ROJEK JI ROJÊN EVDALÊ ZEYNIKÊ


ROJEK JI ROJÊN EVDALÊ ZEYNIKÊ



Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê, Mehmed Uzun, 1991, Weşanên Welat, Stockholm

Romana Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê cara pêşîn di sala 1991 an de li Stockholmê ji Weşanên Welat derketiyê. Pişt re di sala 2002 an de Avesta ji nû ve çap kiriye. Ji sala 2010 an vir ve weşanxaneya İthakiyê romanê çap dike.
Mijara Romanê:
Mijara romanê çîroka dêngbêjê navdar Evdalê Zeynikê ye. Ji ser vê çîrokê çanda dengbêjiyê û her wiha çanda civaka Kurdan hatiye vegotin.
Navê Romanê:
Roman navê xwe ji serlehengê xwe, Evdalê Zeynikê girtiye. Ji ber ku roman wek rojek (Berbang, piştî nîvro, şev, Berbang) hatiye dabeş kirin, navê rojek lê hatiye kirin.
Kurte:
Evdalê Zeynikê dengbêjê Mîr Tahar Xan e û di dîwana wî de ye. Evdal di 30 saliya xwe de diçe gundê Xamûrê û li wê derê Gulê dibîne û aşiqê wê dibe. Ji ber baweriyên wan pêşî hin pirsgirêk derdikeve jî Evdal bi Gulê re dizewice. Piştî demekê Xweda lawek dide wan û navê wî datînin Temo. Evdal, dema ku dewleta Osmaniyan û hin Kurd bi hev re Ermenan dikujin, diçe gundan da ku xelkê bide sekinandin û nehêle Ermenan bikujin. Di gundek de, gundiyek çend zarokên Ermen di nav daristanê de dibîne. Evdal yek ji wan zarokan distîne ba xwe, wek keça xwe lê xwedî derdikeve û navê wê jî datîne Meyro. Di wî navberî de hevalê Evdal, Biroyê Dengbêj tê gundê wan û li wê derê nexweş dikeve dimire. Kurê wî yê Bengîn bi tena serê xwe dimîne. Evdal û Gulê wî jî hildidin cem xwe û wek lawê xwe lê dinihêrin. Rojek Dengbêjek bi navê Şêx Silê tê Bajarê wan. Şêx Silê û Evdal di dîwana mîr de davêjine ber hev û distirên. Ji ber ku Evdal nexweş e û hêza wî kêm bûye, ava reş dikeve ser çavên Evdal û Evdal kor dibe. Piştî korbûnê Evdal têdigihîje ku êdî nikare di dîwana mîr de dengbêjiyê bike, cihê xwe ji Şêx Silê re dihêle û bi malbata xwe re diçe gundek bi cih dibe. Bengîn û  Meyro jî ji zaroktiya hev ji hev hez dikin û li wê gundê aşiqê hev dibin. Di wî navberî de bi îxaneta Egîd beg û zordestiya Osmaniyan Tahar xan tê surgunkirin û li surgunê dimire. Egîd Beg dibe mîrê nû. Lawê Egîd beg Çeto jî aşiqê Meyro dibe û xwezginiyên xwe dişîne da ku Meyro ji xwe re bixwaze lê Evdal û Gulê dibêjin ew bi Bengîn re destgirtî ye. Çeto ji ber kerb û derdê vê yekê xwe ji kendalek davêje û dimire. Egîd beg vê yekê ji xwe re wek meneyek dibîne û êrîş dibe ser gundê Evdal. Evdal Bengîn û Meyro dişîne Şengalê da ku xwe biparêzin. Egîd Beg wan li Şengalê desteser dike. Evdal ji ber vê yekê berê xwe dide çiyayê Sîpanê Xelatê. Xelk bpê dihesin û ew jî li pey dengbêjê xwe diçin Sîpanê Xelatê. Evdal li wê derê bi hêviya xeberek xweş şev û rojan dimîne lê rojek xeberek jê re tê ku Egîd Beg jahr daye Meyro û Bengîn û wan kuştiye. Evdal ji ber vê xeberê bêhawil dikeve û ji gulê dixwaza ku wî bibin sertara çiyayê Sîpanê Xelatê. Li wê derê Evdal diçe ser dilovaniya xwe.
Lehengên Romanê:
Evdalê Zeynikê:Evdal dengbêjekî navdar û stranvanê mirê kurdan Tahar Xan bû.” (Uzun,1991, r 29) Evdal wek sembola dengbêjan e ku hemû dengbêjên piştî wî di şopa wî de diçin.  “Deng, dengê Evdalê Zeynike bû ku bavê dengbêjan, kokimê civata kurdan û qehremanê vê çîrokê bû.” (Uzun,1991, r 22) Evdal di dîwana Mîr Tahar Xan de dema ku bi Şêx Silo re dikeve nav şerê dengbêjiyê, kor dibe.Guhdar û xwendevanên ezîz, we ji strana wî derxist, belê, Evdalê Zeynikê kor bû û jê re tu çare nîn bû.” (Uzun,1991, r 22) Evdal lehegeke ji jiyana rastî ye ku di folklora Kurdan de wek Homerosê Kurdan tê dîtin. Dîsa dema em li romanê jî dinihêrin Evdal di nav gundan de digere, diçe şahiyên wan û bi vî awayî dengbêjî dike. “Wî cîh nehîştibû, lê geriyabû, li welatê kurdan, ecem û ereban... gav bi gav.” (Uzun,1991, r 25)Ew ji maleke neçar, lawê Zeyne bû, bêkes û sêwî bû. Ew evîndarê dengbeja delal Gule, bavê Temo, zirbavê Meyro, xwediyê qulingê birîndar bû. Ew dengbêjê mîrê kurdan Tahar Xan, siwarê hespê kihêl Gogerçîn, heval û dostâ giregir, beg, mîr û zanayên kurdan bû. Ew dengbêjê welêt bû. Bi dengê wî çiya dihejî, birûsk digurî, ava golên girtî û geni diherikî û pelên darên behîf û hinaran heşîn dibû. Ew merivê civat, dîlan û govendan bû. Wî bi denge xwe birînên birîndaran dicebirand, dilê bêkes, bî û sêwiyan germ dikir, xewn û xeyalên keçên destgirtî û qelindayiyan dineqişand. Ew ne bi tenê dengbêjê merivan, herweha dengbêjê teyr û tilûr û heywan û rawiran bû.” (Uzun,1991, r 24)

Gulê: Gulê jina Evdal e. Di her xetereya jiyana Evdal de li cem wî ye. Her tim ji bo dilxweşiya Evdal dixebitê. Di romanê de em baş nikarin Gulê nas bikin. Lewrapir behsa Gulê nehatiye kirin û Gulê di bin siya Evdal de hatiye vegotin. Dema evdal wê di govendê de dibîne û aşiqê wê dibe, ew wiha tê teswîrkirin. “ Ew çilkeke zer, dilopeke şîr bû. Porê wê zer û direj, bejn û endama wê wekî periyan bû. Bi narinî û bedewiyê kes nedigihîşte wê. Umre wê nû ji çardan derketibû û ketibû panzdan.” (Uzun,1991, r 30) Gulê her wiha wek Evdal dengbêj e. “ Gule ne bi tenê keçeke delal û sergovendeke jîr, lê dengbêjeke bi dilê we bû.” (Uzun,1991, r 32)

Temo:  Temo kurê Evdal e. Dereng dest bi axaftinê dike û hinek gêj e. “ Temo gêjokî bû. Ne bi temamî gêj, lê nîvgêj. Wî tiştên sivik û basîd fahm dikirin. Lê ne zêdeyî wan.” (Uzun,1991, r 40) Temo bi vî awayî hêviyên Evdal dişkêne. Evdal li benda Temo ye ku bibe mêrxas û dengbêjekî û piştî wî şopa wî bidomîne. Lê temo dibe heviyek şikestî di dilê Evdal de. “ Haslî kelam, em dirêj nekin... her çi ku Evdal ji Temo hêvî dikir, bervajiyê wî bû. Temo ne bû timsalê xurtiye, ne bû alîm û zana, ne jî bû dengbêj û nêçîrvan.”   (Uzun,1991, r 41)

Tahar Xan: Tahar Xan mîreke Kurdan e. Ew di romanê de wek sembola mîrê Kurdan hatiye bikaranîn. Lewra her yek mîrê Kurdan dengbêjek wî heye û dengbêj serpêhatî, şer û şahiyên malbata mîr bi hafizaya xwe qeyd dike û bi dengê xwe belav dike. Dîsa ji ser Tahar Xan vebêjer ji me re qala şerên di navbera Osmaniyan û mîrê Kurdan vedibêje. Di romanê de Tahar Xan xwedî tî li Evdal dike. Tahar Xan wiha tê teswîrkirin. “Tahar Xan hebû, kalemêrekî rind, yek ji mîrekên kurdan, bavê feqîr û fiqaran, dostê alîm û zaneyan, xwediyê heq, hiqûq, edalet, edet û toreyan.” (Uzun,1991, r 65)

Egîd Beg: Egîd Beg qehremanê xirab ê vê romanê ye. Ew li Tahar Xan xirabiyê dike, bi Osmaniyan re hevaltiyê dike û mîrîtiya Tahar Xan ji destê wî distine, wî jî dide surgun kirin. Her wiha ew dixwaze hemû nas û dostên Tahar Xan bixe nav azarê. Yan wan bikuje an jî surgun bike. Bi vî awayî têkiliya wî û Evdal çêdibe. Egîd Beg Evdal wek sucdarê mirina kurê xwe dibîne û êrîş dibe ser. Her wiha ew dibe kujerê Meyro û Bengîn. “ Herçî Egîd Begê bû, merivekî zikreş, çavbirçî, jixwerazî, xayîn, sextekar, zalim û hîlebaz bû. Wî, ji mêj ve, dijminatî li Tahar Xanê dikir û digel ku ew meriv û pismamê Tahar Xanê bû, dek û dolab li dora Tahar Xanê digerand û alîkarî li fêlbazî û sextekariyên Osmaniyan dikir” (Uzun,1991, r 114)

Dem:
Di romanê de em dikarin behsa du deman bikin ku yek ji wan dema Nivîsîna romanê a Dengbêj Ehmedê Fermanê Kîkî ye. A din jî Dema vegotina jiyana Evdalê zeynikê ye. Roman di sala 1991 an de hatiye nivîsîn. Lê vebêjerê romanê Ehmedê Fermanê Kîkî dibêje Celadet Elî Bedirxan ji min xwestiye ku ez çîroka jiyana Evdal vebêjim. Roja destpêka nivîsîna xwe jî nîşan dike. “ Îro ji rojan yekşem e. Meh Nîsan e, sal 1934” (Uzun,1991, r 9)
Dema vegotina çîroka Evdalê Zeynikê tenê rojekê ye ku ji berbangê destpê dike û di berbanga dinê de diqede. Lê dem li gor kronolojiyek naherike. Di her beşê de lehengek datîne navendê û ji ser wî/wê lehengê bûyeran vedibêje. Ji roja mirina Evdal destpê dike, behsa rabirdûya wî dike û pişt re dîsa di beşa dawîn de tê ser mirina Evdal. Di romanê de salek diyar nehatiye gotin lê em ji bûyeran û ji jiyana Evdalê Zeynikê dikarin salên bûyerê texmîn bikin. “Pala Osman û Kör Reşîd Paşayên bêbext welat şewitandin.” (Uzun,1991, r 113) Em dizanin ku Kor Reşîd Paşa di navbera salên 1808 û 1839 an de zabit û qumandartiya padişahê Osmaniyan kiriye û êrîş biriye ser Kurdan. Dîsa behsa kuştina Ermenan tê kirin ku ev bûyer jî di dorê salên 1915 an de derbas dibe. “Gelek melle, şêx û axayên kurdan jî alîkarî li osmaniyan dikirin û bi karê wan ê kirêt radibûn û Ermen dikuştin.” (Uzun,1991, r 98) Her wiha di nav romanê de diyardeyên demê wek sal, meh, serdem, êvar û hwd hatine bikaranîn. Ji xwe her çar beşên romanê jî bi sernavên ku parçeyên rojekî ne hatine bi nav kirin. (Berbang, Piştî Nîvro, Şev, Berbang) “ Roj, rojek ji rojên Xwedê bû û ji ser Newroza biharê, 21'ê adarê re, 40 roj derbas bûbûn.” (Uzun,1991, r 21) “Ji wê şeva ku Evdal kor bû û heta wê roja ku Evdal xwe li Sîpane Xelatê girt, heft sal ji navberê bihurîn. Heft salen reş û tarî.” (Uzun,1991, r 77) “Ev heft sal bûn ku şevereşekê bi ser wî de hatibû.” (Uzun,1991, r 142)

Mekan:
Di romanê de mekanên vekirî wek Sîpanê Xelatê, bajarê Xamûrê, Şengal û hwd hatine bikaranîn. Di navbera leheng û mekanan de bandorek ber bi çav tuneye. Piranî teswîrên fîzîkî yên mekanan hatine kirin.

Sîpanê Xelatê: Mekanê herî zêde hatiye bikaranîn Sîpanê Xelatê ye. “ Sîpanê Xelatê helîna Xecê û Siyabend e, bi serpêhatiya wan navdar e.” (Uzun,1991, r 52)  “Sîpanê Xelatê bilind e û serî bi mij û dûman e. Ew hevalê ewr û esmanan, heyv û sterikan e. Dengê ba û bahozê, baran û birûskê, rawir û teyr, av û kahniyê û dengê Evdalê Zeynikê jê kêm nabe. Ew çiyayê destan û efsanan, helîna Xecê û Siyabend e û warê Evdalê Zeynikê ye.” (Uzun,1991, r 91)  Dema ku Evdal dikeve nav zoriyê û dilê wî tebat nake berê xwe dide Sîpanê Xelatê. Ev jî nîşan dide ku Sîpanê Xelatê sembola hêvî û xeberên xweş e.

Bajarê Xamûrê: Bajarê Xamûrê destpêka evîna Evdalê Zeynikê ye. ji ber vê yekê ye ku ev mekan di jiyana Evdal de destpêka guherînekê ye û qonaxek girîng e. Begekî bajarê Xamûrê Evdal ezlmandibû daweta lawê xwe.” (Uzun,1991, r 30) Bi vê ezimandinê Evdal çûbû Xamûrê û li wê derê aşiqê Gulê dibû.

Mîrektiya Tahar Xan: Mîrektiya Tahar Xan war û welatê Evdal e jî. Evdal li wê derê dijî û dengbêjiya xwe jî li wê derê pêk tîne. Ev mekan li ser jiyana Evdal tesîreke erînî dike.Lewra Tahar Xan ji evdal hez dike û wî di nav mîrektiya xwe de bi cih dike. “Erdê Tahar Xanê fireh û terzad, hikmê wî nerm û adilane bû. Heta bi deriyê tixûbê welatê Ecemê, bi deriye tixûbe welatê çiyayên Qafqasê, deriyê mîrekanên Kurd Bedlis û Heqarê hemû li ber hükmê wî bû. Koşk û qonaxên wî mezin, avahiyên wî xweşlihevhatî, meclîsa wî her tim geş bû.” (Uzun,1991, r 65)


Vebêjer Ziman û Uslub

Vebêjerê romanê Ehmedê Fermanê Kîkî ye. “Navê mln Ehmed e. Ehmedê Ferman. Ehmedê Fermanê Kîkî.” Celadet Elî Bedirxan jê dixwaze ku ew çîroka Evdalê Zeynikê binivîse. Ew jî bi vî awayê destpê dike. Lê ne niha. Niha min bi henceta Evdalê Zeynikê rahiştiye qelemê. Ez ê behsa Evdalê Zeynikê û çîroka wî bikim.” (Uzun,1991, r 10) Ji hêla ziman ve em diakrin bêjin ziman li gor mijarê hatiye bikaranîn. Gotin û qise hemû meriv dibêje ji berhemeke dengbêjiyê hatine stendin. Lewra bi zimanê Ehmedê Fermanê Kîkî hatiye nivîsîn ku ew dengbêje Celadet Elî Bedirxan bû. “Evdalo, mehrûmo” “Gulê, zarşêrînê” “Kokimo Evdalo, li ber dilê min ezîzo” (Uzun,1991, r 23) Dîsa di vegotinê de gotinên pêşiyan jî pir hatine bikaranin ebv jî dîsa nîşanê zimaneke dengbêjane ye ku dengbêj zimanê civaka xwe baş dizanin û bi wê zimanî çîroka civaka xwe vedibêjin. "Mer dimire nav dimîne, ga dimire çerm dimîne" (Uzun,1991, r 66) Dijmine bav û kalan nabin dostên me kurdan” (Uzun,1991, r 67) Kurmê darê ji darê nebe, zewala darê nîn e.” (Uzun,1991, r 124)


Forma Hundandinê:

Roman di çar pênc beşan de hatiye nivîsîn. Beşa pêşiyê “ Gotina Min” e ku di vê beşê de vebêjer Ehmedê Fermanê Kîkî behsa serpêhatiya despêkirina vegotina çîroka Evdalê Zeynikê dike. Çîroka Evdalê Zeynikê jî bi beşa Berbangê destpê dike. Di nav vê beşê de çar binbeş hene û naveroka wan jî sernavên van binbeşan in. “ Sîpanê Xelatê, Evîna Evdal û Gulê, Temo, Quling” Beşa duyem “Piştî Nîvro” ye. di vê beşê de jî çar binbeş hene; “Evîna Sîyabend û Xecê, Pevçûna Evdal û Gulê Bi Şêx Silê re, Salên Reş û Tarî, Şagirtên Evdal” Beşa sêyem “ Şev” e. di vê beşê de jî şeş binbeş hene ku di van binbeşan de behsa Meyro û Bengîn û zilma ku Egîd beg li wan kiriye hatiye vegotin. Beşa dawiyê dîsa “Berbang” e û di vê beşê de vebêjer vedigere destpêka romanê, yanî roja mirina Evdal.

Armanca Romanê:

            Armanca romanê vegotina jiyana mîrê Dengbêjên Kurdan Evdalê Zeynikê ye. Bi min nivîskar dixwaze ku folklora Kurdan dîsa geş bike û di nav civakê de dîsa bixe rojevê. Her wiha berhemek binvîse û bi vî awayî Evdalê Zeynikê neyê ji bîr kirin. Di beşa yekem de vebêjer dibe berdevka nivîskar û weha dibêje; “ Belê, ew dixwazin ku ez çîrokê binivîsim û bavê stran û gotinên kurdî Evdalê Zeynikê ji nû ve vejînim!..” (Uzun,1991, r 13) “ Stran û çîrokên kurdî heyîn û dewlemendiya me ya heri mezin e. Heyam diguher in. Heke em lê xwedî dernekevin, ew ê winda bibin, ew divê bikevin defteran.

Navmetnanî:
           
Ji ber ku roman qala jiyaneke rastîn dike û her wiha ji çîroka wan sûd werdigire, roman bi serê xwe navmetnanî ye. Dîsa di nav romanê de qala hin metn û nivîskaran tê kirin. Bi qasî hefteyekê bû ku Evdal, her piştî nîvroyê, rûdinişt û ji şagirten xwe re qala "Siyabend û Xecê" dikir” (Uzun,1991, r 52) Dîsa di destpêka romanê de qismek ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî hatiye bikaranîn.


“Xanî Ji kemali bêkemalî
Meydana kemali dîte xali
Hasil ji inad eğer ji bedad
Ev bidhet e ger xilajî mi'tad
Safi şemirand vexwar dirdî
Manendi deri lisani kürdi
 înaye nizam û intizame
Keşaye cefa ji boyî ame
Da xelk nebejitin ku ekrad
 Be me’rifet in be esi û binyad
Enıva'î milet xudan kitâb in
Kurmonc bi tene di be heseb in
Hem ehli nezer neben ku Kurmanc
Eşq nekirin ji bo xwe amanc
Tek da ne di talib in ne metlûb
Vek ra ne mihib bin ew ne mehbûb
Bebehre ne ew ji eşgbazî
Farixji heqiqi û mecazi
Kurmanc ne pir di bâ kemal in
Em-ma di yetim û bâ mecal in
Filcimle ne cahil û nezan in
Belki di sefil û be xudan in”
Ehmedê Xanî  (Uzun,1991, r 52)

                                                                                             

Arafat UYGUR

Yorumlar

Popüler Yayınlar