MIRINA KALEKÎ RIND
Mirina
Kalekî Rind , Mehmed Uzun, 2007, İthaki
Yayınları, İstanbul
Mirina
Kalekî Rind di sala 1987 an de li Stockholmê di weşanxaneya Orfeusê de hatiye çapkirin. Di sala 2007 de weşanxaneya İthakiyê romanêçap
kiriye. Min ji Çapa 1989 an ya weşanxaneya Orfeusê xwend. Mijara romanê li ser
hevdîtina surgunekî Kurd û kalekî Rind hatiye honandin. Rewşa Kurdan û
surguniya wan jî di nav romanê de cihê xwe digire.
Navê Romanê:
Navê romanê
û navê lehengê sereke heman in. Ev nav dibe ku di du wateyan de hatibe
bikaranîn. Yek jê navê nêrîn an felsefeyekê ye ku jê re Rindî tê gotin. Rind
xwe ji kar û barên dinyayê dûr kirine û tu girîngî nadine dinyayê. Her wiha ji
bo xweşî, rindî û delaliya însanan serê xwe diêşînin. Kalê di romanê de jî Rind
e û ji wan kêm kesan e ku ji kevneşopiya Rindî mane. Ya din dibe ku peyva
“rind” rasterast di wateya xwe ya rojane de hatibe bikaranîn. Rind di wateya
baş, çak û xweş de tê bikaranîn û di vê romanê de jî Kalê Rind meriveke baş e,
yanî merivek rind e.
Kurteya Romanê:
Roman bi temaya surgunê destpê dike ku Mehmed Uzun di
romanên xwe de vê temayê pir bikar aniye(Siya Evînê, Tarî Mîna Mirinê Ronî Mîna
Evînê). Ciwanek bi navê Serdar bi alikariya dostekî xwe ji tixub derbas dibe û
li ser rê ji bo ku bêhna xwe bidin û ji bo çûna Swêdê amadehiya xwe bikin
diçine gundek nêzê tixûb. Li wê derê li mala şivanê gund dimînin û Serdar bi
dengê bilûrê dihese. Serdar kesê ku li bilûrê dide meraq dike û bi awayî Kalê
Rind nas dike. Helbet ev siya evînê tîne bîra meriv ku lehengê wê romanê Memduh
Selîm bi saya dengê Kemançê evîna xwe Ferîha nas dike. Kalê Rind li gor gotinên
şivên kalê gundê wan e, ji qelebalixiyê aciz e û dixwaze tenê bimîne. Serdar
dema ku bi Kalê Rind re diaxive fêm dike ku ew ne ji van deran e û axaftina wê,
tevgerên wê ji niştecihên gund cudatir e. bi vî awayî mereqa Serdar zêdetir
dibe û piştî çûna Swêdê dîsa vedigere gund û bi Kalê rind re diaxive. Ji Kalê
rind dixwaze ku alikariya wî bike da ku destan û çîrokan berhev bike. Kalê rind
alîkariya wî dike. Lê Serdar bi eslî ji bo nasîna Kalê rind hatiye gund û
dixwaze wî nas bike. Kalê rind pir behsa xwe ji Serdar re neke jî roja ku
Serdar ji gund diçe , Kalo jê re dibeje gelo di derheqê Rindan de çi dizane, ew
kî ne ? Bi vî awayî Serdar li Swêdê lêkolînan dike, ji hevalên xwe dipirse da
ku xwe bigihîne agahiyeke derheqê rindan û di dawiyê de hozanek ji Tehranê jê
re nameyek dişîne. Serdar bi kelecan dîsa vedigere gund û nameyê ji Kalê re
dixwîne. Di nameyê de Hozan gotiye “Bi kurtebirî, ew ji jiyanê ji jiyînê hez dikîn û
hêvî dîkin ku bîla mirov û dinya kêfxweş bextiyar û serfiraz be. Lê mirov
nikare bibêje ku nêrîna wan yali ser dînyayê hêvîtîjî ye. Ew pêşveçûna dînyayê
baş nabînîn...”(r 86) Bi vî avayî rindbûna Kalo hîn dibe û ji Kalo re jî
dibêje. Piştî vê rewşê Kalê Rind jî êdî xwe ji Serdar re vedike û jiyana xwe jê
re vedibêje ku li Stenbol, Şam û deverên din xwendiye, bi çend zimanan dizane
Rindîtî ji kalê wî jê re maye. Serdar demek dirêj li cem dimîne û pişt re bi
soza hatinê vedigere Swêdê. Ew soz didin
hev da ku li ser destanek bixebitin lê Serdar dema ku vedigere Kalê Rind êdî ne
li heyatê ye. Kalê Rind ji Serdar e nameyek ku sirrên Rindîtîyê tê de hatiye
nivîsîn û Defterek ku helbestên wî tê de hene dihêle. Serdar jî hewl dide da ku
vê kevneşopiya Rindîtiye bidomîne.
Lehengên Romanê:
Dema ku em
ji aliyê lehengan ve li romanê binhêrin, di romanê de lehengên ji jiyana rastî
hatine bikaranîn. Memduh Selîm, Ferîha, Wîldan xanim, Îhsan Nûrî û hwd gişt
lehengên jiyana rastî ne. Sedema vê yekê jî bîyografîkbûna romanê ye ku behsa
jiyana Memduh Selîm dike.
Di romanê de du lehengên sereke hene; Serdar û Kalê
Rind. Herçiqas bûyer li dor Serdar biqewimin jî, Kalê Rind êdî berbiçav e.
Serdar ciwaneke Kurd e ku ji Bakûr bi wayeke mecbûrî surgun dibe. Ew rewşa
surguniyî ji tevgerên Serdar xwe nîşan dide. Hê di seriya surguniya xwe de,
dema ku ji tixub derbas dibin Serdar ji bo xwe wiha difikire. “ Min nedixwest
ku ez ji wê derê dûr bikevim”. (r 15) Dibe ku sedema eleqeya Serdar a ji bo
Kalo jî ji ber vê surguniyê tê. ew êdî ji welatê xwe nasên xwe dûr e û bi vî
awayî xwe li tiştek, kesek nû girê dide da ku karibe jiyana xwe bidomîne. Ew
kes jî dibe Kalê rind. Dîsa em ji vegotina Serdar fam dikin ku Serdar kesekî bi
mereq e. Piştî ku diçe Swêdê, rok-jên xwe bi mereqa Kalo derbas dike. “Ew jîyana kalo ya bi sir û esrar bi pirsan ve tîjî bû. Herweha ew tenêtîya
wî ya ecêb jî. Kalo ji dewr û dewranên rabîrdû hez dikirin, lê ya rabîrdûya wî
bî xwe?.. Rabîrdû ya wî bi xwe li pey mîj û dûmanan bû. Tiştên ku bi zehmetî ji
devên wî derdiketîn, perda mij îi dûmanê hînek radikir.” (r 47) Ji xwe Serdar
bi vê mereqa xwe rê li ber nasîna xwe ya Kalo vedike û Rindîtiyê nas dike.
Kalê Rind hem bi navê xwe,
hem jî bi tevgerên xwe xwedî tesîrekê ye li ser romanê. Karakterek bi sir û raz
e ku em ber bi dawiya romanê dikarin wî baş nas bikin. Xwe ji dema niha îzole
kiriye û hîn jî dema borî de, rabirdûyan de dijî. “Axxx, ka ew ziman, qise,
cimle, kelîme û dengên kevn!” (r 67) Dîsa serdar (Vebêjer) dema ku behsa wî
dike dibêje “Kalo ji Diyarbekrê bû. Ew li wê derê hatiû dinê û li wê derê mezîn
bûbû. Wî li Stembol û Kahîrê edebiyat û ziman xwendîbû. Wî baş bi Tirkî, Farisî
û Erebî dizanibû û edebiyatên van zimanan ji nêzîk ve dinasî. Ew, piştî
xwendîna xwe ya Stembol û Kahîrê çûbû Baxdayê û demek li wê derê mabû. Ew ji
Baxdayê jî çûbû Yewnanîstanê û li wê derê,li bajarê Xanîa ku li girava Grîdê
ye, celebeke Yewnaniya kevn Katharevousa xwendibû. Wî qîma xwe bi Yewnaniya
kevn jî neanîbû, herweha ew çûbû Venedîgê û li wê derê jî Latînî xwendibû.
Carina wî digot ku ew evîndarê avahî û xanîyên kevn, pir, kuçe, kolan, meydanên
biçûk û kadetralên klasîk yên Venedîgê ye. Wî her du şerên cîhanê jî ji nêzîk
ve dîtibûn.” (r 97) Serdar wî dişibîne Jorge Luis Borges ku Borges jî kalekî
kor e û ji rabirdûyê re mereqdar e. “Ev kalê kor, kalekî din ku pê re dan û standina
min hebû , dianî bîra mîn: Nivîskarê kal û kor yê Arjantînî Jorge Luis Borges.
Sê alîyên kalê kor û nivîskarê kor mîna hev bûn; kal, kor û evîndarê rabirdû û
dewr, dewran û mekanên kevn bûn.” (r 47)
Her
wiha di romanê de Şivan û gundî jî hene ku wek lehengên alîkar em wan dibînin.
Lehengên hana wek civaka gundewarî û ji bajaran dûr derdikevin ber çavên me.
Sade ne, ji dil in û bi wayeke basîd li dinyayê dinihêrin. Kalê Rind di derheqê
wan de dibêje “ ew însan hatine ji bîr kirin, ew bi tenê hatine hiştin û ji
dinya derve re girtî mane. Ew nabînin ka dinya bu ku dihere” (r 99)
Mekan:
Di romanê de mekana sereke gundê Kalê rind e. Bi min
ev mekan ji bo fêmkirina Kalê rind bi zanatî hatiye hilbijartin. Lewra leheng
ji rabirdûyê hez dike û xwe ji civakê îzole kiriye. Dixwaze dûrî bajaran û dûrî
qelebalixiya civakê bijî. Helbet divê ji bo vê jî mekaneke êdî sakin bê
hilbijartin. Nivîskar bi hilbijartina mekaneke gundewarî di navbera mekan û
lehengê xwe de têkiliyek xurt ava kiriye.
Di nav gund de jî piranî xaniyên Şivan û Kalê rind hatine teswîr kirin.
Lewra bûyer jî piranî di van xaniyan de derbas dibin. “Deriyê mala şivên biçûk û
xwar bû. Derî hema li oda şivên vedibû. Mala şivên bi tenê yekçavî bû. Piştî ku
şivên lampa gazê vêxist, tiştên ku li odê dixuyan, tiştên herî kêm yên maleke
gundi bûn; li erdê hesîreke kevn û fîreh, diwarên çelpekkirî, di tenişta
diwaran de kulavên raxistî û li ser kulavan jî mînderin. Di odê de, li ser
diwêr lewhek hebû. Lewhe, dî nav çerçeweke xwar û şikestî de resimê Ka'bê bû.
Lewhe li ser dîwarê ku li hember derî bû, hatibû hîldanîn û ew bi tîpên erebî
ve tijî bû. Cih û nivînên şivên li quncîka xwarê, li erdê raxistî bû. Cîh û
nivînên wî li benda wî bûn ku ew dîsan şivên vegerînin cîhana xewnan.” (r 19)
Mekanên romanê girtî ne û wek ku me berê jî gotibû cîhanek îzolekirî ye. di
serdemên şilî de meriv nikare xwe bigihîne van deveran. Ev jî nişan dide ku
nivîskar mekanê ji civak û cîhanê îzole kiriye.
Dem:
Di romanê de demeke raste rast diyar tune ye.
Lê diyardeyên ku meriv karibe demê texmîn bike pir hatine bikaranîn. Dema ku
Kalê rind dema mala wan a Diyarbekirê dike dibêje “ Ew Şewata 1925 an a
diyarbekirê mala me jî bi erdê re kir yek” (r 108) Ev jî nîşan dide ku bûyerên
romanê piştî vê dîrokê ye. Dîsa di romanê de Serdar ji Tirkiyê direve û dibe
surgun. Em dizanin ku piştî derbeya 1980 an dewleta tirk Kurdên rewşenbîr
surgun dike û dişîne welatên din. Ev jî ji bo me wek diyardeyeke demê ye ku
bûyerên demê di salên 1980 yî de derbas dibin. Dîsa diyardeyên wek bihar,
payîz, êvar, sibe, nîvro jî hatine bikaranîn. “Ew şev şeveke payîzê bû.” (r14)
“Belê min Kalo piştî du salan ji nû ve dît” (r 47) “Gund di wê roja sar û
şilopeya zivistanê de, ji her carî zêdetir bi keser û terkkirî dixuya.”( r 48)
“ Piştî salekê, rojeke zuhatiya biharê, ez dîsan ber bi deverên Kalo çûm” (r
82) “Tam piştî salekê, di meha Adarê de
ez dîsan çûm gund” (r 109)
Vebêjer:
Vebêjerê
romanê Serdar e ku lehengê romanê ye. Bi zimanê xwe ji çavên xwe ji me re behsa
bûyeran dike. Vegotineke paralel jî di romanê de xwe nîşan dide. Vebêjer
carinan parantezan vedike û di nav wan parantezan de raste rast bi Kalê Rind re
diaxive an jî bang lê dike. “Niha, min parentezek divê. Kalê Rind, ez divê niha
rast bi rast, bi te re bipeyivim” (r 10) Lê em dizanin ku ev axaftin piştî
mirina Kalê Rind e. Lewra carinan bûyerên ku hîn neqewimîne di nav parantezan
de em hîn dibin û pişt re di vegotinê de ew bûyer diqewimin. “ Lê ev hevdîtina
me ya dawîn bû Kalê rind ya dawîn” (r 108) Dema ku ev vegotin di nav parantezê
de(vegotina tu) derbas dibe di vegotina
ez ê de Kalê Rind hê nemiriye.
Ziman û Uslub:
Zimanê romanê zimaneke mişt teswîr e. Uzun di her
rewşî de teswîrên bi rêk û pêk nivîsiye. Teswîrên mekanan, rewşan, kesan xwe bi
awayeke diyar nîşanê xwîner didin. “Hesret... Hesretên stûxwar, şikestî, qurmiçî,
dilgerm û dilsoj. Hesret... hesreta wextên aza û wekhev. Hesret... hesreta
azadiya nezincîrkirî. Hesret... hesreta gulên sor. Ew gulên sor ku wekî ramûsanekê
li ser sîngên evîndaran bûn. Ew gulên sor ku wekî hêstireke çavan li ser qebr û
gorên qedirgîran hişîn dibûn. Belê, ew gulên sor ku weke qewl û sondekî
hezkirî, weke qewl û sondekî miqedes li ser dilan bûn…”( r 21) Dîsa di zimanê
romanê de leheng hemû bi heman zimanî diaxivin ev dibe ku wek qelsiyek bê
dîtin.
Arafat UYGUR
Yorumlar
Yorum Gönder