Gerîneka Guernîcayê
GERÎNEKA GUERNÎCAYÊ Yıldız Çakar, Gerîneka Guernîcayê,2016,Weşanên Lîs, Diyarbakir Jiyana Nivîskar: Di sala 1978 an de li Amedê hatiye dinê. Heta niha berhemên wê yên bi navê Goristana Stêrkan, Ala, Derî, Amedû Leylanok Derçûne. Endama avakar a komeleya nivîskarên Kurd û her wiha endama Pena Kurd e jî. Di rojnameyên Ulkede Gundem, Azadiya Welat û Ajansa Dîcleyê de wek rojnamevan û edîtor xebitiye. Her wiha di sala 2019 an de romana wê ya Ev Rê Naçe Bihuştê ji weşanxaneya Lîsê Çap bûye. Heta niha sê xelat wergirtine; Xelata çîrokên senaryoyêya beşê sînmayê yê NÇMya Stenbolê(2000), xelata Tîrêjên Zînê (2000) û xelata Musa Anter (2002). Niha jiyana xwe li Ewropayê didomîne. Kurteya Romanê: Roman behsa keçek bi navê Lîsa dike ku bavê wê di hepsê de ye. Ew û diya xwe, sê bira û xwişkek xwe ve li Amedê dijîn. Ji ber liv û tevgerên Lîsa yên sîyasî, kesên ku ji aluyê dewletê ve hatine erkdarkirin şevek davêjine ser mala wan da ku wan bikujin. Herwiha navê Lîsyaê di lîsteya