SIYA EVÎNÊ





Siya Evînê, Mehmed Uzun, 2005, İthaki Yayınları, İstanbul

Mijara romanê:
Roman li ser jiyana ronakbîrê Kurd Memduh Selîm hatiye honandin. Ji vê hêlê ve Siya Evînê romanek bîyografîk e. Her wiha ji ber ku jiyana Memduh Selîmî  wek serencameke şêreşa Kurdan e, roman romaneke şoreşî ye.

Navê Romanê:
 Roman navê xwe ji jiyana Memduh Selîm distîne ku di bin siya evîna Ferîha de surguniyek dijî. Memduh Selîm di nav jiyana xwe ya bi êş û keder de, xwe bi saya evînê aş dike û xwe dide bin siya evînê. Helbet siya evînê tenê kêfxweşî nadê. Ev sî li ser jiyana Memduh Selîm bandorek mezin dike ku di nav dudiliya xebata ji bo welat û Ferîhayê de dimîne. Dîsa di romanê de beşek bi navê “Di Bin Siya Evîne De” heye û di vê beşê de mijar evîna Memduh Selîm û Ferîhayê ye.

Kurteya Romanê:
Di romanê de herçiqas demeke kronolojîk nebe jî, ez ê kurteye roamnê bi awayeke kronojîk vebêjim. Memduh Selîm ciwaneke Kurd e û di sala 1923 an de ji ber karên xwe yên sîyasî tê surgunkirin. Ew pêşî diçe Îskenderiyeyê û li wê derê bicih dibe. Li Îskenderiyeyê aşiqê keça hevalê xwe yê Çerkez, Ferîha, dibe. Di wê navberê de dixwaze ji bo welatê xwe û milletê xwe bixebite û ji ber vê yekê jî li Beyrûdê bi kesên wek Celadet Elî Bedirxan re civînan dikin û bi vî awayî partiya Xoybûnê ava dikin.  Memduh Selîm ji ber ku êdî malbata Ferîhayê jî aciz dibin û dixwazin bi zûtî bizewicin, soz dide wan ku ew ê dawetek bikin û bizewicin. Lê li Agirîyê bi alîkariya Xoybûnê û di bin qumandariya Îhsan Nurî de serhildan destpê dike. Memduh Selîm jî mecbûr dibe ku biçe û li Agirîyê karên sîyasî ên serhaldanê bi rê ve bibe. Memduh selîm soz dide malbata Ferîhayê ku piştî du mehan ew ê vegere û dawetê daynin. Lê li Agirîyê leşkerên dewletê dor li wan digirin, berf jî rê digire û Memduh Selîm mecbûr dimîne ku ji du mehan zêdetir li wê derê bimîne. Piştî ku serhildan li ber têkçûnê ye, Îhsan Nurî dixwaze ku Memduh Selîm ji Agirîyê derkeve û biçe. Memduh selîm bi vî awayî vedigere bajrê Antaqyayê. Di wî navberî de Ferîha û malbata xwe seh dikin ku Memduh Selîm miriye û Ferîha bi mêreke extiyar re dizewice. Memduh selîm dema ku tê bajar vê seh dike û ji ber vê yekî jî dinya wî bi serê wî de hildiweşe. Kumandarê Fransiz ji ber ku Memduh selîm ketiye nav karên siyasî, wî surgunê Şamê dike. Memduh selîm herçiqas dixwaze ku Ferîha dev ji mêrê xwe berde û bê jî nikare bi ser bikeve. Di sala 1966 an de Memduh Selîm bi Wîldan re dizewice. Piştî zewacê mêrê Ferîha dimire û Ferîha vedigere Memduh selîm lê îcar jî Memduh Selîm zewicî ye û dîsa nagihêne hev.  Di sala 1972 an de êdî Memduh Selîm wek şoreşvan û ronakbîreke Kurd di nav Kurdan de tê nasîn. Di sala 1976 an de jî Memduh selîm di nav kitêbxaneya xwe de koça xwe ya dawîn dike.
Lehengên Romanê:
Dema ku em ji aliyê lehengan ve li romanê binhêrin, di romanê de lehengên ji jiyana rastî hatine bikaranîn. Memduh Selîm, Ferîha, Wîldan xanim, Îhsan Nûrî û hwd gişt lehengên jiyana rastî ne. Sedema vê yekê jî bîyografîkbûna romanê ye ku behsa jiyana Memduh Selîm dike.
Memduh Selîm lehengê romanê yê sereke ye. Ronakbîr û şoreşgerekî Kurd e û ji Wanê ye. Her wiha endamê partiya Xoybûnê ye û di nav serhildana Agirîyê de cih girtiye. “Delaliyê bav û kalikê xwe. Xortê bejnzirav yê bajarê kevn û rengîn Wanê. Efendiyê xortên kurd yên Stembolê. Pêxasê meyxanên Galatayê. Dilovanê dengên xweş. Hosteyê araqvexwarinê. Yek ji damezrevanên Komela Xwendekarên Kurd li Stembolê, HEVI, 1912. Nivîskar û berpirsiyarê kovara JIN'ê, 1918-19. Yek ji damezrevanên rêkxistina kurdî Teşkîlatê Içtimaiye û Kurd Tealî Cemiyetî. Aware û derbederê welatê xerîbiyê. Dildarê evînê. Xwediyê kevokên aşqê. U niha jî yek ji damezrevanên partiya Xoybûnê. Ronakbîrekî nûjen di navbera Rojhelat û Rojava de.” ( r 73)
Lehengek din ya girîng hezkiryê Memduh selîm Ferîha ye. Ferîha keça hevalê Memduh Selîm û Memduh Selîm wê di serîlêdaneke mala bavê wê de nas dike. Mûsîkhez e û li kemançeyê dide ku Memduh selîm jî cara yekemîn wê bi guhdarkirina lêxistina kemançeyê nas dike.  Ew; bejneke dirêj weke mehînan, stûyekî dirêj, delal û spî, hêtên zirav û xweşlihevhatî, guliyên zer û dirêj heta pişta bedew, çavên germ, şêrîn û genimî. Çavên wê li ser riya bihuştê du derî.” (r 35)
            Îhsan Nûrî jî lehengek ji jiyana rastîn e ku di nav artêşa Osmaniyan de kumandartî kiriye û di romanê de jî kumandarê serhildana Agirîyê ye. “Ihsan Nûrî Begê Cibirî. Bêdlîsî. Seresker. Jiyana wî ya bûyertijî; zaroktiyeke şêrîn li Bêdlîsê, li taxa kevn Elî Kolî, xortiyeke bi keft û left, xwendin û hînbûn li Stembolê, salên xwendegeha eskerî «Harbiyê » li Stembolê, bi kurdan û rêkxistinên kurdan re xebat, hêviya yekîtî û azadiyê, seresker û zabît, di şerê cîhanê de kumandar, kumandarê leşkerên Osmanî yên bajarê nik çiyayê Agirî Bayzîdê, destpêka hevaltiya wî û çiyayê Agiriyê, li dijî leşkerên ordiya Qeyserê Rûs şerkirin, piştî damezrandina Komara Turkiyê li dijî siyaseta tirkan xebatkirin, yek ji hîmdarên rêkxistina kurdî Komîteyî Istîklalê Kurdîstanê, di sala 1924 an de, tevî hevalên xwe, li dijî dewleta tirk serîhildan, şikestxwarin û rev, endamê Xoybûnê, serokê leşkerî yê Xoybûnê û Agiriyê. Û kumandarê serîhildana Agiriyê.” (r 132)
Herwiha lehengên din yên alîkar jî di nav romanê de cihên xwe digirin. Celadet Elî Bedirxan, jina Îhsan Nûrî Paşa Yaşar Xanim, Wîldan Xanima ku Memduh selîm di kalbûna xwe de pê re dizewice, hevalê Memduh Selîm bavê Ferîhayê, Qedrî û Ekrem Cemîlpaşa û hwd di nav romanê de cihên xwe digirin. Em dikarin bêjin qerekterên romanê baweriyek didine xwînerê xwe. Lewra xwîner dizane ku qerekterên ha ji jiyana rasteqîn hatine hilbijartin. Lê Xwînerek baş divê bifikire ka gelo çiqas ji van rastî ne, çiqas honandîne ? Ev jî wek pirsek di serê Xwîner de dimîne.

Mekan:
            Di romanê de mekan Xerîbî ye yanî Surgunî.  Antaqiya, Şam, Beyrûd gişt bajarên derveyî welêt in ku xemek li ser lehengê diafirînin. Lehengê me Memduh Selîm dibe surgunê van deran. Ji hêlekê ve leheng ji mekanê xwe yê eslî (Welat) dûr dikeve û ji hêla din ve jî nikare bi awayeke rêk û pêk xwe aîdê mekanê surguniyê bike. Leheng bi vî awayî ji hêla mekanê ve bêcihûwarbûnek dijî. Di beşên serhildana Agiriyê de ku Memduh Selîm di nav de cih digire, mekan welatê leheng e. Agirî mekanê serhildana Kurdan û hêviya di dilê Kurdan de ye. Memduh Selîm dema ku li vê makanê ye xwe Azad hîs dike. Dîsa mekanek din jî mala Memduh selîm ya li Antaqiyayê ye. “ Mal; du ode, saloneke dirêj, mitbaxeke biçûk. Tiştên tê de; h salonê maseyeke dirêj û çend kursiyên textîn, li erdê xalîçeyeke fireh ji Kermanşahê, li quncikekê du doşegên fireh û çend bahlîf li serê, li ser dîwêr lewheyeke keleha Wanê, lewheyeke bircên Stembolê û di navbera her du lewhan de, hinekf ji wan jor, du sûret, yek ya Şêx Seîdê Pîranî û yek jî ya Kemal Fewzî ku her du jî berî du salan, li Diyarbekirê bi dar ve bûn. Li koşa binê lewhe û sûretan qenepeyekê û li nik qenepê jî dolabeke hesinî. Li oda razanê texteke fireh ji bo du kesan, li ser dîwêr du xalîçeyên rengîn û biçûk, li nik textê maseyeke biçûk û li ser masê kitêb û kovarin. Ji çend kitêb, kovar û rojnamên ku peregende dixuyin pê ve, di oda din tu tişt tune.” ( 89-90)

Dem:
Di romanê de demeke eşkere ya ber bi çev heye. Vebêjer di her beşî de demê diyar dike ku di kîjan sal e. “Sal 1922. Pencereyekê û merivekî li ber.” (r 14) “Sersala 1923-an. Şev. Stembol, bajarê hezar neteweyî, hezar kulturî û zimanî kêf dike.”(r 15) “Dawiya payiza 1929 an. Destpêka zivistanê.” (r 135). Dema vegotina romanê tenê çend deqîqe ne ku di sala 1976 an de, behsa mirina Memduh Selîm dike. Roman bi vê dîrokê destpê dike û di dawiyê de jî bi vê dîrokê û rojê diqede. Lê di nav vê demê de paşdeçûyîn (Flash back) hene. Vebêjer diçe Sala 1922 an û ji wê tê heta sala 1976 an. Ji Stenbolê heta Şamê. Em dikarin bêjin nivîskar bi vê teknîkê demê û vegotinê berfirehtir dike. Dîsa em di nav textê de diyardeyên demê wek bihar, payîz, zivistan, serhildana Agirîyê û hwd jî dibînin. Ev jî dema romanê li ber xwînerên xwe aşkere dike.

Vebêjer:
Vebêjerê romanê kesê sêyem e ku ji derveyê bûyeran behsa bûyeran dike. Lê vebêjer rê li ber dengê lehangan negirtiye. Axaftin û diyalogên lehangan  bi devê lehangan neqil tê neqilkirin. Vebêjer xwe dahilê gotinan nake û wek şahidek xwe nîşan nade.  Dîsa vebêjer lehengan ji hêla derûniya wan ve jî  teswîr dike. “ Ev çend roj in ku kêfxweşiyeke tenik, perde bi perde, bi ser wî re tê. Memduh Selîm Begê navsal niha xwe hîn xorttir hîs dike. Derd û keserên xerîbî û sirgûniyê hinek, bi tenê hinek, ji wî bi dûr ketine. Weke ku ew di nav xewnekê de ye. Ew li şi'îra Melayê Cizîrî dinihêre û dikene; «xwezî ev xewn weha dewam bike...»” (r 37)

Ziman:
Zimanê romanê zimaneke vekirî û herikbar e. Bi teswîrên fîzîkî û derûnî zimaneke xemilandî hatiye bikaranîn. Usluba vegotinê de Folklor, Edebiyata klasîk a Kurdî, gotinên ji kesên navdar hatine bikaranîn.  Di destpêka romanê de helbesteke Emîn Elî Bedirxan, di rûpela  36 an de qismek ji helbesta Melayê Cizîrî û hwd...  Dîsa roman ji heft serenavan pêk tê û her serenav jî vediqetin binbeşan. Her Serenav qonaxeke jiyana Memduh Selîm e. Wek “Di Bin Siya Evînê De” “ Li Ser Rêya Koça Dawî” û hwd… Ev teknîk rê li ber xwîner vekiriye ku xwîner bûyeran û rewşan  di hişê xwe de veqetîne beşan û bi vî awayî baştir tê bigihe.

Arafat UYGUR

Yorumlar

Popüler Yayınlar