihîstin, Prîamos wisa difikire ku Parîs ji aliyê xwedayan ve hatiye efûkirin û divê ew êdî vegere Troya. Bi vî awayî Parîs tîne Troya. Lê Kassandra her û her ji malbata xwe û mezinên Troya ra  behsa xewna diya xwe dike û naxwaze Parîs bê Troya. Lê tu kes jê bawer nake. Ji ber ku dizanin Apollo diyara xwe ya dîtina dahatûyê jê stendiye. Piştî ku Parîs tê Troyayê, diçe Sparta û xelata Afrodît, Helenaya delal ji Sparta direvîne. Akhayî vê yekê qebûl nakin û bi artêşeke mezin davêjin ser Troya. Ji Troyiyan dixwazin ku Helenaya jina Menelaos pişt re vegerinîn, bidine wan. Lê Prîamos û mezinên Troyayê Helena wek xelata Xwedayan qebûl dikin û naxwazin bidine wan. Bi vî awayî şereke mezin di navbera Akhayî û Troyiyan de destpê dike ku deh sal ê bidome.  Di vê şerê de her yek xwedayek ji hêlek ve aliyê şervanan herdu aliyan dikin. Di şer de Troyî têk diçin, mêrên wan hemû tên kuştin, jinên wan û zarokên wan di navbera qralên Akhayî de tê parvekirin û Helena jî ji nû ve vedigere mêrê xwe Melenaos.  Her wiha Kassandra jî dibe para Qralê Akhayê, Agamemnon. Çîroka şerê Troyayê li ser rûyê dinyayê belav dibe û Homeros vê çîrokê bi navê Îlyada  berhev dike da ku her û her bê axaftin û neyê jibîr kirin.
Lehengên Romanê:
            Lehengên romanê ji mîtolojiya Yewnanan ya antîk hatine girtin. Ji xwe nivîskar jî di dawiya pirtûkê de, di bin serenavê “ Gotina Dawî” de dibêje “ Her wilo kar û karînên mirovan û xwedan û navên pesindayinên wan jî hemû rast in. Ango hemû rastiyên Ilyada û mîtolojiya Yûnanî ne” (Demir, 2010, r183)
Kassandra:  Kassandra keça qralê Troyaye û maşûqa Apollon e. Apollon xelata dîtina dahatûyê daye wê. Cara pêşî ew xewna diya xwe şîrove dike ku li gor şîroveya wê ê ji ber hêrçêliya Parîs dê Troya bê şewitandin. Keçeke têr sipehî û delal e ku Apollon aşiqê delaliya wê dibe. “Gava çûbû û ew dîtibû, wek ku ew keça spehî ji xewneke xweş derketibû ber wî, lê hatibû.”( Demir, 2010, r 20) Lê Kassandra eşqa Apollon qebûl nake. Ew dixwaze bi yeke dinyayî re bizewice. “ Bêrîkirin û xeyalên zewaca ni qralekî re, bi torinekî dinyayî re, di dilê Kassandra de jî qewîntir û mezintir dibûn.” (Demir, 2010, r 23)   Dema ku Apollon hêza wê jê distîne êdî kes pê bawer nake. Herçiqas di navneda romanê de be jî, bi têkçûna bajarê Troya ew jî têk diçe û dibe lehengek têkçûyî. Ji xwe di mitolojiya yewnanan de Kassandra wek lehengek rastîn tê zanîn. Ji ber ku kes êdî pê baweriya xwe naynê, ji vê rewşê re di Derûnnasiyê de Kompleksa Kassandra jî tê gotin.
Apollon: Apollon xwedayek ji Olîmposê ye û her wiha kurê Zeûs e. Aşiqê Kassandra ye û ji ber eşqa wê di nav êş û azarê de ye. Ji ber ku Kassandra jê hez nake, diyaraiya ku daye Kassandra jê distîne û ew azad dihêle.  Ji hêlek ve ew jî dibe sedam Têkçûna Kassandra û Troyayê. “Çawa ew Xwedayekî nemir û mezin bû, spehî û zane bû, doktor, remildarî helbestavn û hunermend bû, serokê hemû mûsan,ê hemû stranvan û sazbendan bû, lê keçeke dinyayî pê qayîl nedibû.” (Demir, 2010, r 18) Ew devar ku pê hez dikir, wek ku êdî di devê şerekî wek şerê Nemae de bû. Gelekî diêşiya.” (Demir, 2010, r 24-25)
Parîs: Parîs lawê qral Prîamos ê herî biçûk bû. Di romanê de lehengeke surgun e ku bavê wî ew surgunê çiyayê Îda dike. “ Herî dawî ferman da Îdaîos û got < de ka îcarê here, here Parîs bavêje çiyayê Îda…” (Demir, 2010, r 43).  Çiyayê Îda ji Parîs re dibe bav û dê. Parîs li wê derê mezin dibe û li heyatê dimîne. Dema ku Parîs dibe hekemê hilbijartina Xwedaya herî spehî, êdî ew bilêta vegera Troya jî distîne. Lê parîs wek ku Kassandra jî dibêje, dibe sedema Şerên di navbera Akhayî û Troyiyan. Her wiha di şer de jî di serî de lewaztî dike û naxwaze bi Menelaos re dulleo bike. “ …dema tu wîlo pîs bû , madem tu wilo tirsonek bû, te çima çû jina bi mêr revand, te çû ew ji xwe re anî û tu bûyî sedema vî şerî” (Demir, 2010, r 85) Em dikarin bêjin Parîs wek sembola wêranbûn û xwînê ye.
Afrodît: Afrodît Xwedayê spehîtî, delalî û eşqê ye. Xuşka Apollon, keça Zeûs e.  Soz dide Parîs, heke Parîs wê wek Xwedaya herî delal hilbijêre ê ew jî Helena wek diyarî bide wî. Bi vi awayî dibe sedema ku Parîs Helena birevîne û şerek di navbera Akhayî û Troyîyan de derkeve.  Yanî sedemeke eslî ya wêranbûna Troyayê Afrodît bixwe ye.
Helena: Helena jina Melaneûsê Akhayî ye. Hemû şer ji bo Helena tê kirin. Akhayî wê ji Troyiyan dixwazin lê Troyî wê wek diyariya Xwedayan dibînin û li wan venagerînin. Bi vî awayî şer destpê dike. Ji ber vê yekê jî Helena di romanê de lehengeka girîng e ku bandora wê li ser bûyeran heye. “ Helena wek xwedayekê spehî ye, li ser wê çi bên serê me û zarokên me, ew lê hêja ye” (Demir, 2010, r 86)
Dem:
Bûyerên romanê di nav kronolojiyek de diherikin. Lê demeke diyarkirî wek kîjan sal ev bûyer qewimîne tune ye. Lê ji ber ku behsa şerekî Dîrokî dike em dikarin salên bûyeran texmîn bikin. Şêrên Troya di Îlyada ya Homeros de derbas dibe. Li gor wê çîrokê Şer di sala 1184 B.Î de qewimî ye. Ev jî nîşan dide ku dema bûyeran li dor van salan e. Dîsa di nav romanê de diyardeyên demê wek hefte, sal, roj, şev hwd hene. “ Sibeheke xweş bû.” (Demir, 2010, r 27) “ Dozde sal wilo çûn.” (Demir, 2010, r 44) “ Edî sala dehan bû ku şer dikirin.” (Demir, 2010, r 82)
Mekan:
Mekanên Vekirî:  
Troya: Troya bajereke qedîm û antîk e ku niha xirbê wê li bajarê Çanakkaleyê ye. Ev bajar bûye qada şerê di navbera Troyî û Akhayiyan û hatiye hilweşandin. Di romanê de ev bajar di bin qraliyeta Prîamos de ye. “ Xweda Poseîdon avaker û parêzgerê bajarê Troya bû” (Demir, 2010, r 151 ) “ Wê tu kesan nikaribûna Troya hilweşandina, ya jî ew qels bixistina.” (Demir, 2010, r 19) Ji vê hevokê jî em dibînin ku Troya sembola hêzê ye. Lê piştî şer Troya dibe sembola têkçûnê ku îro jî li ser dîroka wê dîroknas gotar û kitêban dinivîsin û arkeolog hîn jî li ser lêkolîn dikin. “ Edî Troya hemû xirbeyeke şewitî bû” (Demir, 2010, r 171)
Olîmpos: Olîmpos mala xwedayan e. Di romanê de civîna xwedayan li wê derê tê kirin. “ Ew bi xwe jî bi ezmên de firiya û çû serê çiyayê Olîmpos. Koşka Xwedan a navdar, a ku jê re Olîmpê dihat gotin.” (Demir, 2010, r 10) Ev der wek sembola hêzê ye ku cihê xwedayan e.
Vebêjer Uslub û Ziman:
            Vebêjerê kesek ji derveyê bûyeran e û bi çaveke xwedayî çîrokê ji me re vedibêje. Çawa ku dikare rewş, bûyer û lehengan bi awayeke fîzîkî teswîr bike, her wiha psîkolojiya lehengan jî dizane û teswîr dike. “ Wê sibehê, xweda Apollon ji hemû sibehan bêtir dilşikestî û xemgîn bû” (Demir, 2010, r 24) Her wiha di vegotinê de li gor mekanan navenda vegotinê jî diguhere.  Yanî vegotineke paralel bikar tîne. Ji aliyek ve behsa Xwedayan, ji aliyek ve behsa Troyiyan û ji aliyê din ve jî behsa Akhayiyan. Kêm car meriv dibîne ku du alî ji van, bi hev re vedibêje. Ji ber vê yekê jî her çiqas roman wek beş nehatibe nivîsîn jî, di hişê xwîner de vediqede beşan. Mînak di rûpela 76 an de bi hevoka “ Xweda Îrîs çû girîtê Menelaos li wir bi yeka ku Parîs kiribû hesand” behs diçe ser Akhayiyan. Di rûpela 79 an de bi hevoka “ Ew kar û tevdîra Akhayiyan li hêla din, li Troya hat bihîstin…” re vegotin vedigere ser Troyiyan.
Zimanê romanê, ji ber ku mijar mitolojî ye, li gor vê yekê hatiye bikaranîn. Ji hêla herikbarbûnê ve xwînerên xwe naêşîne. Teswîrên xweda, egîd û navdaran pir hatine kirin. Lê ji bo teswîrê peyv û gotinên heman hatine dûbarekirin. Mînak peyvên wek; spehî,  xwedayî, delal û hwd pir hatine dûbarekirin.
Armanca Romanê:
Armanca romanê bi min afirandina berhemeke estîtîk û Mîtolojîk e. Wekî ku dizanim derbarê mîtolojiya Yewnanan a antîk de, di edebiyata Kurdî de roman nehatine nivîsîn. Ev jî bi vî awayî qadek û temayek li edebiyata Kurdî zêde kiriye.
Navmetnanî:
Roman ji xwe bingeha xwe ji Îlyadaya Homeros digire. Ev ji aliyek ve wek navmetnaniyek meriv dikare bibîne. Her wiha di romanê de behsa şaireke bi navê  Sapho tê kirin. “ Erînî hema çûn girava Lesbos, Sapho zû peyda kirin…” (Demir, 2010, r 181). Sapho şaireke jiyana rastîn e ku di salên B.Z 630-613 an de jiyaye. Di romanê de helbestek wê ya li ser şerê Troya hatiye bikaranîn.

“Hin bawer dikin ku peya û siwarî,
Çêtirin ji hemû tiştên dinya tarî,
Û hin jî bawer dikin bi keştiyên şerî,
Lê bi min ê ku mirov jê hez dike ye
………….
Dev ji wan berda û ji bîra kirin
Him keça xwe û him bavê xwe û him jî dê
Gava nû berî wî ket Troya, li ser deryayê
Hat guhertin ew wilo bi destê Kyprîsê”  (Demir, 2010, r 181-182))

Arafat UYGUR

Yorumlar

Popüler Yayınlar